Tajî û kîvroşk
berhevkirina Xiçîk
Tajiyek pîrgî kîvroşkekê hat. Tajî da ser pişta kîvroşkê, di vir re di wir re, na tajî westa,helkehelk bi ser sîngê ket û zimanê wî bostekê dirêjbû. Hew dikarî bû bazde, rawesta. Kîvroşkê berê xwe dayê, destê xwe li sînga xwe xist û bakir:
-Ez del im, del!
Tajî lê vegerand:
-Wele tu ne ti del î, lê tu li devê minî lapûr rasthatî.
Stêr 5/1985
Dijminatiya sê û kitikê
Amadekirina Xiçîk
Dema şapa mezinî li dinyayê rabû, wek win tev dizanin, Nebî Nûh ji her tuxmekî cenaweran yeke mê û yekî nêr biribû. Ew kirine keştiya xwe, da piştî av deynê dîse cenawer bizin û bêhtir bibin. Nebî Nûh qedexe kiribû, ko cenawer di keştiyê de ji hev guhn bixwin. Lê se û dêlikê guh nedidanê, şahiya xwe dikirin. Kitikê diçû gilihê wan li cem Nebî Nûh dikir. Nebî Nûh jî bi kitikê re dihat, da bi ser wan de bigire, lê titişt nedidît û kitik derewîn derdiket. Carekê diduya sisiya, kitik her derewîn derdiket. Rabû lavlav ji Xwedê kirin, da tiştekî bike, ko hew derewîn derkeve. Xwedê jî wilo kir, ko se û dêlik bi hev ve bizeliqin.
Carekê çaxê se û dêlik bi hev ve bizeliqî bûn, kitik çû gilihê wan li cem Nebî Nûh kir. Nebî Nûh hat ew dîtin û ew pîskirin.
Se gelekî ber xwe ket û şermezar bû. Rabû wî jî ji Xwedê lavlav kirin, ko çi cara kitik ji hev guhn bixwin, ew newine veşartin, fehtkar û rûreş bibin. Xwedê jî wilo kir, ko guhnxwarina kitikan bi nawnaw û nirenir be, da hişkere û fehtkar û rûreş bibin.
Dibêjin, ko ji hingî ve jî dijminatiya se û kitikan dest pêkiriye.
Stêr 6/1986
Ji ber ko Kovara Stêr nehênî derdiket min navê Xiçîk bikaranî