Ehmed Huseynî
Erê kewo!
Per û perî, bûnewer û nimêja derengmayî ya malmîratê kerî, bi ser bêberiya xewnê de geh hildiweşiyan û geh jî xwe dispartin tinaziya çerxa destên te.
Wateyên bê wate û sirûdên xemsar û lehengên derewîn û pasvanên xewgiran, bi ser qebqeba qebe ya çiyayên te de geh digiriyan û geh jî xwe radikişandin xumexuma bêdeng a hestên te.
Lê qirşikên ava te, hirmî û hinar û belalûkên silava te, kinêr û şilêr û hîroya nava te, wek te di lerz û bendemanê de, di ferhenga dîlanê de, di hêlîna jan û fixanê de dimînin.
Tu bêdarêjgeh î lê tu çavkaniyên xwînê diwestînî!
Tu bê demsal û meh î lê tu salên serjêkirî bi ser serê me de dizingînî!
Temen dirize kewo!
Mirin dibeze kewo!
Jiyan bazbenda me didize Kewo!
Ey kewê mişext û bêwar!!
Ey berberoja girî!
Ey şînîgirî!
Ey dargerînka xewnan!
Kulîlkên me, kulîlkên jar û hejaran xwe çeng dikin bêbextiya terkên şevê. Li bin perên kaja bendemanê, çavsoriya gumanê, vehesîna xwe, velerzîna pêtî û rivîna xwe radestî kelekên keldûmanê dike, û keştiya aramê bi ser pêlên newqa te de, bi ser pûnijandina te de gêr dibe. Êvarên te zer in...
Kolanên te bê sîber in...
Xwe ragire, xwe bi qeşmeriya rêçên seferê dagire!
Tu dilbaz î!
Tu gulwaz î!
Tu çeng û sema û reş-saz î!
Her ku ber bi henasa sînga te ve têm wek stêrkeke rijyayî dimirim
Her ku kenê te ji bagerê direvînim
Konê xwe li ser stûna êşê vedigirim
Her ku şîrikê zaroktiya xwe di lêva te de digirim
Her ku di tenhatiya rengê porê te de wek nîvê şevê dilivim
Her ku têm û mirina şîn ji ser milên xwe dadiweşînim
Her ku pencereyên tirsê bi keviya pirsê dişikînim
Her ku termê bêrîkirinê bi dû dudiliya xwe de ber bi toza berbangê ve dikişînim
Tu dadiwerivî xweliya xwîna min...
Ku têm!!!?
Ku diçim
û mîna mûmeke serserî, di bin çengê deryayê de, dihilim
Û werîsê mirina qonaxê bi kovandariya awirên çavên te dirêsim
Peşkên nalîna te, pîjên birîna te, mewîjên evîna te dinasim
û direvim,
di hinarkên te de wek xemgîniya sermedî dimînim
te dibînim!
Û zimanê te, zixtên êşa xwe, dîmenên dîn û çargavên kêşa xwe diçînim.
Tu li ser destên min heyv î!
Tu li ser hestên min peyv î!
Tu li ser darbesta min sûlav î!
Tu li ser helbesta min xunav î!
Erê kewo!
Her ku ber bi te û berfê ve dihatim, her ku qerfên te diqurifîn û banga sînorên te bi ser termê stirana êvarê de diçemiya, rêçên min dirêjtir dibûn..
Keziyên xuşkên min diçurisîn û zeviyên jiyanê di nav destê dayika min de zuhatir dibûn..
Çûkên baskokirî, werdekên Gola Cewheriya, gambelekên dilbijandina toza sibehê û hêlîna ji qirşikên qir û seqemê, hêlîna ji rondikên
bêrîkirinê kewo!
Çemekî bêav ji çavkaniya sînga te diherikî
Esmanekî bêtav di barana rexekî bê nav, di ximava
pênûsa te de dikeliya.
Bahozeke bê gav di duryanên kesera te de geh haş dibûn
û geh jî dirikrikîn.
Erê !
Wek carên berê!?
Destê min di bin serê qonaxê de ditevizî
Evînbazî wek şûşeyê lempeya zaroktiyê
bi agirê zimanekî xav diderizî
Daristana tenhatiya evînkuj gurên bi gir û bazdana tixûbên rij
û giyanpijiya bi dûman û mij,
pirtûka bendemana min û te wek bûka baranê
di sira bayê germ û zuha de, di hinarkên nerm û sira xwîna rehan de
dilerizî.
“Zarok û esman xweşik in“
Êvara min digot û dikeniya!
Min digot:
Erê!
