NÎŞANÊN WABESTEBÛNÊ Û GERA LI KODÊN DIYALOGÊ
Hendrên
1
Li vê tarawgeha ko bi toza demê û bi bîranînên sergerdan hatiye dorpêçkirin, xweavêtina bextê nivîsandinê bo xwe hildibêjêrim, ta ko piçekî barê dudiliya min, westana laşê min vehesîne. Bi wateyeke dîtir, da ko dûmana şerê nivîsan-dinê ya di şergehên vî zimanê kurdî de ji bîra xwe daweşînim.
Her yek ji me bi çenteyê xewnên xwe yên kuştî îstgeh bi îstgeh cografiyan dibi-re da ko laşê xwe ji êrîşa kuştinê û giyanê xwe ji bêrûmetî û riswatî û zorbaziyê rizgar bike.
Eger li wê derê laş di kêlîkekê de têt kuştin, lê li vir, giyan bi bergiriyeke bêcir û bi serhişkî û neradestî di utopyayeke nediyar de hebûna xwe berdewam dike. Li welat - ko ne tarawgeh e!- em hemî di utopyayekê de yan jî bo utopyayeke kirîstalî ko li derveyî demê ye, dijîn. Li vir, li vira ko tarawgeh e rewş berevajî dixuye. Laş dibe qaqilekî req wek kêrê û êrîşî giyan dike. Pirs
girêk, pêşeroj (mazî), paşeroj(musteqbel), bîr û bîranîn û ji bîr kirin…htd, dibin tenûrek û giyan diqiçqiçînin. Di rewşa vê tarawgehê de, di nav
qonaxên dûkelane yên utopya û realîteya nû de, her yek ji me bi kurtepistî di dudiliyê de dimîne.
Di vê tarawgeha dualî de-tarawgebûna li tarawgehê û tarawgebûna ji cîgehê sava û mijandina şîrê yekem- mîna ko her yek ji me li derveyî gerdûn e û bi ser boşahiyê ve sernişîv dibe. Bi vî awayî mirin, hêdî hêdî her yekî ji me ber bi himbêza xwe ve radikişîne.
Di vê tarawgebûnê de dixwazim bi vê nivîsandinê teniya şerê rexneyê û deng-vedana çekên nivîsandinê ji derûn û giyanê xwe daweşînim.
Li vê tarawgebûnê çawan mirov dikare ji xwe re cîwarekî, sîwaneyekê, şûnekê bo yad û bîrê û çenteyê xewnan ava bike?
Çawan dikare di şûna şer de, guncînê, dûrbînî û firehtemaşekirina li cîhan û prosesa nivîsandinê de pêk bîne.
Çawan dikare di şûna girêkên kûr ên tolgirtinê de û di şûna qirkirina yê dîtir de, berê xwe bide aferandin û nivîsandina deqên hêja û bedew?
• Wabestebûn: Tebeiyet, heteronomy.
2
Têgihiştina nivîsandinê wek çemk(concept) têgihiştina aferandina pirsan e û di sewiyeta avakirin û dagirtina valahiyên bîr û yadwerî û dîrokê de têgihiştina bi karanînê ye.
Ev têgihiştin û ev bikaranîn jî şêweyek ji şêweyên geşbûn û pêşveçûna hebûna kulturî û xwenasînê ne û beşdarbûna seqa (atmosfer)û cîhanên pirsên hemdem in; pirsên ko li çarenûsa mirovatiyê digerin. Dema em hewl bidin vê têgihiştinê, wek erkekî serekî, di jiyana xwe de û di hemî warên cihêreng ên civaka xwe de bi kar bînin, bêguman, bi wê hewldanê em dê awez (aqil), hişyarî û agahiyeke mêjûyî biafirînin.
Regeza bingehîn a vê hişyariya mêjûyî: Bîr û bîrewerî, nasname, çand û kultur- xweçesipandina di gorepan û meydana çanda navnetewî de ye.
Arezû û xwestekên ko agahiyê (consciousness) û vê avahiya hişmendiyaneyî agahdar dadimezirînin; peywendî ne; peywendiyên laşê cî û demê ne: Reng, bîn, hiş û bîra bizavkar û zindî ya ko em pê hatine bişaftin û bistirîn.
Wisa, regez dibin nîşan (symbol), dawî jî di têgihiştina agahiya me de bi cî di-bin..
Nîşan jî (cî, dem, reng, bîn, hiş û bîra zindî) wek xeyaleke taybetmend me dehf didin ko careke dî em li wan bigerin, da ko nemir bibin. Jixwe ev hest bixwe- wek dudilî û saw û velerzîn- me amade dikin, da em bibin xwedanên bûnewe-riyeke çandeyî.
Stûna bingehîn a vê bûneweriyê li gor Haydger ziman e (ziman dilê bûneweri-yê ye).
Li vir, pirsa kulturî, hewldana digel dîrokê ye- ango dilê bûneweriyê- û damezi-randin û çêkirina peywendiyê ye ne ko jêdûrketin û dabirîn e, çinkî ji dîrokê bi dûrketin û dabirîna peywendiyan derçûna ji bûneweriyê ye; bi kurtî xwekuştin e.
Serencama vê prosesê jî ji dîrokê bi dûrketin û jê cihêbûn- windabûna bîranînê ye ango nema bi bîrhatin e, bi bêrûmetî li xwe temaşekirin e û xwe riswakirin e..
Bi vî awayî awez (aqil) winda dibe, windabûna awez jî windabûna bîra dîroka mirovatiya me ye. Hestkirina bi hebûna vî awezî jî hebûna projeyeke ramanî ye; raman jî verijandina tiştan e.
Erkê nivîskar jî bêrîkirin e; bêrîkirina xwenêzîkkirina ber bi dîroka bîrê ve ye û parastin û perestiya wan nîşanan e; nîşanên ko hem di kûrahiya laşê wî de di-hêwirin û hem jî laşê wî pêk tînin.
Hewldana me axaftina bi aferandina vê bûneweriyê re ye, ji nû ve û bi şêwey-ekî dîtir vejandina wê ye, da ko bi serbilindahî henasê (nefesê) bikêşe.
Lê diyar e ko koçbariya xewnên me; xewna bi civatê, bi cemawer, bi kurdewa-riyê û bi gelê kurd, li ser duryan û rêçên partiyên me, rêçên xwe winda kirine.
Ev windabûn wa li me dike ko em dîroka hiş û bîra xwe serjêkirî dibînin.
Reng e awezê (aqilê) me bixwe hişê xwe winda kiribe yan jî bi dawî hatibe.
Ko xewn nemîne, şer dest pê dike, şerê îro jî berî her tiştî laşê me dikuje.
Kuştina lêş jî kuştina xewnê ye.
Beşdariya nivîsandinê di gurkirina şer û kuştina lêş de, me li hemberî pirseke tirsnak datîne. Pirsa ko hema hema wextî têramandina aqilê me rawestîne. Nexwe bêrîkirina ko em li ser peyivîn, me ew ji bîr kiriye(!).
Di hundirê gergerînek û labîrenta şer û pevçûnê de em dergehên rizgariyê win-da dikin.
Lewra projeya ji xwedexisîn û riqlixwebûnê dest pê kiriye.
Di vê bareyê(haletê) de û di vê rewşê de jî, em cografiya wan nîşanên ko he-bûna me ne, ber bi navenda cografiyayên rengên şerên partiyên hişkuj û xewnkuj ve diguhêzin.
Di vê pêvajoya kujdar de, nivîskar xewnan dikuje û di heman wextî de nivîsan-dinê jî dikuje.
Bêdesthilatkirina nivîsandinê bêdesthilatkirina nivîskar bixwe ye jî çunkî di vê rewşa malkambax de, nivîsandin ne dibe û ne jî dikare bibe alava berhemda-yîna awezê berhemdar, ango aqilê ko ramanê diafirîne.
Ev diyarde, li hemberî partiyên me yên xewnkuj û di çarçewa alîgirî û da-beşbûna li ser sînorên vê hêzê û wê hêzê, diyardeya nivîskarê kurd e..
Pirsa bîr û hiş û bûneweriya vî hişî bixwe, pirsa nîşan û hêma û nasnameyê, pirsa bîn û reng û kesayetiyê, di berhemdayînê de, ji bîrbûyî ne.
Ji bîrkirî ne
3
Reng e(belkî) di rewşa civateke şerperest de tu tişt ji wê hêsantir nebe ko şer bixwe bikin rêbaza têramandin û pêkanîna jiyana me. Çunkî şer bixwe bi hêz-tirîn alîkar e bo perwerdekirina mirovên reşekuj û nivîskarê êrîşbaz û pêşgirtina seqaya giftûgoyê. Şer serbiran(celadan) perwerde dike, ne ko kultura civatê.
Ji vê bêtir, ko şer di civatekê de dibe diyardeyeke gelemper û derûnî, wê wextê tenê bixweparastinê dawiya şer nayê, ji ber ko dibe bi daxwazeke giştî ko di neagahî û agahiya me de pêvajoya xwe werdigire û me ji şeran re: Şerê nav binemalan, şerê nav kuçe û kolanan, şerê di nav dostan de, şerê di nav evîndaran de, şerê nivîsandinê, şerê di navbera taxan de, şerê di navbera bajaran de, amade dike.
Ev pêvajo diyardeyek e bi gewdebûn xwe di civata kurdî de diçesipîne. Her wek ko şer pirsyareke ebedî be û me ber bi çarenûsa me ya zindî ve dehf bide!.
Lewra wexta ko zimanê nivîsandinê û çalakiya rewşenbîrî wek çalakiyeke li dij şer dibin tevgerên ligel şer û beşekî ji şer bixwe jî durist dikin, û dawî jî dibin rewişt û mafdariya xwe ji ramanên armancên aferandinê werdigirin, em digihê-jin baweriyeke reşbîn û estem(mustehîl). Serencama vê jî yad û bîra me bi dûmaneke tîr û xeniqî çarenûsa me dorpêç dike.
Pêwistiya me bi nivîsandinekê heye ko bikaribe bi rewişta jiyanxwaziya xwe şer riswa bike û me ji bo rastiya reha û pirsa hebûnê amade bike. Nivîsandinek ko bikaribe dudiliya çarenûsa me bi wate bike, yan ji me ber bi dergehê vedîtin û serweriyê ve dehf bide.
Ha li vir navenda nakokî û bestina civata kurdistanî, digel amadeyiyeke psîko-lojî û kulturî, wek bingeheke pêşîn di aqilê têramandina me de û di çalakiyên rewşenbîrî de eşkere dibin.
Ev hemî jî prosêsek in û di nav çalakiyên rewşenbîrên me de peywendî û sîma-yên ko nayên guhertin berhem didin. Bi vî awayî em dibînin ko ew peywendî û ew sîma wek gotareke(xîtabeke) berfireh û zordest, di pêvajo û nifşên cihê cihê yên qonaxan, bi formên cihêreng di diyardeya çend eniyên şer de xwe diyar dikin.
Ev pirsgirêkên nexweşîgir ko xwedan proseseke yekçeşnî ye û li ser bîr û ba-weriyên me xwedî desthilat e pêdivîyî çend lêkolînên zanistî, sosyolojî, antro-polojî, pisîkolojî ne da ko bikaribin wan peywendî û sîmayên ko berhemdariya vê pirsgirêkê ne, şirove bikin. Di civata me de tunebûna van cureyên zanistê û tunebûna bisporan bûne sedem ko pirsgirêk bi bestebûn li şûna xwe bimîne.
Vê tunebûnê jî wa kiriye ko herkes rabe û li gor daxwaz û niyaza xwe û bêyî guhertin wê pirsgirêkê ji me re pêşkêş bike, ji ber vê yekê zimanê me yê nivîsandinê nikare beşdarî cîhana rengereng a mijar û babetên serekî yên zany-arî û rexneyî û lêkolînên zanistî yên navnetewî bibe.
Rewt û pêvajoya nivîsandina kurdan di hemî komele û grûpan de herçend wek xwepêşandan xwe ji zimanê rêxistinên siyasî cuda dikin lê wek rûdaneke kul-turî di naverokê de rengvedana civata rêxistinî ya şerxwaz in.
Xwecihêdîtina wan grûp û komeleyan ji rêxistinên siyasî diyardeyek e, xwe bi navê lîbiraliyê û têrmên nûdemî û azadiya derbirînê didin xuyanî kirin, ko di bingeha xwe de ew têrman di cîhana rojava de wek rêbaz û metod di hemî warên jiyanê de bi kar tên, ev jî serencama proseseke mêjûyî ye ko rojava di vê ast û sewiyetê de hebûna xwe dinase.
Wergirtina van çemk û têrman bi zor û bi kotekî û pêkanîna wan di hemî warên nivîsandinê de, bêyî ko zemîneke xweristî li berdest hebe, du şêweyên li dijî hev durist kirine, îca pêkanîna wan çemk û têrman di çarçewa biratî û hembaja-riyê de dîmenên duberiyê werdigirin.
Di wexta ko nivîsandin şêweyek ji şêweyên jiyanê be, nivîskarê kurd bi giştî ji vî şêweyî bê beş e- Ji bilî çend kesên ko hatine bi dûrxistin-. Çinkî nivîskarê kurd di nava nivîsandinê kesek e û li derveyî nivîsandinê kesekî dîtir e. Di jiya-na mirov de, wek şêwe, pêkanîna nivîsandinê xwe bixwe xem û sawek e; saw û xema serekî jî têgihiştina karîn û şiyanên nû yên jiyanê ne, yan jî wek ko G. Deleuze dibêje “ şêwaz(stil) li cem nivîskarê mezin, di heman wext de, şêwazê berdewamiya jiyanê ye. Li vir mebest ne tiştekî kesî, takekesî ye, lê mebest aferandina pêvajoyeke hebûnê ye.“.
Li gorî vê dîtinê, xeslet û sîmayên durû û peyivîna bi dev û lêvan, zelaltirîn sîmayên nivîskarê kurd in. Van sîma û xesletan bixwe hemî rêçên dan û stendin û diyalogê di navbera nivîskarên kurd de asê kirine. Nimûneya vê jî xwe di gelek şêweyan de bi cî dike wek: Marksîst û pêşverûyên ko di helwestên jiyanê de hem oldar û hem jî hişk û req in. Yan jî wek nivîskarên ko di xewnê de sîno-rekî bo Kurdistanê diafirînin lê di hundirên xwe de êlperest û di kiryarên xwe de navçe û herêmgir in. Digel vê jî di qonaxeke taybetî de xwe şoreşgêr nîşan didin lê piştî demeke kurt di bin bandora danûstendinên naskirî yên civakî, olî, rêxistinî, radest dibin.
Herwisa di eynî wextê de em têrmên wekî lîbiraliyê û azadiya derbirînê; ser-bixwebûna Kurdistanê ji rêxistinên kurdan jî dibihîsin û di nav rûpelên wan de rojane dixwînin, û hetanî em ji nexwendewaran jî dibihîzin!. Îro, bikaranîna wan têrman, li ba me, ne ji bo têgihiştin û pêkanînê ne ji ber ko tenê em wan têrman li hemberî hev wek serçavk û pêşbirk û xefkan bi kar tînin.
Vêca, dema ko nivîskarên me bûn alavek ji alavên şer, êdî nasnameya nivîsan-dinê û erkên aferandin û dahênanê guherandin, û ber bi qirkirin û zorbirina ali-yê dîtir ve çûn; ew aliyên ko ew kirine nivîskar. Di vê sewiyetê de, nivîsandinê di şûna pêkanîna nasnameya xwe û hebûna xwe de, wateya kuştinê wergirtiye. Di cografiya nivîsandina kurdî de, eger nivîsandin nebit bi alava şer û êrîş û duruşme û siloganan, nexwe nivîsandineke sûcdar û ji rê derketiye.
Ev kultura nivîsandinê ya şerperest, wek berxurekî(mustehlik) şer, di civata kurdî de, nivîskar jî berxur kiriye. Serencama vê jî di civata me de windabûna nasnameya nivîsandinê ye. Jixwe ya ko bihêle em pirsên hizr û raman û zanistê ronî bikin û ya ko bihêle em bi riya zimanê xwe beşdarî vê cîhanê bibin, nas-nameya nivîsandinê bixwe ye.
4
Reng e ne bêsûde be eger em bi kurtî li ser şûnşopa dagîrkerên Kurdistanê ra-westin, mebesta min şûnşopa dijwar a ku li ser naveroka kultura gelê kurd hiş-tine. Dagîrkerên ko bi alîkariya pêkanîna prosesa ideolojî li Kurdistanê şiyan xislet û sîmayên sexte yên mîna birakujî û req û kînê di nav zemîna derûnî, kulturî û exlaqî ya kurdan de biçîne. Bi vî awayî dagîrker şiyan perwerdeyeke aloz û namo û biyanî wek bingeheke dîrokî, aborî û siyasî di avahiya civata kurdî de daçikînin û herwiha geş û berhemdar bikin.
Bi berdewamiya vê rewşê nivîskarê kurd jî digel beşên dîtir ên civata kurd, tûşî girêkeke derûnî û lawaz û bawî, bû. Lawaziya derûnî jî rewşeke nexweş durist dike, ev jî di pêkanîn û danûstendin û karên tawanbarkirinê û di qirkirina yê dîtir û xwe mezin dîtin û li hemberî diyalogê rawestan, diyar dibe. Di eynî wex-tê de, bi berevajî, li hemberî kultura yê dîtir hest bi xwenizmiyê dike lê di nav kultura xwe de xwe bi pozbilindî nîşan dike û bi her şêweyî be hez dike ko desthilatekê bi dest xîne, desthilata ko ew bixwe di bin destê dagîrkeran de hest pê dike. Li ba hin nivîskaran, hezkirina vê desthilatê, şêweyekî şîzofrenî wer-girtiye.
Îro, wek serencama teqîna nexweşiya nezanîna bikaranîna desthilatê di siyaseta xwexurî û wabesteyî de, partiyên -êlên(!)- mezin ên Kurdistanê, wek diyarde, bi giştî, çavdêrî û kontrola nivîskarên kurd dikin.
