Tawan
Nîzar Agrî
Min deriyê hewşê, ji aliyê hundir ve, baş asê kir. Ez û ew, tenê, rû li rû, li himberî hev rawestiyan. Em herdu bîhnçikyayî bûn û xwêdan ji laşê min diherikî. Helkehelka min bû. Min ba dikişand sînga xwe û ez wek hespekî westiyayî mabûm.
- “Ev cara dawî ye“. Min ji xwe re got û min bi tundî ziq li çavên wî nêrî. Vê carê ji destên min nafilite.
Me gelekî şer kir. Hercarê ez dihatim wî zeft bikim lê ew ji nav destê min dişemitî. Baz dida û diçû li qorzîka dûr disekinî û li min temaşe dikir, yekcaran min lingê xwe li zikê wî, yan jî li pişta wî dixist. Qîrînî jê dihat û bi hewa diket. Carekê min xwest ez lingê xwe di sînga wî xînim lê wî xwe revand û ber bi jor ve hilpekiya.
Wexta ko xwe di rewşeke teng de didît xwe ji nû ve dida ser hev , bîstikekê radiwestiya û bi şûn de, ji nişkê ve xwe li bin guhê min dixist, ez tar û mar dikirim, bi lez û bez ji min dûr diket û bi awirine tûj li min dinêrî. Wê çaxê ez dîn dibûm. Ronî di çavên min de nedima. Ez dihatim ko bifetisim, qirika min zuha dibû û laşê min dilerizî.
Lê vê carê ji destê min nafilite.
Êdî rê li ber nemaye, va min derî girt û cih ji revê re nema, Îca ket xefkê.
Wa xuya ye ko ew jî bi dawiya xwe hisiyaye, lewra bê dilê xwe baz dide.
Naxwaze min biqeherîne.
- Wê bi kuderê ve biçe?
Ez hemî hêza xwe berhev dikim û sînga xwe mişt ba dikim û bi lingê wî yê çepê digirim. Qarqara wî dunya-yê diherifîne.
Ez hişk bi laşê wî digirim û lingê wî yê rastê ber bi xwe ve dikişînim. Hêdî hêdî ez kêrê ji bêrîka xwe derdixim. Ez pişta xwe rast dikim û bi qirika wî digirim û kêrê nêzîkî wî dikim. Ji nişkê ve çavên wî li hember çavên min fireh dibin, radiwestin û awirine seyr û biyan li min vedidin. Tirs û bêhêvîtî tevlî hev bûne. Bi hêminî çavên xwe digire û tiştekî mîna hêsran ji wan diherike.
Êvarê, li malê, dema ko ez derbasî odeya xwarinê bûm û rûniştim û diya min ji min re mesefa xwarinê anî, ez hatim ko verişim, min perçeyên laşê wî li ser rûyê savarê raxistî dîtin. Ez rabûm ser xwe û derketim derve.
Daxwaza giriyekî kûr da ser min.
SERPÊHATIYA SOLÊ
S
alih kursiya xwe danî ber deriyê dikana xwe, li ser rûnişt, lingek avêt ser lingekî. simbêlên xwe badan, bişirî, kuxiya, çend selewat ji xwedayê xwe re dan, destên xwe tev birin û anîn û li hawîrdora xwe nerî. Kêf ketibû dil wî çimkî vê sibehê, berya ko bê dikana xwe, berê xwe bi Mecîd xistibû. Mecîdî jê re gotibû ko hevalan ew endamê bilind di partiyê de bijartine. Êdî Salih dê qedera partiyê û gel di destê xwe ke.
Lê çaxa ko Salih xwest xwe vehesîne û lingê din deyne ser yê din, otomobîleke hukûmetê li ber dikanê rawestiya, du kesên bi cilên sivîl tê de bûn, berçavkên reş li ber çavên wan bûn. Yekî ji wan bang Salihî kir. Salih rabû ser piyan û bi lez ber bi oto-mobîlê de çû. Mêrik jêre got ko têkeve otomobîlê. Salih got ko ew li ber dikanê ye!. Mêrik bi xeyd got ko, eger ew têkeve otomobîlê, dikan baz nade. Salih bi tirs kete otomobîlê û li kêleka herdû kesên sivîl rûnişt.
Yê pêşî got:
- Tu yê bi me re werî.
Salih got:
- Ez dê werim kû?
Yê dî got:
- Dûre tu yê nas bikî!
Salih got:
Ezbenî, kar, îşê min heye, ez li ber dikanê me, ez nikarim we-rim.
Herdû kes keniyan û ji şifêrî re gotin ko bi rê keve.
Otomobîl bi rê ket, Salihî kire xirecir, xwe hilanî û li erdê xist, deriyê otomobîlê vekir, lê herdû mirovan bi destên wî gir-tin û ew kişandin. Salih bi ser rûyê xwe ket, solek ji lingê wî kete erdê û solek di lingê wî de ma. Derî girtin û otomobîl fi-riya û di zikakên bajêr re derbas bû û ber bi avhiya hukûmetê ya herî mezin ve çû û li wir rawestiya. Salih ji otomobîlê da-xistin.
Salih bawer dikir ko ev tişt hemû şaşitiyeke mezin e, hemû kes dizanin ko ew di partiyê de ye. Hukûmet jî vî tiştî dizane, ev deh sal in ko ew endamê partiyê ye. Rojekê kesî jê re nego-tiye çima. Hemû berpirsiyarên hukûmetê yên bajêr wî nas dikin "bêgûman şaşitiyek heye" Salih wiha ji xwe re digot; çaxa ew derbasî avahiya hikûmetê kirin. Gava ji otomobîlê çû hundir, bi ferek sol dimeşiya, lewre xuya dikir ko dikule. Salih di ber xwe re dikeniya û digot: "bêgûman henekan bi min dikin".
Çaxa şeqama pêşî xwar mat ma, birûsk ji ber çavê wî çû, xwîn hilkişiya qotê serê wî, lê dîsa ji xwe re got"Henekan bi min dikin". Her çend navên hevalên wî jê dipirsîn jî lê dîsa ew di-keniya û digot: "Ez nizanim". Ne ko nizanîbû û ne jî ko ne dixwest navên hevalên xwe eşkere bike, lê wî dizanîbû ko hikûmet her tiştî dizane û navên hemiyan dizane, lewre ji xwe re henekan pê dikin.
Piştî ko deh-panzdeh sîleyên dijwar xwarin, Salih hinekî te-vizî lê her dîsa di wê baweriyê de bû ko şaşitiyek heye û ko henekan pê dikin, ji ber vê jî her ko navên hevalên wî jê di-pirsîn, ew dikeniya.
Ew tazî kirin, çavên wî girêdan, av bi ser dakirin, ew daliqan-din, ew feleqe kirin, elektirîk di laşê wî re derbas kirin, ku-tanê, ew xazoq kirin, ew qulopanî kirin, her çi pê dikirin Salih di ber xwe de digot: "Şaşitiyek heye". Di wê baweriyê de bû ko ew dê wî zû berdin û wî vegerînin dikana wî.
Çavekî wî werimî û nema baş bi yê din didît, sê parsûyên wî şkestin, xwîn bi mîza wî re dihat, çar diranên wî yên xwarê ke-tin.
Saleh kirin zindaneke biçûk î yek kesî ko bi şev û rojê tarî bû, derî lê venedikirin, kesî ew nedidît.
Piştî mehek işkencê ew rakirin birin paytextê.
Destên Salihî di kelepçê de ew di otomobîlê de di nav zikakên paytextê re derbas kirin. Çaxa ew daxistin piçekî di ber goris-tanê re meşandin. Di ber goristana şehîdan re derbas bûn, Salih ji nişkê ve rawestiya, gardiyanan ew dehf dan, Salih lukumî û fera sola wî ji lingê wî ket, rahişt sola xwe û çeng kir goris-tanê; keniya û got: "Here tu jî şehîd î".
Li paytextê dîsa pirsên xwe dûbare kirin, li hevalên wî pirsîn, jê re gotin: "çima tu sibehê çûbûyî ba Mecîdî" Jê re gotin ko tu dixwazî welêt perçe bikî û dewleteke serbixwe li ser axa welêt ava bikî.
Salih dikeniya, hêjî bawer dikir ko henekan pê dikin, di ber xwe de digot: "Qurban dewleta çi halê çi!".
Ew xistin zindaneke firehtir. Qawûş tije hebsî bûn. Sih-çel kes di odeyeke heft-heşt metroyî de bûn. Salih ji hebsiyan re henek dikirin, digot wan ew bi şaşî anîne, yan ji xwe re tinaziyan pê dikin. Her ko nobedar li derî dixist, yan dihat ko bangî hinekan bike, Salihî digot: "va hatin dê min berdin".
Mala Salih perîşan bûn, jin û zarokên wî bê sermiyan û bê xwedî man. Dikan firotin, û hemû pere dan hukemetê da ko Sa-lihî berdin. Hevalên Salih ên partiyê destên xwe jê şûştin. Mervanên wî xwedî lê derneketin. Her ko Salih diçû ba ofîserî dikeniya û digot: "Ezbenî, ma ne bes e, tinaza we dirêj kir"
Ofîserî serê xwe dihejand û di bin simbêlên xwe re dibişirî.
Salihî deh salan di zindanê de ma. Çaxa ko derket, dinya hemû hatibû guhertin. Partiya wî bûbû du-sê perç e. Mecîd serokê perçeyekî bû. Çavekî Salih kor bûbû, gurçika wî xerab bûbû, hestiyên pişta wî diêşiyan.
Salih yekser çû goristana şehîdan, li nav goran li ferek sol di-geriya.
Salih nuha di nexweşxaneya dînan de ye, herdem dikene û dibêje: "Şaşîtiyek mezin bû, tinazên xwe bi min dikin".