|
Leylan, Projeyê Şahinşahiya Akadan |
||
|
|
Çavkanî: Profesor Harvey Weiss, Zankoya Yale Werger: Zagrosê Hajo
1.Sînorên zanînê Hatina Şahinşahiya Akadiyan nav deşta bakurê Mezopotamya, di hezarsaliya sisiyan de, êzgeha dawî bû ya pêvajoya impratoriya gund-welat, ya ko ji hezarsaliya şeşan ta hezarsaliya sisiyan kişandibû (Adams 1966; Stone 1995; Wêne 1). Ev nimûneya guherîna çandî ya derketî, weke paşmaya “Her Çar Gavên” (1776, Meek 1978) Smith e, û Civaka Kevnare ya Morgan e (Leacock, ed., 1963), lê ev bi tenê piştî wergerandina puwazka (prism) Weld-Blundell (Jacobsen 1939) qewimî û pêkanîna ji nû ve avakirina pûtxaneya Manishtushu ya akadî li Nînewa (Childe 1936; Adams 1966; Weiss 2003). Niha, wan bi temamî cihê xwe di nav deqên pirtûkên me de girtine (bo nimûne, Nissen 1998; Wenke 2000, Roaf 1996; van de Mieroop 2004) û monograf (bo nimûne, Liverani ed., 1993; Westenholz 1999; Glassner 1986; Goodnick Westenholz 1997) Akad “impratoriya pêşî” ye. Lê regez, rewişt, erk û bandewariya Şahinşahiya Akadiyan nehatine naskirin –bi tenê pesnê wan hatiye dan, pesindaneke rijî û xav, yan jî bi watene dijraber, weke “impratorî” hatiye pesindan. Wêne 1. Şahinşahiya Akadî
Gelo ev şahinşahî impratorî bû? Eger weha be, çawa? Yan gelo desthilata dewleta Akadiyan ”têra wê nedikir, da biryardar be û bi tewayî kontroleke impatorî bike” (Adams 1966: 159), û bi tenê kontroleke seresere ya sînorên nêzîk û yên riyên bazirganiyê dikir, ko berbi deverên dûr ve ‘derametên stratîjî’ ve diçûn (wek nimûne, Michalowski 1993; Marcus 1998; van de Mieroop 2004; Nissen 1988)? Hîmên şahinşahiya Akadan, helbet, ji verastkirinê re ne vekirîne: ji bilî xwepesindana Sargon “mêrê mezin” li ser neqşên 4000 sal kevn, em nizanin çawa ev şahinşahî hatibû avakirin (Frayne 1993). Em nizanin paytexta vê şahinşahiyê li kû diket, tevlî ko xwedî niştevan bû, û basa wê di belgeyên hevdem de, di dirêjayiya du hezar salan de, hatibû kirin (Weiss 1975; Weiss 1991). Bi rastî, tiştê bi tenê mirov jê piştrast e rûdana hêriftina “şahinşahiya” Akadan e, ko di çavkaniyên binekî de di Lîsta Şahên Sumeran de “…kî şah bû, kî neşah bû?...” (Jacobsen 1939) hatiye dupat kirin, “…heft nifş ji heyama hêriftina Akad” ya Şamşî Adad (Grayson 1987: 53), û pêşkêşkirina (nûnertiya) hezar salî dirêj ya bi bêhna îdeyolojî, weke ko cara pêşî be Mezopotamyaya yekbûyî bûbe xwedî kontroleke navendî û hevbeş. 2. Lêkolînên girîmankarî Arkeoloj di danasîna “şahinşahiyê” de dudil in (wek nimûne, Sinopoli 1994; Alcock et al. 2001). Lê li Mezoamerîkayê û li Andan jeolojan bi kategoriyên naskirî, yên aborî siyasî (Mommsen 1980), zanînên li ser şahinşahiyên kevnare parzinandine (Blanton 1996; Earle 1989, 1994; Hastorf 1990; Murra 1980). Tevlî ko, yan jî ji ber ko datayên kêm û tevlîheviyên hê bêhtir, “Gelo şahinşahiyeke Akadiyan hebû?” hê ta roja îro jî bi sê girîmankariyên (hîptêzên), xuya ye ko xav in, tê bersivdan: “Tomarên (rekordên) zimanê akadî bi kar anîne nepêwist e, ko nîşana rêvebiriya şaneşîniya akadî be… bi tewawî weke heyama Fermanrewayên Berê, dibe ko ew bêhtir nîşana belavbûna şêweyê nivîsandina ji başûr be” (van de Mieroop 2004: 64; Michalowski 1993). Hin akadî li Birak, Leylên û Mozan peydebûne, lê wan li van deran çi dikirin, dev ji muhr, avayî, berdêlî û berdanan berdin, ev yek nexuya ye û dibe ko dê nezanbar bimêne. Sîn keçek ji keçên xwe da fermandarekî Mozan, lê nirx û payabilindiya wê li Mozan nediyar e. Radeya kûrbûna tevlîbûn û çavdêriya herêmên gundewarî nehatiye naskirin (Oates, Oates, McDonald 2002; Bucellati 2003) tevlî ko hin nîşanên hebûna wan hene (Catagnoti and Bonechi 1992). Çavdêriya akadan li ser herêman li gor peydebûna keresteyên bi nirx, weke kan û kevirên taybet hatibû plankirin, kan û kevirên taybet ko li bakur û li Hindê peyde dibûn (Oates 1976, Nissen 1988). Akad li Leylên, Mozan, Birak hebûn û berhemdariya mezin ya deşta Leylên dixwarin (Weiss 1984; Besonen and Cremaschi 2004). Berhemên dihatine çinîn ji Leylên bardikirine Farfara (TL jimar 186) yan jî Tilayid (TL jimar 90) û ji wir di ser çemê Ceqceq re dibirine Nagara (Loretz 1969: no. 68). Ceqceq di başûrrojavayê Birak re derbas dibe --- Birak bênimûne dûrî çeman bû (Wilkinson et al. 2001: 2, 7)--- piştre ji bakurrojhilat di ber rojhilat û başûrê keviya bajêr re derbas dibû û ji wir diçû berbi başûrrojava ve (Wêne 2). Wêne 2. Deşta Red û çemê Ceqceq, û Til Birak. Di heyamên berê de çemê Ceqceq berbi Birak û hawîrdorê wê ve diherikî, ji bakurrojhilat berbi başûrrojava ve diçû, û piştre ji bajêr derdiket. Ev wêne yê Corona ye, çemê Ceqceqê kevnare bi PS û hevdijiyê (kontrastê) hatiye çakkirin.
Wêne 3. Nexşê herêma Leylên, Leylan heyama IIb (Akadî)
Girîmankarî 1 (Hîpotêz 1), erê ew bi tewayî nebergirbar e, lê herweha ew ya herî lawaz jî xuyadike. Awireke bi lez li çanda keresteyî ya akadî li nav Deşta Xabûr (Wêne 4) dixwaze belgeyên ko li bakur nayêne dîtin pêşkêş bike. Wêne 4. cihê xwezayî yê çanda keresteyî ya akadan= cihê xwezayî yê akadan?
Çar tomar ji rêvebiriyê nîşan didin, ko çavdêriyeke lêwergirtî ya akadan rasterast li ser Deşa Xabûr hebû, ew ev bûn: -Çapa muhrên fermanberên akadî (Oates, Oates, McDonald 2002; Weiss et al 2002) -Pîvanên levakirinê yên akadî li herêmên dagirkirî (Powell 1990; Senior and Weiss 1992) -Beşkirina bacên karkerên herêmî ji aliyê akadan ve (Catagnoti and Bonechi 1992) -Şandina barên mezin yên tovê çandinê ji aliyê akadan ve (wek nimûne 29 ton) ji Nagar berbi Sippar ve (King1896: 1b,c; Weiss 2003). Wêne 5. “40800 lîtir ce, ji Nagar berbi Sippar ve, Dada pîvaye”
Li Birak, “keliha” Naram-Sîn “yan jî çi be” (van de Mieroop 2004), ji mêj ve nemaye, û pûtxaneyên vê dawiyê hatine dîtin, kêm agahiyan li ser rêvebiriya akadî li Deşta Xabûr didin (Oates, Oates McDonald 2002). Li Mozan, koçkeke herêmî ji bo zewaceke şahanî bi keça Naram-Sîn re hatibû terxankirin (Buccellati and Buccellati 2002), lê ti vekolînevan behwer nakin, ko çavdêriya akadan li ser bajêr hebe, û giringiya belgeyên rêvebiriya akadî yên li koçkê hatine dîtin ne zelal e (Milano 1991). Bi tevayî, datayên li ber dest kêm in yan jî ti derfetê nadin bo kûrkirin, ceribandin, yan jî parzinandina girîmankariya li ser şahinşahiya gundane ya akadan bibe. Pêdiviya me “bi vekolîna herêmên digehine taqên jor yên dara desthilatiyê heye, da em avayiyên dezgehên dewletê bibînin” (Flannery 1998: 55). Pêdiviya me bi derbasbûna nav avayiyên rêvebiriya akadan heye. 3. Ferehkirina radeyan Leylan paytexta akadiyan ya herêmî bû, ko çavdêriya berhemên çandinê yên pir bi xêr û bêr li Deşta Xabûr dikir (Weiss 1984; Besonen and Cremaschi 2004). Leylan ew bajar e, ko di belgeyeyên rêvebiriyê de û li ser muhrên ji Til Birak/Nagara de herî bêhtir tê bi nav kirin. Me niha li Leylan/Şehna (AAB) dest bi vekolîn û şîtelkirina (analîzkirin) tewaw ya avayiya rêvebiriya akadan kiriye. AAB li Akropolîsa Leylên NW yekser di ser cadeya bi qehfik û keviran rastkirî di sala 2002an de cih girtiye û ji avayiya dibistana akadî derdikeve. Gişt şeşyeka hersê taqên dawî yên avayiyê, her yek nêzîkî 1500 metrên çarçik e, di heftiyên dawî de yên demsala projeya vekolînê li Leylên 2002 hatine paqijkirin (Ristvet and Weiss 2004; deLillis, Milano, Mori 2004). Wêne 6. Avayiya Revebiriya Akadan, bergehê bakur û riya li ber derî, dûmahiya niştevaniyê, vekolana temûza 2002an.
Ji nû ve avakirin û ji nû ve bikaranîna avayiya ji çîna nêzîkî 2 metran bilind biheketiye; niştevanên dawî yên avayiyê ji çîna dûmahî li Leylan IIb ne, yên niştevanên Akropolîsa Leylên, û berî wê ti avayiyên kevntir peyde nabin. Bi dawî anîna paqijkirina çînên vê avayiyê dê şeş demsalên vekolandinê bixwaze û dibe ko ji deh salên pir bi bendûbarî (disîplîn) yên lêkolînan dirêj bike.
Çavkanî:
Adams, Robert McC.1966 The Evolution of Urban Society. Chicago: Archaeology Prof. Zainab Bahrani, Columbia University Francesca DeLillis, Università di Roma Torben Larsen, University of Copenhagen Dr. Andrew McCarthy, Edinburgh University, post-doctoral research Prof. Richard Meadow, Harvard University Dr. Lucia Mori, Università di Roma, post-doctoral research Salam Qantar, Directorate-General of Antiquities, Damascus Lauren Ristvet, Cambridge University, post-doctoral research Prof. Elena Rova, Università di Venezia Prof. Harvey Weiss, Yale University Yale University archaeology graduate students Dr. Stephania Merlo, Cambridge
Conservation Ulla Kasten, Yale University
Instrumental Neutron Activation Analysis Dr. M. James Blackman, Smithsonian Institution
Radiocarbon Dr. Thomas Guilderson, Center for Accelerator Mass Spectrometry, LLRL
Soil Micromorphology Miranda Semple, Cambridge University, dissertation research
Paleobotany Dr. Wilma Wetterstrom, Harvard University Dr. Dominique deMoulins, UCL Institute of Archaeology
Zooarchaeology Dr. Melinda Zeder, Smithsonian Institution Scott Rufolo, Johns Hopkins University, dissertation research Prof. Richard Meadow, Harvard University
Geoarchaeology Prof. Mauro Cremaschi, Università di Milano Mark Besonen, UMass, Amherst
Assyriology Prof. Piotr Steinkeller, Harvard University Prof. Lucio Milano, Università di Venezia |
|