Bi herhal, astenga vê nexweşiya rehdaçikyayî diyardeyek e û seranserî civata me dagîr kiriye. Nivîskar jî rengvedana wê civatê ne. Şirovekirin û vedîtina hokar û sedem û encaman, pêwistî bi bingehên giştî yên komelnasiyê heye, ez jî hewl didim, tenê, wan pirsan vejînim; pirsên ko diyardeyan bixwe ew afiran-dine, di eynî demê de hewl didim ko beşdarî vedîtina bingeh û astengên wan pirsan bikim. Ravekirin û xwendina wan pirsan bi dîtin û metodên cihêwaz, karê bisporê rastîn e, ne yê tenê bi nav.
5
Rawestana li ser rola tevgera siyasî ya kurd bixwe; tevgera ko di prosesa gew-dekirina pirsgirêka kuştina nivîsandinê û bawîkirina civat û nasnameya rew-şenbîran de hokareke bingehîn e; ango tevgera ko ev serê nîv sedsalê ye û bi bahaneya nûneriya çarenûsa gelê kurd mafê hebûna xwe bi kar tîne, wek hêze-ke desthilat beşdarî çêkirina vê pirsgirêka rewşenbîrî û vê sextekirina civakî dibe, îca rawestana li ser rola vê tevgerê dê me nêzîkî kakilê mijarê bike.
Tevgera siyasî ya kurd, di pêvajoya xwe ya dûr û dirêj de, tevgereke şikestî ye, qonaxên wê qonaxên têkçûnê ne, serencama van têkçûnan jî ew e ko di giyanê mirovê kurd de bareyeke derûnî ya têkçûyî û tarî hiştiye… Ev bare hêdî hêdî wek pirsgirêkekê serê xwe hildide û takekesê kurd ê bîrteng û sade û bêbizav ko nikare li derveyî rêbazên partiyan birame û li çarenûsa xwe bigere, diafirîne.
Vê bareyê bingehê bawî û hevbeş di civata kurdî de ava kiriye, hişmendiyeke wabeste damezirandiye, di gerîneka wabestebûnê de jî mekanîzma têramandina gelemper ji alîkî ve û ya takekesê rewşenbîr ji alîkî din ve gem kiriye.
Vê tevgera siyasî bi xwespartina slogan û duruşmeyên hestdar û eger û hokarên derveyî yên wek piştgirî, helwest û bar û doxên navnetewî li hember pirsa kurd, her û her bahaneyek bo têkçûna xwe dîtiye.
Bi vî awayî tevgera siyasî têkçûnan berdewam dike û bi alîkariya sloganan êdî rewşenbîran jî ber bixwe û pronameyên xwe yên têkçûyî ve dikişîne.
Di heman wextê de, strûktûrên aborî û siyasî yên ko hê jî derebegî ne û alavên berhemçêkirinê yên ko alavine seretayî ne bi xurtî beşdarî avakirina navendên hêzên biçûk û dijber û ji hevketî dibin.
Veguheztina vî şêweyê aborî yê derebegî bo dezgehên rêxistinî û ji nû ve pê-kanîna peywendiyên wabeste û nakokane û bi awayekî îdeolojî yî wabest, wek serencam, di avahiya rêxistin û partiyan de bîr û baweriyên dijber û şikestî û nakokane dadimezirîne.
Wisa, partî ber bi vê avahiyê de radikişin û nûneriya derebegan bixwe dikin.
Êlên pevçûyî, di nav partiyên pevçûyî û di bin siya peywendiyên binemalane de, serkêşî û serokatiya partiyên çekdar dikin.
Li vir, rêxistin û partî, ji bo wergirtina desthilatê, êlperestiyê xurt dikin, êlan dikin hêz û alavên dirêjdest û kareger. Civata bajarvaniyê ber bi civateke gun-diyane ve têt guhertin. Çanda gundan dibe çandeke desthilat û hemî îstgehên şaristaniya civatê qirêj dike. Ev guhertina sexte û nakokane ya ko bêyî hokar û zemîneke subjektîv û hundirîn di civata kurdî de rû dide, ziyanê digihîne sinc û sîma û nirxên xweristî yên gundiyan jî yên mîna dilsojiya li hember êlê û paras-tina wê û axa wê.
Di çarçewa vê prosesa aloz de, nakokî û dijberiya di navbera êlan de ber bi nakokî û pevçûna di navbera partiyên siyasî ve têt veguheztin û êdî serokê par-tiyê dikeve şûna serokê êlê û cotkarê jêhatî jî dibe şervanekî çekdar û jêhatî.
Bi heman şêweyî nivîskarê hestdar û tenik jî bi giyanekî hişk û zuha dibe nivîs-karekî çekdar û şervanekî reşekuj.
Vê guhertina ko bi kotekî pêk hatiye civata kurd hem dabeş kiriye û hem jî dij-war û tundro kiriye, civat dûrî sincên wê yên xweristî xistiye û hêdî hêdî ber bi namoyî û rik û kînê ve dehf daye.
Vê bareya dijwar civata kurd amade kiriye ko çend formên dijber û nakokane hem bixwe re û hem jî bi yên dîtir re biafirîne.
Bêguman diyardeyên ko beşdarî avakirina van bar û dox û van rewş û bareyên bawî bûne her yek ji wan pêdivîyî lêkolîn û analîzeke berfireh e.
6
Regezê derveyî û ezmûneya çandî ya yê dîtir û civata şaristanî çawan rol û bandorên xwe li civata kurd a li derveyî welêt dibînin?
Civata kurd digel guhertina cografî jî bi awayekî ji awayan vedigere heman prosesê û di jiyana xwe de heman wabesteyiyê bi kar tîne.
Wabesteyî û avahiya aloz bi şêweyekî reha hiş û hişmendiya wî dagîr dikin û xwe li hemberî vê wabesteyiyî winda dike, tenê wek bûnewerekî derveyî ango wek formekî bê naverok xwe dibîne. Civata kurd a li tarawgehê mîna rabirdûya xwe cîhaneke kevnare û tozgirtî ye. Her û her şêwe û alavên xewnên vê civatê di çeşnê şêwe û alavên windabûyî de ne. Wisa ji hiş û bîra realîst û berdest bi dûr dikeve da ko civata dijber û nakokane û wabestane ya ko bi rabirdûya wî ve girêdayî ye, biafirîne; ji dayik bike.
Li vir hiş radiweste û bandora yê dîtir jî napejirîne.
Em dikarin bibêjin ko rewşenbîrê kurd nikare yan jî pir aloz e ko di rewş û ba-reya îro de birame yan jî hebûna xwe hest bike. Lê dikare bi hêsanî pêşerojê amade bike û di wê pêşerojê de li hebûna xwe ya dabeşkirî bigere ango xwe di laşê pêşerojê de nas dike. Wek serencam jî biryarê distîne ko realîteya anuhayî dûrî xwe bixîne çimkî ti peywendî û diyalog di navbera wî û êsta de nînin û hebûna wî tenê bi hebûna pêşerojê diyar dibe. Li vir, dê ti şaşitî tê de tune be eger em bibêjin ko mirovê Kurd wek bûnewerekî di vê kêlîka anuhayî de pûçbûna laşê xwe hest dike, û hemî çalakîyên laşê wî dûbarekirina pêşerojê ve girêdayî ne.
Nivîskarê me jî nasnameya xwe li ser vê zemînê nas dike.
Bi vî awayî, nivîskarê Kurd bi heman baheneyên sade yên wek tenhatî û namo-yiyê ko li cem wî diyardeyên nemirovane yên Ewropayê ne, da ko dest bi nivîsandinê bike nêzî tore û rewiştên xwe yên kevnare û pêşerojane dibe, mîna ko afirandin tenê di bûyerên pêşerojê de dikare wateya xwe pêşkêş bike.
Bi van baweriyên rehdaçikyayî, nivîskarê Kurd, xwe dûrî lerza pirsên derûnî û pirsên hebûna xwe ya anuha dixe. Ev jî wa lê dike ko li hemî berhem û rama-nên cihêreng, ên ko li hemberî raman û nivîsandina wî nakokiyê durist dikin, bi çavê gumanê temaşe bike û wek alozkirin û sextekirin û namokirina zimanê kurdî wan binirxîne.
Afirandinên tez û bîr û baweriyên dijberî wî pêwist e bimirin, çimkî pîva-nên rastîn ên afirandin û zimanê kurdî li cem wî peyda dibin, û asta başî û nebaşiya berhemê jî tenê ew dikare dest nîşan bike.
Dîsa li vir, çimkî em bi bersivên pêşerojê mijûl dibin lewra pirsên di derbarî paşerojê de qet pêwîst nakin, Li xwegerîn û pirsa paşerojê bi dîtinên cihêreng li gor nivîskarê kurd xwewindakirin û sergerdanbûn e, wisa em li xwe ewle ne û li sewiyeta xwe ya rewşenbîrî jî ewle ne, em ewle ne jî ko me jixwe re û ji yên dîtir re jî jiyaneke herdemî bi dest xistiye.
Bêguman namoyî û guman, bo wan kesên ko bi nêrînên sade û bêguman li jiyanê temaşe dikin, cengeke navxweyî ye û hebûna wan a bi bêgumaniyê ra-pêçayî dixe metirsiyê de.
Nivîsandin şêweyek ji şêweyên velerzînê ye, velerzîna xwe û ya xwendevan e. Nivîsandin bi pirsên xwe yên lerzdar û sawhilgir dikare rû bi rû û bi şêweyekî gumandar me li beramberî asteng û pirsgirêkên jiyana me ya civakî, çandî û siyasî rawestîne û me ber bi rex û rad û dûrahiyên wan ve bibe ko vegera ji wan êdî mirin e.
Lewra berdewamiya nivîsandinê ew e ko nivîskar xwe bi çavên xwendevanan bibîne û bikaribe li ser hemî aliyên jiyanê têramandinên cihêreng biafirîne. Lê nivîsandina kurd her û her dûbarekirina pirsên bersivdayî ne, ne ko pirsên sawhilgir in: Bersiva bersivan jî di nivîsandina me de nivîsandin westandiye, û dawiya dawî jî nêrîna me ya li hemberî laşê pêşerojî şkandiye, têk biriye.
Nivsandina me ne ko xwendina “ez“a me ye; xwendina avahiya wê, pêkhatina wê û damezirandina wê ye çimkî wek ko çawan nivîskar xwendevanê xwe nas nake xwendevan jî nexwe û ne jî nivîskarî nas dike. Nivîskar li jêr çavdêriya tore û pêdiviyên gelemper ên civata xwe dijî; civata ko herdem di neagahiya wî de dihêwire. Erkên nivîskarî jî di dawiya dawî de arezû û daxwazên giştî yên civatê ne. Pîvanên afirandina wî, daxwaz û mebestên wî ew in ko piraniya ce-mawer pesnê wî bide, lê guhdarî bike. Ev daxwaz jî daxwazeke berfireh û na-skirî û wabest e; çemkên xwe ji cemawer û partiyê û ji gel û stalîniyê werdigi-re.
Di heman wextî de nivîskarê me erkên xwe baş nas dike, hewl dide ko me di pêşerojê de winda bike da me dûrî pêşerojê bixîne, lewra laşê me li vir e lê hestên hebûna me li wir in; wir jî pêşeroj e û ji bilî mija wê tu tişt tê de nayê xwendin.
Armanca vê sewiyeta giştî û komelane ya dorpêçkirî û vê nêrîna serrast ew e ko takekesê kurd bavêje derveyî sînorên serdema wî û bavêje derveyî wateyên serdemê. Ji ber vê yekê jî em dibînin ko di cîhana berhem û nivîsandina kurdî de wek nêrînine şêtane li ezmûneyên takekesî têne temaşe kirin.
Takekes jî di çarçewa vê sewiyeya giştî de bûnewerekî nexweş e.
Xwedîtina bi çavên xwendevan jî xwedîtineke bawî û pûç e, herwiha jiyana li derveyî vê sewiyeta giştî jî, hilbijartinek e, hilbijartina mafpêdana kuştina nivîskarê takekes e.
7
Bi vê pîvanê, nivîskarê kurd ê li derve, ango li Ewropayê takekes ji caran bêtir pêşeroja xwe ya gelemper û komelane diparêze. Eger nivîskarê kurd berî anu-ha, wexta ko li welat bû, hest bi namoyî û mişextiyê dikir, îro li Ewropayê ta-kekes û namoyî çêker wêneya wî berevajî dixuye.
Di vê ezmûneya nû de, nivîskarê me bi alîkariya xeyala xwe her û her pêşerojê amade dike û vê amadekirinê jî ji xwe re wek erk dibîne, û dawî jî hewl dide ko desthilata pêşerojane ya lêş amade bike çimkî nikare li derveyî bûyer û rûdanan binivîsîne. Li vir bi tenê ye û bûyerên vê ezmûneya nû ya ko îro tê de dijî, ji bo wî hem ne berpirsiyarî ye û hem jî ne welatperwerî ye.
Di şûna ko di vê tenhatiyê de kûrtir bibe û li ser biponije û ber bi hundirê wê ve biçe em dibînin ko jê direve da ko sewiyeta rasterast a pêşerojê damezirîne, û ji bo dagirtina tenhatiyê êdî dest bi avakirina partiyekê yan jî rêxistinekê di bin navê komeleyan de, dike.
Li ser navê çand û hunera kurdî-Li Ewropayê wek ko gelê kurd ziyan gihandiye çand û hunerê tu gelên dîtir wisa nekiriye!- nivîskarê me dest bi Komelê dike û xewna wî jî bi vê çalakiyê bi dawî tê û dest pê dike pêşeroja xwe di riya enda-mên Komela xwe re dûbare dike, hewl dide ko anuhaya xwe ya vala ji bîr bike. Vejandin û geşkirina vê dabeşiyê di laşê kurd berdewamiya perçebûna êl û partî û rêxistinên welat e.
