KOMPUTER GUHDARIYÊ DIKIN Û BERSIVÊ DIDIN

Tom W. Ottmar

wergêr Zagrosê Hajo

Makîna nivîsandinê ya pêşî ko guhdariyê dike êdî dest bi kar kiriye û nêzîk wê komputer jî tê bigehin ka em çi dibêjin. Û eger ew bi databaseke informasyonan ve werin girêdan di demeke kurt de ewê karibin bi awayekî bîrsayî gişt bersiva hemû pirsên me bidin.

 Em di bikaranîna komputran de li ber şoreşeke nû ne. Nêzîk emê bi makînan re bipeyivin weke ko çawa em bi hevdû re dipeyivin, bi zimanekî herkok, li pey hev û bêyî ko em li ser destûrên zimên hizirbikin yan jî gotinên bijartî bikarbênin. Komputer wê guhdariyê bike û tê bigehe - tiştê ko ew bibihîze wê li ser bifikire û gişt weke mirovekî wê bersivê bide.

Di roja îro de dive mirov gelek tiştên di pirtûka bikaranîna (handbook) her texlîtekî komputran de zanibe. Ew bêhtirên caran aloz in, û zor e da mirov karibe wan bikarbêne. Niha hesanîkirina zimanê komputeran bûye di hesanîkirina têgehiştina wêneyê di şaşa (screen) komputer de. Sîmbolên grafîkî cihê pişkokên funksyonan (F1, F2, F3,....,F12) û komandoyên aloz digirin û " mişkê " ko tîrekê li ser şaşê digerêne jî cihê pişkokan

digire. Lê niha gelek karxanên mezin yên ko komputran çêdikin dixebitin, da axaftina adetî bibe pêwendiya pêşrojî di nav mirov makînê de.

 

Bergeheke fereh

Li vir bixwe em li ser sê babetên lêkolînan yên cuda dipeyivin, yên ko bi hevdû re girêdayî ne. Pêşî dive makîne tê bigehe bê ka çi tê gotin. Pêlên dengî yên di bê ve bela dibin dive di makînê de bêne guhertin û careke din bibine bêje - weke bêjeyên bilêvkirî. Em dikarin navê "makîna guhdar" lê bikin.

Ya din ew e ko wateya bêjeyan were têgehiştin. Wek nimûne çaxê pirsek hate kirin û ew pirs hate têgehiştin, makîne dikare li nav databasan li informasyonê bigere û wê pêşkêşî xwediyê pirsê bike. Mirov dikare hesanî informasyonê bide makînê bi riya ko jê re bêje.

Ya dawî lê ne ya kêmnerx ew e ko mirov kardike da sîstemekê çêke, ya ko axaftinê yan nivîsandinê ji zimanekî wergerêne zimanekî din. Ev jî bi babetê ve girêdayî ye ji ber ko hatiye xwiyakirin ko wergerandineke baş ji aliyê komputer ve ta radeyekê bi têgehiştina naveroka tekstê ko ew li ser kardike ve girêdayî ye.

Daxwazên mezin

Çaxê BE (Bazra Europî) di sala 1993 pêk were ewê di pirsa zimanan de ji her demê bêhtir bikeve sergêjiyeke mezin de. Milyonên belgeyên fermî, name, kontrakt û levhatin dive di nav welatan de bela bibin û bêne têgehiştin. Di sala 1987an de 170 milyon rûpelên nivîsandî ji aliyê wergêrên fermî ve hatine wergerandin. Û her sal ev hejmar di zik hev de 15 ji sedî bêhtir dibe. Di sala 1989an de li seranserî dinyayê 210 milyard kronên swêdî li wergerandinê çûne. Têkiliyên di nav Japonê û Rojava de bi xurtî bêhtir dibin û li vir pêwistiyên wergerandinê hê mezintir in, nemaze ko japonî bi zimanê inglîzî ne gelekî baş in û kêm caran amerîkî û europî dizanine bi zimanê japonî.

Planên mezin, yên lêkolînevanan ew in ko makînekê pêşbixin, da bikaribe hevpeyvîna di nav du mirovan de wergerêne zimanê wan, wek nimûne çaxê bi telefonê bi hev re diaxivin. Sîstêmeke bi vî rengî helbet dikare babetekî nivîsandî jî wergerêne. Û dive ko wergerandin bi kêmayî 95an ji sedî bê şaşîtî be.

Du projekt

Di vî warî de kar li ser du projektên mezin dibe. Siemens û Philips sîstêmekê bi navê Spicos bi pêş ve dibin, da karibe axaftinê bike nivîsandin. Sîstem wê di nivîsandinê bigehe û bersivê li xwediyê wê vegerêne. Wate ew e, ko Spicos karibe hevpeyvîneke durist bi xwediyê xwe re bike.

IBM ji xwe "makîneke nivîsandinêyî guhdar" çêkiriye û ew bûye xwedî nav jî. Navê wê Tangora ye. Ev nav li gor Albert Tangora ye, yê ko xwediyê rêkorda cîhanî ye bi nivîsandina bi daktîloyê. Embara zimanê Tangora ji 20000 bêjeyan e û dikare axaftinê biguhere nivîsandinê. Di guhertinê de 96 ji sedî bê şaşîtî ye. Niha sîstêma Tangora ji bona zimanê inglîzî, îtalî, fransî, almanî û spanî heye û mirov dikare programê Tangora bi PC- AT (Komputerê kesane) bikarbêne. IBM ji cihê ko pêşveçûna Tangora gehayê de berdewam dike û dixebite, da makîne karibe têbigehe bê naveroka nivîsandinê çi ye û bi vê jî karibe wergerandinê di nav gelek zimanan de bike.

Em bi tenê 10- 20an ji sedî ji zimên bikartênin

Zimanê mirovan yek ji wan tiştên herî aloz e. Ziman tijî destûr e, dehên hezarên bêjeyan tê de hene, milyardên hevokan dikarin werine çêkirin, yên xwediyên wateyên hê bêhtir û naverokên veşartî. Di zimanekî xweristî de hejmara bêjeyan dikare bigehe 50000î û hejmara hevokên cuda jî dikare bigehe pênc ta deh milyardan. Da em bikin ko makînek vê hemûyî wergerêne gişt tiştekî bêçare ye, lêbelê tevlî wê jî encama ko mirov gehayê têra xwe baş e. Beşek ji sedema vê ew e, ko carên em hemû bêjeyan bikartênin ne weke hev in. Lêkolînan dane xwiyakirin ko 10- 20 ji sedî ji bêjeyên ko em bikartênin 95- 98 ji sedî ji zimanê rojane pêktênin. Embareke zimên ya ji 20000 bêjeyan bi kêmayî têra 95 ji sedî ji axaftina mirovan dike.

Lê girêdanên din hene ko dihêlin, da têgehiştina axaftinê bibe prosedûreke aloztir û beşekî mezin ji hêza komputer bixwaze. Eger her bêjeyek bi serê xwe hatibûna bilêvkirin û di nav her du bêjeyan de valayiyeke baş hatibûna hiştin wî karê makînê hesanîtir bûna û wî hesanîtir bûna jî eger her bêjeyek li gor destûrên zimên yên naskirî, li pey hev û li cihê rast hatibûna gotin.

Lê di rastiyê de bêhtirên me bêguhdan diaxivin û gelek caran şaşîtiyên rêzimanî jî em dikin. Avakirina hevokê û bijartina bêjeyan gelekî têne guherandin û bi ser de jî hemû mirov bêjeyan û hevokan ne weke hev bilêvdikin, ew wan li cihnan dijdênin û li cihnan sistdikin û awazê wan diguherin.

Yek ji çareyan ew e, ko makîne bê hînkirin, da têbige bê kesê wê bikartêne çi dibêje. Ew jî bi vî awayî dibe, ko ew kes pêşî ji makînê re bêjeyên tê de embarkirî bixwêne. Bilêvkirina dengên başqe başqe tê embarkirin, da pişt re bêne bikaranîn. Hînkirina makînê nêzîkî 15 deqîqan dikişêne.

Bêhtir ji du caran ji wilo xurtir

Têgehiştina axaftinê pêşî bi analîzekirin û parçekirina sîgnalê ko li gor dengê axaftinê dijene destpêdike. Sîgnal dabeşî parçekên piçûk dibe. Her parçe bi xwe dengekî hesan dide. Eger axaftin li pey hev biherike êdî gişt bêçare ye, da makîne karibe bêjeyan weke ko em nasdikin ji hev derxe. Bêhtirên caran bêje digehine hev û yan jî valayiya di nav wan de wilo piçûk e, ko mirov nikare wan ji hev cuda bike. Makîne parçekên piçûk yên sîgnalê deng û ferhenga dengan ya di embara xwe de dide bara hev. Ew hûr lê digere bê ka kîjan deng û bêje dikarin hatibin bilêvkirin.

Bêhtirên caran gelek rê hene ji ber ko yek deng dikare di gelek bêjeyan de were bikaranîn. Makîne dive nasbike bê ka kîjan bêje ya duristir e. Ew bêjeyan di bin gelek statistîkên ko li ser zimên hatine çêkirin re derbas dike û dibîne ka di vê têkiliyê de kîjan bêje heye bêhtir nêzîkî naverokê be.

Mêtoda tê bikaranîn ev e, ko her car makîne li sê bêjeyan bi hev re binere. Herduyên pêşî digire û ya sisiyan serad dike, bêjig dike û hesab dike bê ka ev bêje dikare çi be. Hê ji berê de statistîk di komputer de hene, ko di wan de xwiykirî ye bê ka kîjan bêje gelek caran bi hev re têne bikaranîn.

Adetî mirov nêzîkî 100 bêjeyan di deqîqekê de dibêje, di wextê ko mirovekî nîv xurt dikare nêzîkî 30 bêjeyan di deqîqekê de bi makîna nivîsandinê binivîse.

Tangora IBM dikare îro nêzîkî 70 bêjeyan di deqîqekê de ji dev bigire, nasbike û binivîse bi ser de jî 97 ji sedî ji wan rast in. Ji bilî vê şaşîtiyên vekîtî di nivîsê peydenabin, ji ber ko çaxê Tangora bêjeyekê nasdike êdî wê li gor lîsteke bêjeyan dinivîse ne li gor dengê ko dibihîze.

Makîne têdigehe

Problêma rastî li vi re. Erê, makînê gelek bêje wergirtin, lê wê çawa têbigehe ka çi tê gotin? Da komputer "têbigehe" dive mirov agahdariyê bi alîkariya fermanên naskirî bidiyê. Û ferman jî dive bi formateke naskirî bêne dan. Lêbelê di axaftina adetî de bêje bi her awayî bi hev re peydedibin û ji ber vê yekê dive makîne bi xwe hevokan ji hev bibire, da zanibe çi wate- yan çi ferman û çi agahdariyê bi xwe re dihilgire.

Di Spicos de modêlên rêzimanî, semantîkî, sîntaktîkî û lojîkî têne bikaranîn, da bête naskirin ka gelo hevok xwedî wate ne û ka wateya wan çi ye. Ferhengek jî di makînê de heye, ew şirovedike bê ka çawa carê bêje di hevokê de tê bikaranîn.

Heke destûr û statistîk bêjin, ko şaşîtiyek heye êdî hê destûrne din li ser avabûna hevokan têne bikaranîn. Û heke ew jî alîkariyê neke êdî makîne dyalogekê bi xwediyê xwe re diveke, da tiştên nexwiya ji holê rake ta her tişt rast were têgehiştin. Hevok jev têne cêkirin û bêje di nexşeke rêzimanî de têne parastin ji bona bikaranînê di pêşerojê de- çaxê bive ko makîne hayedarî û bersivan bide.

Tevlî ko va îro komputer dikarin têbigehin dema axaftineke adetî bibihîzin, lêbelê sînor hene bê ka ta çi radeyê dikarin baştirbibin. Ev jî ji bona wan nivîsên ko kêm agahdariyên li ser rastiyan tê de hene, yan nivîsên ko di wan de ne wateya yekser ya bêjeyê tiştê giring e- wek çawa di helbestan de. Lê ma çi serê komputran ji helbestan têşe? Erkê makînan yê herî bingehî ew e ko ew mirov ji karên rûtînî azadbikin lê ne ko xweşiya ji huner ji ber me rakin.


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST