Hevpeyvîna bi mamosta Celîlê Celîl re

Nûnerê Stêr Bilûrvan

Casimê Celîl, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl û Cemîla Celîl di warê ziman û folkora kurdî de xebateke hêja kirine û hê dikin. Îro em dilxwş in ko ji vê malê, em mamosta Celîlê Celîl di nav xwe de bibînin û pê re, ji bona xwendevanên Stêrê vê hevpeyvînê bikin.

Stêr:Mamosta, em hêvî dikin tu xwe bi xwendevanên Stêrê bidî naskirin.

Celîl:Ez Celîlê celîl im, ez ji Sovyêtstanê me. Xwendina min doktora di dîroka kurdî de ye. Çend pirtûkên min li ser dîroka Kurdan, ya sedsala nozdeh û destpêka sela bîstê hene. Li ser şerkariya Kurdan hemberî impêrya Osmaniyan, li ser zordariya Osmaniyan çawa daye gelê Kurd û çavsoriya wan in. Niha ez li ser nivîsandina jîna Kurdan, ya sosyal-aborî dixebitim dîse di sedsala bîstê de. Di warê folklorê de jî xebitîme. Mirov li ser xwe bi peyive, hinekî çetin e. Ez sala 1936 li Êrîvanê bûme, kurê Casimê Celîl im, birayê min Ordîxah e, Ordîxanê Celîl helbestvan e li Lenîngradê di instîtûta rohilatnasiyê de, wek doktorê wêjeya kurdî kardike. Xwîşka min Celîla Celîl e. Di warê mûsîqa kurdî de kardike. Xwîşkeke min jî heye bi navê Zîna Celîl, ew jî wegera zimanê Kurdî-Rûsî-Ermenî ye, nemaze zimanê Kurdî-Rûsî. Ez li Êrîvanê dixebitim di Akademiya Ermênistanî zanistî de li instîtûta rohilatnasiyê, beşê kurdnasî wek kurdnasekî serek im.

Stêr:Çi berhemên te, yên çapkirî, amedekirî û di bîra te de hene?

Celîl:Sê pirtûkên dîrokî min çapkirine û li ser folkorê, dora pazdeh-bîst pirtûkên min hene, ko piraniya wan bi birayê xwe re Ordîxanê Celîl re me çapkirine. Ev jî çîrok û çîvanokên kurdî ne, mesele û metelok in û çar-pênc cildên zargotina Kurda ne. Vê pelê min bîbliyografa (lîsta navê pirtûk û nivîskaran) Kurdên Ermenistana Sovyetî amadekiriye, nêzîkî 500-600 rûpelî ye, çi li ser Kurdên Ermenistana Sovyetî hatiye çapkirin min bibliyografya wan çêkiriye. Van pêlan tevlî çend hevalên Kurdnasî Sovyetî, yên bi navûdeng me pirtûkeke nû li ser tevgera Kurdan, ya azadî di sedsala nozdehan de û ta roja îro amadekiriye. Tiştê li ber çavê min e, ez zargotina Kurdên Sûrî, ji pênc cildan, ev jî daneheva min e ko ev sê caran ez têm nav Kurdên Sûrî, amdebikim. Min cildek bi tîpên Rûsî çapkiriye, lê ez dixwazim yên bên çapkirim û yên hatî çapkirin hemû bi tîpên latînî bên çapkirin.

Stêr:Di nav zargotina Kurdên Sovyetî û Kurdên Sûriyê de çi nêzîkabûn û çi cêbûn heye?

Celîl:Pirsa cêbûnê di nav zargotina Kurdên Sovyetistanê û Sûrî de ne tiştekî zanistî ye. Ev cêbûn tiştekî dewletî-sînorî ye. Lê cêbûna folklorî bi sînorên dîrokî-etnografî (zanistiya pesnê tuxmê mirovan dide) tê naskirin. Ev xeta di nav (Kurdên) Îraqê-Îranê, Tirkiyê-Îraqê û Tirkiyê-Sûrî ev ne sînorên etnografî ne, ev sînorên siyasî ne. Etnograf û folklor di nav Kurdên Sûrî û Tirkî li dora sînor (li Serxetê û Binxetê) wek hev in û nav Kurdên Sovyêtistanê û bakurê Kurdistana tirkî ew jî wek hev in. Dêmek ne xerîb e, ko gelek nimûneyên zargotinê hene. ko yên cih in. Li cem me stran hene, yên li ser êlên cihê me ne, yên we jî li ser êlên li cihê we ne. Mirov bêje ew gelekî ji hev cê ne, na. Meydanin hene, wek stranên mêraniyê û dîlok li cem me bihtir tên gotin. Stranên şer çi tê gotin jî ew yên welatê Bişêriyê ne. Li aliyê Kurdaxê min ev texlîtê stranan nedîtiye. Çîrok û çivanok jî li cihekî bêhtir in, li yên din kêmtir in. Stranên şînê li cihê we nînin. Îro em li şînekê bûn, min dît ko stranên şînê nînin. Li cem me stanên şînê, yên taybetî hene bi bend û qafî û qireet. Ev e cêbûn, lê ev giş milkê miletê me ye, em nikarin ji hev bikin, yan hembrî hev rakin, yan jî ji hev derxin. Ew rewş in, xemlandin in her navcehek rayê xwe heye ne ji hev dûr in.

Stêr: Çima tu ji nav hemû texlîtên wêjeyî, yên din bi taybetî guhdidî zargotinê ?

Celîl: Ji mala me, ji bavê min zargotin kete dil û xwîna min. Bavê min gelekî hez ji stranan dikir û zanîbû bihayê zargotina me bidiyê û hê jî dide. Xwendina birayê min Ordixanê Celîl li serzargotina kurdî bû, min jî hêdî hêdî pê re kardikir. Xwîşka min Celîle jî xwendina musîqa kurdî dikir. Hêdî hêdî min ji zargotina kurdî hezkir û xwe jê re amadekir û niha ji min re bûye hewes. Lê hezkirin û tradisya bi tenê hindik e, zêde niha min mijûldike û ji karê eslî, ji dîrokê zêde dibire. Ew fikirdarî, ev nêzîkbûn ko zargotina me niha dimire, xerîb dibe. Zargotin jî xizna me ye, zêrîn e cewahir e, sertaca tora me ye, kultûra me ye. Ta niha, ta vê merhelê titişt nehatiye kirin û eger hatiye kirin, lê hemberî wê behrê ko zargotin di nav miletê me de heye keşkolek maye, zaf hidik e. Îro em rewşenbîrên Kurd heqê me nîne, em guh nedin zargotinê. Zêde gerek e em îro xwe amade bikin, biêşînin, da zargotinê biparêzin, ji mirinê xilas bikin, bi rastî ev mirin e, ji ber bi her xityarekî re, pîrekî re zargotina me windadibe bêveger. Çiqasî ez dipirsim, ji min re stanbêjekî, çîrokvanekî peydekin, bibînin, dibêjin:ah, filankes hebû, te zû bigota, tu zû bihatayî.

Zêde dengbêjên xwe nasbikin, bizanibin li kûderê zargotina me veşartiye, ew zargotina wekî cewahir. Ko me ew xiste pirtûkan ew êdî winda nabe û hezarên salan derbasbibin wê bimîne.

(Berdewam dike)

Stêr 13/1989

Ji ber ko Kovara Stêr bi nehînî derdiket min navê Bilûrvan bikartanî


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST