PÊŞGOTIN
Ne gengaz e ko bi serpilkî û bi ramanên lawaz, li ser mijareke balkêş û hestdar a di çeşnê mijara kurdên erebînivîs de bête nivîsandin. Her nivîsan-dina ko bixwaze nêzî vê mijarê bibe-da ko tevlihe-viyê durist neke- pêdivîyî têgihiştina bar û doxên dîrokî û kulturî ye. Têgihiştin jî tenê bi damezi-randina projeyeke şaristanî û rewşenbîrî pêk tê. Lê em ne di wê baweriyê de ne ko projeyeke wisa dikare di wexteke nêzîk de têkeve bîra kurdan.
Kurdên erebînivîs ên ko zimanê erebî wek alaveke derbirînê bi kar tînin û bi alîkariya wê alavê hem hebûna xwe û hem jî kesayetî û çanda xwe ya netewî diparêzin û spehîbûna welatê xwe; ew spehîbûna ko bi derd û kul û rondikan hatiye nixumandin û veşar-tin, werdigerînin zimanê aferandin û dahênanê, erk û berpirsiyariyên xwe yên wijdanî, dîrokî û kulturî bi cî tînin.
Selîm Berekatê ko ev serê sih salan e şaneyên laşê kurd yek li pey yekê vedijîne û hewl dide ko dîmena "kêlîka kurdan" pêşkêşî mirovatiyê û berî her kesî xwendevanên ereb bike û îstgehên xwînê yên dîroka jibîrkirî di reh û damarên peyvê de bi-teqîne, îro rê li ber berhemên wî têne girtin da ko wernegerin zimanên dîtir, çimkî li gor belgeya ko ji alî weşanxaneya Farrar, Straus & Giroux hatiye belav kirin û li gor lêkolîna Cenîn Abûşî Delal ko di hejmara Gulanê ya Time emerîkî de hatiye çapki-rin, Selîm Berekat ji bona ko trajediya gelê kurd pir bi lez bigihîne derveyî herêmê hewl dide ko ro-manên xwe ji bo xwendevanên Rojavayê binivîsîne.
Em jî di vê hejmarê de bersiva Selîm Berekat a ko di rojnameya ElHeyat de derketiye belav dikin, reng e kurdên paqij (!!) ên Ewropayê, digel siyasetmeda-rên xwe yên ko dikarin bi buhayê çend tivingên ko hevûdû pê dikujin û digel rewşenbîr û nivîskarên pênûstûj û xwedanên projeyên ekzotîk ên çand û zi-manê ko tu kes naxwîne, bikaribin bi cegerdarî nas-nameya xwe ya rewşenbîrî biparêzin û berê projeyên xwe ji berjewendiyên xwe ber bi berjewendiyên kêlîka neteweya xwe ve bizîvirînin û berhemên Selîm Berekat wergerînin zimanên ewropî da ko ew naveroka xewna kurdan binasin.