Nivîsandina Tawis Rexên Amûdê
Mihemed Efîf Huseynî
Ez ji nifşekî windayî me, lawê bêzarî û ji bîrkirinê me.
Li Amûdê ji dayik bûm, lê nijada min a nêzîk digihêje Girê Mozan, û ya dûrtir jî ber bi Xursê ve diçe. Ji Xursê berê xwe dide dara binemalê ya bi mohrên Osmaniyan xemilandî û ya ko heta anuha ez nizanim ji kûderê hatiye.
Zivistanan, ber bi êvarê ve, min û pismamên xwe, me berên xwe dida mala apê xwe yê mezin: Şêxê bend û rêbazan û îmamê nivîsandina bi destê çepê. Me berê xwe dida pirtûkxaneya wî ya mezin. Pirtûkên kevnare, destnivîsên ko ji hemî aliyan ve hatibûn, cildên çapa yekemîn yên çapxaneyên Osmaniyan û çapxaneyên Heleb û Misrê.
Pirtûka seyr a ko bi destan hatibû nivîsandin, pirtûkeke biçûk bû, bi çend qatên toza zer û bi ximaveke(hibreke) şîrkî û bi çend perîkên Tawisan hatibû xemilandin, navê wê pirtûkê " Hi-nekirina rih û simbêlan" bû û navê wê yê kurt jî "Derbarî Evînê" bû.
Apê me yê mezin dara binemalê ya di çeşnê tawisekî de li ber me radixîne, û bi tiliya xwe navan nîşanî me dike:
-Bapîrên me ne, temaşe bikin: Şêx Mihyedînê Porsipî, Şêx Zade, Qazî Mihemed, Şêx Izedînê Huseynî, Mehabad, Diyarbe-kir, Hewlêr, Girê Mozan, û Gotenborg.
-Lê ev nav navên bajaran in?
-Dizanim, bajar in lê ji boyî me pêşbirk in.
-Lê Gotenborg bajarekî Swêdî ye?
-Erê rast e, Vayking ji çiyayê Cûdî ber bi wê dûrahiyê ve çûbûn.
-Apo! Ez dixwazim biçim wir.
-Na kurê min na. Here ximavê.
Sibehê zû min berê xwe da ximavê. Bi fedî û hindik, bi lez min li nexşeyê nêrî da ko wê dûrahiya pir dûr şanî min bike. Min ba li ser milê xwe hilnegirt û min got: Ez dê cîhanê biguherînim. Min got: de ka ez bi ser bêzarî û jibîrkirinê ve vebim.
S
eydayê me, seydayê ko li Stokholmê ji kirasê koçbarî û mirinê derdikeve û piştre di darbesteke Swêdî yî xweşik de û bi pêşwaziyeke hêja, digihêje Qamişlokê da ko di hewşa mala xwe de bête veşartin, mala ko dê bibe ziyareta helbestvanan, helbestvanên ko dê pîrozbahiyan ji helbestên wî û jînenîgariya wî wergirin.
Seydayê me, Seydayê min Cegerxwîn!
Di sala 1984an de wêneyeke wî ya reş û spî bi destê min ket. Wêneyeke mezin bû, zilamekî di bîranîn û tenhatiyê de bin av bûbû. Min wêne xiste çarçewekê û min ew bi dîwarê xaniyekî kirêkirî ve daliqand, xaniyekî ji lavlav û kulîlkên havînî yên Amûdê û ji dara tûyê û zelqa çûkan û şopa rêxa çêlekeke windayî bû; çêleke ji şîr û kêrên mîna gwîzanan ên goştfiroşan bû, kêrên ko serê dewaran pê digurandin. Xwîn diherikî, dipijiqî û li erasa giranbuha ya Amûdê digotin: Li xwînê temaşe bikin.
Li wê erasê dê Adilê goştfiroş kurê mele Emîn bimire, lê ne bi kêran, çîrok bi awakî din e ber bi taristanê ve diçe:
Ferek tiraga wî ji lingê wî dişemite û dikeve bîra erasê, bîra bê av û mişt qirêj, wek pêlewanekî, bi cansivikî xwe avêt kûrahiya derengmayî û razayî ya bîrê da ko tiraga xwe derxîne, lê venegeriya, hawara xwe bi çar dengên lawaz gihande kuramê xwe Ehmed, kuramê wî bi sînga xwe taristan û oksîd dehf dan û çû hawara wî, lê pişkên dudil yên di sînga wî de ew xapandin, ew jî di binê bîrê de bi pismamê xwe re ma û li bê û qîrînekê geriyan.
Dê belediya Amûdê serê çar seetan pêdiviyî lêgerîneke şermezar be da ko serseriyekî zend xurt û awir xurtir bibîne da dakeve binê bîra tarî û kûr ya di çeşnê pevçûnên jin û mêran de. Yek li pey yê din: Bi werîsekî ji newqê ve tê girêdan û barkêşên Amûdê Soro û Misto û lawên Reşîdo alîkariyê dikin, wexta ko termê Adilî derxistin dengê bavê dihat û digot:
Hêdî hêdî kurê min, reng e şimik di lingê wî de be, lawê kûçikan, ma nikarîbû xwas bimeşiya!
Dê keskesorekê di çeşnê kevanekî de bibîne, her aliyek digihêje gorekê: Gorek bo Ehmedî û gorek bo Adilî; mîrê qîrîna di çeşnê kevanekê de.
Wek ko mamoste Selîm Berekat û wêneya seydayê min Cegerxwîn dibêjin, kevan jî sosreta hendeseyê ye. Wêneya seyda ya ko di navbera dema min de çemiyabû, wêneya wî ya ko ji mala min ber bi mala Ehmedê Iko ve çû û di Şeva Hicranê de winda bû.
Zanistiya hendesî û xêzkirina wêranê
Çima wisa kolanên me dirêj in?
Ne kolanên te ne.
Mebesta min kolanên Amûdê ne.
Pêşbirka neamadeyiyê ne.
Ma kî ne amade ye?
Nizanim.
Kolan winda bûne, tu naxwazî ez bizanibim, de ji min veşêre ey kurê qehpê,
Di lerza rexan de, rez li ser tixûbên Amûdê dirêj dibin:
1- Başûrê ko bi nalîna xwe bombe kiriye. Rezê mele Hesenê Mihelmî, rezê hec Wethiyayê, û rezên Hec Yihyayê ko di şa-hnişîniya pêkenîn û mirîşkan de wezîrê yekem bû, û piştî ko dengê xwe bi çêre û sixêfan û bi tûtinê winda kir, wezîrê yekem ê pêkenîna penceşêra qirikê. Wisa radestî gwîzanên bi-jîşkan bû, amas û werma wî hilkirin û gewriyeke ji werzan di şûna gewriya wî de danîn.
2- Başûr, qublenameya cografî ye û hergav dilerize û li nik goristanan û zeyzefûn û rezê mele Hesenê Mihacir radiweste.
3- Rojhilat, ba, mîra, têlên ko dilerizin, hawizê avê, velerzîna mele Sîracî wexta ko xwê û kilsê dipîve, û rezê bê ser û ber ê hec Husênê Darî.
4- Rojavaya dijwar, rojavayî aşê kavilbûyî yê ko serpêhatiyan û nokeriyan dihêre û… Min biguvêş, îro ez a te me lo, rojavayî dibistana Meerî ya ko belgeyên biçûk ên pasvanên dewletê di-hêra, pasvanên ko li koran digeriyan da li herçar rexan li korê inirî bigerin.
Ev herçar rex rexên Amûdê ne, Kolanên dirêj ên ji herî û ke-virên Fransî li ber çavan dirêj dibin. Kolanên ko bi destê Bavê Gedro hatine nijinandin. Kolanine dirêj ên ko piştî bombe-barankirina Amûdê serencamên afirandina endazyarên fransi-yan bûn.Kolanên ko bi şêwira hoste Mûsa û Ismaîl Fîto û apê min berpirsê destnivîsê û Biroyê hunermend hatin serrast kirin.
N
ivîsandin trajedî ye, sergomgeh terajedî ye, sifir trajedî ye, ez jî terajedî me, seydayê min ê sefar wisa dibêje û di pirtûka xwe de Elîyê Termûxî yê ko li nêzî Hekariyê li gundê Termûxê ji dayik bû û pirtûkek li ser rêzimana Kurdî nivîsand, helbestvanekî tenik, wisa dibêje:
Mirov bi jehra pîevokan bi trajediyê dikeve û piştre lali û ze-rikên ji sifir wê vedigirin. Eger xwarina bi pîvaz û tirş di wan beroş û laliyan de bête çêkirin mirov jehrî dikevin, lewra bi kêmanî her mehekê pêwist e ew beroş û lalî bêne spîkirin.
Her mehê mêya tawisî hêkekê dike û serê buharê kurk dikeve.
D
a ko jînnîgariya tawisî ragihînim, dinivîsînim.
Balendeyê narîn û tenik ê ko di kûrahiya xeyala dastanbêjan de dijî.
Ez bixwe nizanim ka ev balende ji kengî ve li Kurdistanê dimîne, lê bi pîrozmendiyê ve û bi neqşên li ser destmal û bal-gehên biçûk ve hatiye girêdan. Du wêne di hiş de bi gewde bûn:
Gakûvî, ango serê wî û herdû quloçên lerzokî, û çavên wî yên spehî ên ko li piraniya gundên me belav bûbûn. Seriyekî çiyayî yê pir giranbuha, bi tenê bû, hergav dixwest ji dijwariya he-lawistinê rizgar bibe.
Wêneya tawis, şahê me yê bi perîkan tac kirî, hevalbendê Şerîf Paşayê Sulêmanî û bêrîkirina Husên Hesenê Mukiryanî yê ko ji sedsalan ve di gergerînekê de li herçar aliyan digeriya, yê ko li çapxaneyekê digeriya da yekemîn ximava kurdî li Helebê di sala 1915an de damezirîne.
Du wêne, di xeyalê de û di gumanê de çap bûne. Du wêne, di-gel dara binemalê hetanî wê kilsa ko ji serê gakûvî diweşiya ta perîkê ko li ba dibin, dirêj dibin. Cîgeh hildiweşe: kevir bi ke-vir:
Da kevanê pira Qamişlokê ava bikin, pira ko dê piştî demeke dîtir bibe hevlbenda terajedî û zuhayiyê.
Hemû cîgeh xwe li pirê û li trajediya wê radipêçin: Avahiya belediyê, mizgefta nirxdar, karxane û tamîrxaneyên Ermeniyan, ava Cexcexê, xapandinên qamîşê, kerxane, çayxaneya pêximber û xwedênasan, galîsk û payton, û kolana Amûdê, hemî cîgeh bi ser cihekî sernişîv de dizîvirin, û wek hevrisê bêdeng dibin, serpêhatî dibêje:
Li cihê ko anuha qeyseriya Sofî Biro ye,xaniyek pir mezin ko hewşa wî digihiş qamîş û avê, hebû. Xelkên malê digel du tawisan derdiketin li asoyên xwe yên sernişîvbûyî temaşe diki-rin.
Kîjan salê bû?
Ew malbata nediyar kî bû?
Çima hergav di wexta ko keskesor li Amûdê bi ser du gorên li tenişta hev de diçemiya derdiketin?
Da ko jînnîgariya demê ragihînim, dinivîsînim. Dema, ko li tenişta kaxezên apê min ên hinekirî du tawisan xwe li ba kirim, dinivîsînim.
Kî di qedîfeya yê biyanî de li bilûran dixîne?
Kî dibêje hey biyaniyo!
Li neynikê temaşe bike, tu yê zîv û tawisekî kuştî bibînî.
D
a ko nezaniya xwe nas bikim dinivîsînim. Da ko di bîranînê de neçilmisim, dinivîsînim, da ko di demê de dûbare nebim, dinivîsînim, û xwe dûbare dikim, bêzar û tirsnak dibim, zingar digirim, bi neamadeyiyê dinixumim, û tême ji bîr kirin.
Da ko xweşik û di mirinê de lihevhatî bim, dinivîsînim. Wek nivîsên tawis ronak bim, da ko barê lerzê û renckêşan û êşê, dînbûnê, evîn û dexisandinê sivik bikim, dinivîsînim. Da ko giraniya gakûviyên ko xwe ji dîwêr çeng dikin, xwîn ji qirikên wan diherike, û li ser xwîna xwe bi ser kaxezên min de dişemitin, sivik bikim, dinivîsînim.
Da ko asoyê bi Kurdistanê bidim nasîn, dinivîsînim.
Asoya wî tawisê ko bi destê neviyên xwe diperite.
Tawisê ko sînorên wî, hêk û nikulê wî yê biçûk di xwîna kêrên goştfiroşên bêguneh de digevizin.
XWEDÊ GORA TAWISÎ RONÎ BIKE
AMÎN