Dewleta Eyûbiyan

Rojnama Hevkarî jimara 14

wegerandina Bilûrvan

Malbata Eyûbiyan li hawîrdorî Aranê (rojava û bakûrê Îrana îro) dima. Ew malbateke kurd bû, ji êla Rewadiya bû. Ji vê êlê Şadî bi herdû kurên xwe re Şêrko (Esededîn) û Eyûb (Nicmedîn) ji gundê Acdanqanê çûne Bexdayê û ji wir jî piştre çûn li Tekrîtê bicihbûn. Şadî li Tekrîtê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta Micahededînê Gîtanî de. Gîtanî dît, ko Eyûb jîr û zane ye, rabû ew kire destkarê Tekrîtê. Sala 1136 li Tekrîtê Selahedîn bû. Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedînê Zengî xwediyê Mûsilê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê Balebekê.

Piştî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû Şamê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê Helebê. Nûredînê Zengî Hims û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Şêrko jî rêkire Misrê, da şerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî Şawîrê kiribû. Şêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Şêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Şêrko piştî demekê vegera welatê Şamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpêkir û berz bû.

Ji ber ko Francan çavên xwe berdane Misre, Şêrko dîse vegerayê û Selahedîn jî rêkire bajarê Skenderiyê. Şêrko wezîrê Misrê bû û dest li ser danî. Ta mirina wî sala 1168 her Şêrko karûbarê Misrê gerand. Piştre li wir Selahedîn bû wezîrê pêşî, lê ji ber rastî û dadeweriya xwe êdî ew bûbû şahê dilê misriyan. Selahedîn Franc di şerê li Dimyatê de şkand. Bavê wî jî hate Misrê, gehayê. Piştî mirina xelîfê fatimî Aladdid êdî Selahedîn bû serdestê Misrê yê bêhempa. Û piştî ko Nûredînê Zengî mir êdî Selahedîn xwe kire siltanê Misrê. Bi vê hikmê Maltaba Eyûbiyan sazkir.

Bi şer Yemen, Sûdan û Felestîn vekirin û sala 1174 dest danî ser Şam, Mûsil û Helebê. Sala 1187 di şerê Hitînê de zora xaçperestan bir û Quds vekir. Şahê Inglîstanê Richard (bixwêne rîtçard!), yê bi Dilê şêr navkirî careke din êrîşî Eyûbiyan kir, da Qudesê vegerêne, lê biser neket. Di sala 1192 levhantinek di nav herdû aliyan de çêbû, û şer rewasta. Li gor vê levhatinê ji erda ber lêva deryayê pê ve, ya di nav Sûr û Yafa de titişt di destê xaçperestan de nema.

Yek ji mezintirîn bûyerên di dîroka erebî de vekirina eybûyî, ya welatê Yemenê ye. Ji ber ko mîrekên eybûyî bi vê vekirinê Yemen, Misir, Sûriya û welatê Cezîrê (niha di nav destê Sûriyê, Îraqê û Tirkiyê de ye) kirne yek. Bi vê yêkitiyê biserketina mezin li ser xaçeperestan bû û welatê ereban gehane hev.

 

Stêr 7/1986

Ji ber ko Kovara Stêr nehînî derdiket min Navê Bilûrvan bi kar anî

 


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST