TOROS Ey xwedanê felatê

Iqbal Ebdulfetah

Xwe dinixumîne, xwe di qermîçekên paltoyê xwe yê şilbûyî û gemarî de vedişêre. Ax, şev tê, hêdî hêdî girkokê ji ronahî û ji germahiya qertel dişe-mite, çavdêriya windabûna wî, bi rêveçûna wî û daqurtandina wî ji alî hût ve, dike. Parek jê daqurtand, bûnewerên taristanê ji gorên xwe yên stêrane derdiçin, xwe radimidîne, tîr dibe, hêdî hêdî dabeş dibe. Du paran dadi-qurtîne, û esmanê ko berî bîstikekê lajwerdî bû, bi girkokine qalind, hevdûgirtî, li xwe pêçayî, bi tabloyên taristan nixumand.

Girkokê agirînî ber bi jêra gerdûn ve gindirî, gayê bi bask bo katjimêrên gerîna xwe ya bi kotekî wek berdewamkirina gihiştina pronameya qederiyane di kakilê nediyariyê de , ew daqurtand.

Li paş çiyayê Cûdî dengê gulebaraneke dûr têt, nikare bi bejna xwe ya me-zin gulebaranê rawestîne. Li vir keştiya pêximberê temendirêj rawestiya, û hebûn jî, wek zaroka sava, teze, ji pîrîtiya xwe derçû.

Ji bo guherandina jiyan û mirinê, careke dî, pêvajoyeke nûhatî dest pê kir.

Anuha dê ji şkeftên xwe, digel pîrevok û bûnewerên nediyar û reşkên şevê û hirçan û ziyamaran û guran, derkevin. Dê demgerîna têkçûyan û lêgerînên serkeftin û berdewamî û nemiriyê belav bibin. Anuha li ser kenarên jêrîn pêvajoya tirs û mirin û velerzînê vedibe.

Dilerize, ji nav valahiya diranan zîqezîq derdiçe. Jiyana xwîniyan ji zikê taris-tanê diherike. Hey Toros! Hey Xwedayê felatê! Va ez nêzî te dibim, de hema şeveke dîtir jî min himbêz bike… Ez ber bi te ve têm hey Xweda!

Dengê gulebaranê baş têt bihîstin, balefir in, êrîşeke nû ye, gundekî nû ye. Leşker, li zinaran û tengerêyan û rûbaran û dol û pesaran belav dibin û li bûnewerên ko bi rojê û dîdariyê hatine sûcdar kirin, digerin: Ez dê bi pêş de biçim, hêviya vegerê nîne, hemî li pey te ne, yên revyayî li pey te ne û yên ko li pey yên revyayî ne jî li pey te ne, de ber bi sînor ve, ber bi felatê ve biçe.

Ax, dirk û stirî, zuryana kujdar, berfên Kurdistanê û bahozên bakur, di navbe-ra wan de rexên jêrîn ên Cûdî derbas dike û ber bi sînorî ve diçe, Ber bi Toro-sê rût ve diçe, digihêje hevalên xwe, yek ji wan nêzîkî wî dibe:

- Ma ev tengerê dê kengî bi dawî bibe?

- Hindik maye, de ka em berdewam bikin, leşker ber bi zinaran ve tên.

- Ez pir westiyayî me, ka em piçekî vehesin.

- Em dê nikaribin vehesin, rojek an duroj in û em dê bigihêjin navçeyên lixweewlebûnê.

- Lingên min diêşin, ez birçî me.

- Piçek nan bixwe, berdewam bike, xwe ragire.

Rêber û çar kesên reviyayî ber bi jêr ve diçin, ber bi jêrveçûn jî felata ji destê leşkeran û sultanên çekdar ên taristanê ye. Ji nişkê ve pêrgî tang û topan û leşkerên peya, dibin.

Xwe veşêrin, xwe di paş teht û hîman de veşêrin..!

Ber bi hîman ve direvin, di paş hîman de bêdeng dibin, guregura tangê bê-dengiya zinarî dibire.

Dilerize, “ dê mîna kêzikekê te bigirin, dê te bikin gulokeke hevîr, dê te bihê-rin, Toros hey Xwedayê felatê! Hey Xwedayê rût, ma felat heye!!?“.

Deh rojên ji likumîn û rêvingî û rev û bazdanê. Deh rojên li esmên li nêzî zemînê li ber lingên çiyayên Cûdî; bûnewerê dastanî, bûnewerê sawdar û zor-baz û berfireh, Cûdîyê ko tem û ewran li newqa xwe dialîne. Cûdiyê ko dirin-de û mirovên reviyayî û hemî bûnewerên windayî xwe lê digirin. Çiyayê ko xwe bi ragirtina xwe ya li hember pêlên tofana giranbuha paye dike. Tofana ko dixwest wî binixumîne, ko dixwest bigihêje gupîtikekê ji gupîtikên wî. Êdî li wir dara biyê xwe bi hebûna xwe ya bi tenê ya di nav zemîna ji avê ta avê de, serbilind dike.

Ax, tang laşê yekî ji wan bi zencîrên xwe dihêre. Xwîn û hinav û endamên lêş tevlî keviran û axê dibin û şûnşopa xwe bi rengê sor nîgar dikin. “ Hey Toros, ma êdî felatî maye!!?“ Hey Xwedayê rût î dirêj, hey welatê Horî û Orarto û Mediyan. Hey govayê(şahidê)ketin û têkçûn û şkestinê. Hey goveyê serkefti-nan û împratoriyan û daçikandina alên cihêreng, ma tu yê xwîniyekî, revyay-ekî himêz bikî, ma tu yê revê bibînî, tu yê koçeke dîtir bibînî, ma tu yê bi da-wîhatineke dîtir bibînî?!

Bi tenê, westiyayî, ber bi pêş ve berdewam dike. Rewangeya dawî wek sîbe-rekê xwe li ba dike, çavê wî yê ko maye wek pizoteke dadayî dibiriqe. Xwîn ji kunên destmala ko çav pê girêdayî ye diherike. Û bejna Toros jî nêzîk, pir nêzîk dixuye.

Hey Toros min himbêz bike. De min himbêz bike. Ma gelo wexta felatê hati-ye!?