Bi rastî, sedemên avakirina van komeleyên kurd li Ewropayê û bi taybetî li Swêdê vedigerin desthilata siyasî ya kurd. Ev ji alîkî ve û aliyê din ve hemî komele û endamên xwe û piştgirên xwe dizanin ko ew bixwe ne ji bo çand û hunerê pêk hatine, lê bêyî ko ha ji xwe hebin, di riya van komeleyan de, hewl didin ko li vir jî nasnameya xwe ya pêşerojana bi dest xînin.
Ji bilî vê jî, rewşa civakî ya ko van komeleyan durist dike wan dûrî pirsên nas-nameya takekesî û nêrînên cihêreng dixîne, çimkî civata me û nivîskarê me jî xwe di girûpî û destegiriyê de nas dikin, li vir jî nasnameya nivîskarî di civatê te ne ko di ramana takekesî de tê dîtin, nasnameyeke komelayetî ye û di çarçewa peywendiyên wabesteyîyê de têt ava kirin.
Tiştê herî balkêş ê van komeleyên çand û hunera kurdî yên li derveyî welêt jî ew e ko çalakî û xebatên xwe li dijî hev dikin, ango mirov nikare projeyeke çandî û hunerî ya rasteqî li cem wan bibîne. Wisa şerê di navbera partiyan de û şerê navxweyî bi awyekî dîtir berhem dide û bi navê komeleyên çand û hunera kurdî li derve bi gewde dibe. Amanc û mebesta her komeleyekê jî ji holê rakiri-na komeleya dîtir e ne ko bi huner û bi çalakiyên xwe yên berhemdar lê bi şwe-yê kuştin û êrîşa li ser mafê hebûn û jiyanê ye. Wek nimûne jî: Berpirsê kovara komeleyeke kurdî li Swêdê, piştî hilweşîna komeleyê, dîsa bi rikdarî weşandina kovarê bi tena serê xwe berdewam dike çimkî li gor baweriya wî dê kovar û endamên komeleyên dîtir bi rawestana wê kêfxweş bibin!!
Bi vî awayî êdî kovar ne wekî projeyeke rewşenbîrî lê di çeşnê eniyeke cengê xwe pêşkêş dike. Berdewamiya kovarê berdewamiya şer e ne ko berdewamiya jiyaneke rewşenbîrî û têramandina li ser pirsên çarenûsê û vedîtina rêbazên diyaloga digel ên dîtir e .
Wisa em dikarin nêzîkahiyê li serencamê bikin. Hemî nakokiyên civata kurd a li derveyî welêt di nav çarçewa komeleyan de rû didin, bi gotineke din, nakokî bixwe komeleyan durist dikin da ko cemawerê kurd ji pêşeroja xwe bi dûr ne-keve. Dawî jî ew cemawer bixwe hêdî hêdî ji civatên ko tê de dijîn bi dûr dike-vin. Digel vê jî hemî kesên ko komeleyan durist dikin ji partiyan in, ji partî û rêxistinan hatine û awayên hizir û ramanên wan jî awayên pevçûn û desthilatî û qayîşkêşanê ne, baş hînî van çalakiyan bûne û ji bilî wan jî nikarin tiştine dîtir bikin.
Bi şêwe û durvên pêşerojane û kevneşopane serkêşiya komeleyên xwe dikin û dawî jî komele dibe wargeha meriv û êl û hemşarên wan an jî dibe wargeha îdyolojiyeke reşekuj.
Bi herhal, ji bo tîrkirina vê bîr û baweriyê ez dixwazim çend pirsan pêşkêş bi-kim:
1- Di van salên dûr û dirêj de ko bi dehan komcivîn û dezgeh û komeleyên bi navê çand û hunerê hatine damezirandin û di mercine alîkar de-li Swê-dê wek nimûne- ji bo çi projeyeke rewşenbîrî yan jî dezgeheke rewşenbîrî pêk nehatiye, bi kêmanî hema projeyeke wergerandinê?
2- Ji bilî, ji hundir wergirtina şerê navxweyî, nakokî û pevçûnên rêxistinên siyasî, berhemên van komele û dezgehan çi ne?
3- Piştî serîhildana Kurdistana Başûr û bi riya nûnerên siyasî yên qaçaxçî er-zankirina doza kurd, ji bo çi nivîskarê kurd û komele û dezgehên xwe beşdarî kûrkirin û geşkirina projeya nasnameya netewî nebûne û hewl nedane ko diyalogê bi dezgehên kulturî yên Rojavayê re durist bikin da ko doza me ji bîr nekin û piştgiriya wê bikin?
4- Ji bilî êrîş û riswakirina hevûdû û dûbarekirina peyvên ferhenga şerê par-tiyan û civînên lawaz, nivîskar û komeleyên me çî din kirine?
Ev lêkolîn di hejmara 10an de berdewam dike.