
Bertold Brecht
Werger: Zagrosê Hajo
Weşanên Komela Jinên Kurdistanê li Swêdê
STOCKHOLM 1992
Ji şanoya perwerdeyî û heyama taristaniyê
Pêşgotin
Jîna bertold brecht bi kurtî
Hînkirin bo, şanoyê
Kesên beşdarî leyistikê
Pêşkêşkirina hêzan
Şerê tîravêjan
Şerê rimbazan
Her heft sûdên rimê
Şerê li ber çêm
Şerê şûrkêşan
Danasa navên di pirtûkê de derbasbûne
Weşanên Çapbûyî yên Komela Jinên
Kurdistanê li Swêd
Û zimên ez li ber goştfiroşan hişkeredikirim.
Tiştê min dikarîbû bikim hindik bû.
Lê karbidest
Her û her bi ewledariyeke mezintir dihesiyan,
eger ez nebûma
Win, yên ko wê ji lehiyê derkevin,
ya ko em tê de xeniqîn
Ji bîr nekin,
eger win li ser belengazan peyivîn,
yên heyama taristaniyê,
ya ko win jê filitîn
Bertold Brecht
Ji helbesta Heyama taristaniyê
Horas û Kuryas leystika Brechtî şanoyî ,ya dawî ye ji yên ko bi navê şanoya perwerdeyî hatine naskirin. Leystikên şanoya perwerdeyî bi gelemperî ji karker û zehmetkêşan re dihatin nivîsandin, da rola xwe di civakê de nas bikin û xwe bibînin, ko ew motorê guhertinên civakî, yên demokrat û pêşverû ne.
Gelek nivîskaran berê xwe dane leyistikên perwerdeyî, piştî ko dergehên şanoyên burjoazî li ber dîtinen wan, yên peşverû hatin girtin. Lê şanoya pewerdeyî li cem Brecht ne wek tê gumankirin hema perwerdeyî bû; ew bi xwe hîndarî bû, alavê hînbûnê bû. Armanca wê ew bû ko huner hevbeşî be, da sînor di nav hunermend û hunergîr de nemînin. Û di dema temaşkirina leystikê de, yê temaşvan dirame, dîtinên rexnegirî li cem tên afrandin û cihê xwe di nav tevgera siyasî de nas dike. Ev yek jî dihêle, ko temaşevan di jiyana li derveyî leystikê de xwe tevlî bûyerên civakî bike û wan biguhere.
Dema Brecht sala 1934 an Horas û Kuryas nivîsand, hingî ew li Danemark sergonkirî bû. Berî wê bi salekê sala 1933 an bi alîkariya semyandarên nijadperest partiya nazistan bi serokatiya Adolf Hitler li Almaniya biserketibû. Nazistan weke lehiyê her tişt li ber xwe dibirin. Hêzên Brecht bi wan behwer dikir, ko wê jiyaneke sosyalîst û demokrat ava bikin bi destê leşkerên taybetî, yên SS dihatin qirkirin. Di vê dema zor de du hêzên ne li gora hev li hemberî hev serî hildabûn. Hêzek xwedî semyan û çekên giran bû, lê ewhêzeke reşî çavsor bû. Hêza din hêza zehmetkêş û demokratan bû, lê ew xwediya gengaziyên piçûk bû. Di vê dema tarî de Brecht ji behwerî neket, ko wê hêza, çavsor neyê şikandin û wê hêza demokrat bi sernekeve. Lê hêza demokrat dive, ko zanibe bi hostayî hemû gengaziyên xwe bikarbêne. Wî ev ramana xwe êxiste rengê vê leystika şanoyî, ko tê de Kuryas bi rola hêza çavsor dirabe û Horas bi ya hêza demokrat û zehmetkêş dirabe.
Ramana Brecht ya di vê leystika şanoyî de ne bi tenê ji bona komeke taybetî, ya mirovan durist e. Ew bi gelemperî ji bona hemû gelên azadîxwaz nemaze ji gelê Kurd re û komên mirovan, yên di bin barê zordarî û stemkariyê de ne jî durist e.
Brecht Horas û Kuryas nivîsand û di bîra wî de bû, ko hûnermendên leystikê pêşkêşbikin wê bi piranî ji rêzên zehmetkêş û bindestan bin, ji ber vê yekê wî leystik ji aliyê teknîkî û dekoratîv ve pir hesan kiriye. Hunermend dikarin wê li çayxanekê, li malekê û yan li serê sikakekê pêşkêş bikin.
Ji ber ramana di Horas û Kuryas de, ya ko ji bo me Kurdan pir aktual e, min ew wergerand zimanê me û hevî dikim, ko ne tenê ew were xwendin, lê ko ew li ser darê şanoyan jî were pêşkêş kirin.
Zagrosê Hajo
Avesta 4.4.1991