Beşek ji romanê

Şêxê Kesk

 

Mihemed Efîf Huseynî

 

Şêxê kesk li bajêr e...

Şêxê kesk li Amûdê ye...

Ji sînorên kurdistana bakur dest pê dike ta tixûbên Qamişlokê ta ko dawî dighêje gundê Berko;  ev gundê ko bi hundir û di heriyê  nixumandiye..

- Farûq de li tembûrê xîn.

Farûqê di çeşnê rovî de... kur amê min. Cigareyekê sor dike û dûmanê dicû... Şeş meh derbasbûne û Farûq qisekirin ji bîr kiriye. Şêxê kesk dibêje:

- Ziman xweşiya kurdan e. yê ko jibîrkir hêwirî.

Farûq bi çavên xwe yên xemgîn; kevnar; germ, li Şêx temaşe dike, piçekî cigare kêşana xwe radiwestîne. Ji bilî bi Şêxê kesk re bi tu kesî re napeyive. ji gund derdiçin û ber bi çola bakur de dirin. Li nêzî wan esmanê zîvînî û Şêrîna ko bi dilxweşî çavdêriya wan dike:

- Zimanê Farûq geriya.

Gurzek pûng, Tembûra dirêj, û zerika zêrînî ya lalo; zerika mişt ard, ardekî efsanewî bû,  ji bo dengê xwe yî bi lalîtiyê rapêçyî, dixwar.

Ax.. Ax .. Ey dilê min î bi zarokan xemilandî.. Ey Helepçe..

Di wê çolistanê de, ji bilî hestên dijwar ên Farûq, tiştek nîn e. Li serdema xwe û li serdema apê xwe temaşe dike,  têlên Tembûrê di nav destên wî de  vedizilin, sîber û terîşa nîşankirî ya ala Kurdistanê ji nav têlan diherikin.

Du reş di şevê de.. di zimên de geryanê dikin, ziman dikin pûng; Şêx pûngê dicû, û Farûq jî wê li tevlî ard û lalîtiya xwe dike. Ji Xecokê ta Noza li gundan digerin, aso dikeritînin, demê jî bi leza xwe av didin, di hestên kurdan de şîn tên: Sazbendekî gerokî/ Şêxekî ji ne`ne`ê û ji dilovaniyê.

- Apo.. Kulîlkên hibrê careke dî geş bûn!

- Devjêberd kurê min.. Ew xweşiya kurdan e.

 

 

çek dereng hatin. Qunsil wan xapand. Di şûna çekên giran de, dewleta mezin,  sakoyên leşkerî û nîşanên serbazan û hinek barûd ji wan re hinartibû . Pir bilez nûçe ji ( Aşê Elawî ) hatin û qereqola bajêr derbaskirin û gihiştin gora ( Şêx Sedeqa ) .

û li bakur.. bakurê herdemîn/  Bakurê leşker û penaberan, nûçe  ji gundekî giha gundekî din: Qazî Mihemed hat kuştin..

Sîberine lawaz xwe davên ser bajêr, ewrine zîvînî di ser serê Şêx re derbas dibin, payîzê bi ser balendeyekî zer de tîr dikin, û Farûq jî bi ser gewriyeke şikestî wek camê tîr dikin, bi hêminî rûniştin, bi westan rûniştin:

- Apo! Porê te sipî bûye û gavên te giran bûn e?

Giraniya Xwe spart ser min, û me berê da goristana bajêr, çend gulleyan Şêrînê şiyar kirin:

- Tu ji bo çi hatiyî vir Keko?

- Da ko em kaxezan bibin.

- Kî bi te re ye?

- Apê Şêx.

- Lê mirî ye?

- Li wî alî goristanê ye.

Şêrîn û firişteyên xwe, Apê min û kesên xwe yên ko li esmanan digerin, îro yekî din li wan zêde kir, bi şarezayî ew durust kir û ber bi esmên de berda, lê pişt re ji mêvanê nûhatî westiya, çinkî birînên Qazî Mihemed terr bûn, û ew bi xwe jî bêcir bû:

- Ma General bi ko de çû?

- Nexşeya komarê bi xwe re bir û bû pûng.

Şêxê ( Ne`ne`ê ) şêxekî bê mînak e,tûtina wî, qelûnên wî, riha wî, tiliyên lerzokî, rengvedana ronahiyê li ser berçavkên wî yên şevînî, gustîlka wî ya reş, guncîna wî ligel Farûqî, şiyana wî ko bibe nûnerê şevpestan, kenê kesk, navê wî,  û şalê ko di wexta xemgîniyê de nazikbûna xwe pê dipêçe, dudiliya wî berya ko asîtanka dergeh debas bike, tariya destên xwe ber bi jora dergeh ve dizîvirîne, xanî bi sîberên dûr ron dibe, nediyar dilivin; kesk in ji pûngê ne.

Gazî min dike, gazî biraziyê xwe dike... Ji min dipirse ( Ma gelo min tu tiş ji bîrkir?), bi mamostayetî xwe ji nav sîberan ber bi rojê de radikişîne û şahinşahiya xwe yî nûranî dadimezirîne, di navbera kêlîk û kêlîkekê de radiweste û çavdêriya dêwarên herînî dike, kêrekê derdixîne û piçekî dikole:

- Ev axa Şermola ye... Min li wir veşêrin.

û Şêxê ne`ne`ê hemî şekirên di çêja ne`ne`ê de ji firoşgehên bajên kirîne, qutiyê şekir di sindoqekê de veşartine, sindoqê diguhêze odeyê, li wir, di odê de çar salan û sê mehan û çar rojan dimîne, pişt re sindoqê derdixîne:

- Ev salana salên mirina Şêrînê bûn; Şêrîn  pîrozmenda malê, pêximbera hêlanên esmanî.

Şêxê kesk  li hemî dergehên bajêr dide, şekirên xwe li hemî xelkên bajêr belav dike, mal bi mal, dîwar bi dîwar.... ew bîna ahangane ya şekirên xwe belav dike.. û bi dengê xwe yî taybetmend helbestên Cegerxwîn distirê.

 

 

Roj bi roj wêran di giyanê Şêx de pirtir dibin, Mîrê Botan gazî wî dike, lê bê bersiv e, nivîseke nû ji hejmara nû ya kovarê dixwaze, lê bê bersiv e, nimêjan jê dixwaze, û nimêj ji riha wî ya kesk bi dûrketine, anuha di ne `ne `ê de ye, rondika Qazî Mihemed dibarîne, ji hevrêşima bîranînan ber bi terîşên kesk ve sernişîv dibe, her roj derbasî firoşgeha Hec Qiço dibe... , firoşgeha dirêj , bejna wî ya di çeşnê berbangê de, paltoyê ji çerm, perwana ji kertonê, aroxa sor, merdiya cawbira Elmanî, bîna caw û neynik.. li destê çepê westana neynikê, Şêxê kesk gazekê ji cawekî kesk dikire, bi lez vedigere malê, caw tîş- tîşî dike, terîşan û tîşan di bêrîkên xwe de bi cih dike, û bi rêdikeve.. zilamek e di ziman de dûr e,  dûr e û ber bi goristanan de diherike, gora Şêrînê bi terîşan dixemilîne, çend katjimêran bêdeng dimîne, pişt re bendewariya wê kurtepista narîn a ko ji zemînê derdiçe, dike:

- Dengê Farûq e?

Tu yara hesinî.. Tu Şêrînê yî tu xweşiktirîn jin î.. Di afirandina Mediyan de tu xweşiktirîn ziman î.. Te bi tenha û dûr hiştine... Ey Şêrîn! Ez berndewarê kirasê te yî sipî ne ko pêşinde xwe li ba bike.. ko pişt re kulîlkên zer jê bifirin; kulîlkê ko rojekê me ew ji bêzariya xwe çêkiribûn/ ko ber bi dûr ve bifirin; ko di navbera pifkirina zurnevan û rengên dengbêjê kor û amadeyiya Qunsilê bêbext  de bifirin.

Vedigere, wek Şêxekî ji pûngê û ji çîveçîvê, vedigere neynika tenhatiya xwe, bi bêdengiyeke giştî tê rapêçandin, Mîr dibêje:

- Farûq Şêx xapandiye.. dengê wî jê stendiye û ardê xwe dayêyê.