Wek cara berê!?
De rabe, vê hechecîka zêrîn ji hêlîna dilê min ber bi cîwaran de bifirîn...!
Tav û birûskên kulê bi ser asîtank û dergehên jibîrbûyî de bibarîn...!
Kevjalê demê, kurmê lemê, kefa gemê, jehra xemê û temê di çolistana canê xwe de biarîn...!
Çila xwe, kila sorgula xwe, zila xura xwe bi xelmaşbûna pencereyên
şîn û bi rîtma nameyên dîn bimalîn...!
Erê Kewo!
Leylana kenê te yî ne jidil, keyslêhatina demsalên tozê û halanên çavşînk û bazbendên te, ber bi asoyên zuha ve dipêliyan û çavên şevê bi qudûmê revê dirijandin. Qîrîna te di dergûşa berbangên gemkirî de tar û mar dibû û gewriya te ya ko ji beybûn û pûnga demê didexisî; di lîlandinên berbûyên xembar de, ferhenga bangê winda dikir û hişê hîroyê diherifand.
Kîla te di bîra xewnê de ji hiş diket, kef û çirava gotinên bêgotin û babelîska zaroktiya bêzar û perpara dilê te ya ko di gavên xwînê de geş dibû, bi ser kevî û terkên qebqeba paşîvên bîranînê de hildiweşin, diranên demê di devê neynikên penaberan de dikevin û payîza te geh dikulkule û geh jî rêçên daristana laşê te yî bêrewa winda dike.
Qublenameya baskên te di oxira sersalan de hînî duryanên bagera xatirxwestinê dibe. Û rojhilat, wek fîxanê, wek bêhûdeyiya jiyanê, wek navpêketina wêranê, di perên nexşeya te de dinale, heyva çavê dayikan bi şûrê serpêhatiyên xwe dimale û rojên te yên wek şêl û pêla talanê dilsojiya bobelatên sînor û pasvanên te, deştên kirêt ên term û cendekên xewnên te û leşkerên çirûk û pepûk û sîkutkî, xizaniya zimanê te û zorkujiya karwanê te û jihevnederxistina serbazên te û nimêjên hesp û siwar û xweşmêrên êl û binemalên te kewo!
Talanker in Kewo!
Serleşker û segbav û ker in Kewo!
Ko li kaşî û lalên sînga te temaşe dikin dilên xwe dixelînin. Ko pêrgî temberiya dîroka te dibin hemî wargehên kêfxweşiya xwe, hemî bargehên serkeftin û xwînmijiya xwe bi tiliyên fermanê diverşînin.
Ne depreşên xemgîniya te û ne jî dargerînka şînîgiriya te û ne jî kewo!, bîrewerî û hala belgeyên te dikarin qebqeba ziyandar a giyanê te rawestînin!
Tu di bin çengê min de zixta bê
hedan î
Tu di nav toza riha min de bîn û
guman î
Tu di hişê gewriya min de zilindar û
qetran î
Tu di çemê axîna min de jêgirtina
rengan î
Tu di keleha zimanê min de rimbazê
şêran î
Tu di oxira darbesta min de rêber û
nîşan î
Tu di êvara lêva min de serkêşê
karwan î
tu di gustîlka giyanê min de rondika
kehreban î
Erê Kewo!
Bi tirs here
Bê tirs were!
Ji jena dûr û veçiryayî
Ji gavên dudil û bê şopmayî
Ji rengê axîna Memê pakrewan
Ji bînçikandina Ferhad berya ko roavahiyê himbêz bike
Ji rondikên Şêrîn berya ko bi xaçerê û pirsan di ser dev re biçe
Were!
Vî dilê westiyayî ji werzên şeva Cegerxwîn biçine
Şîniyên min di gulgenimên helbesta Goran de bibîne
Di nav sîng û berên Xecê de
Li ber agirê Siyamend
Sîpanê Xelatê raxîn kewo!
Bi barana xweliyê
Asoyê lerzokî bi zixtan xweş bike
Peravên çavê bi zuhabûnê xemilandî, bi stiranan geş bike
Herûher were kewo!
Barana destê şevê serê xwe dixist nav baskê te û xeweke giran dikir, û heyveronê navê te yî qedexe di pirtûka şevistanan de vedişart, tiliyên te payîz û pelên zer û xemgîniya şengebiyan diafirandin û hemî bargehên tawanbariya mirovan hildiperikîn pîtanokên lêvên te, berfa zinarên matmayî, çavkaniyên bobelata bê west û daristanên tenhatiya giyanê te, bi ser te de
digiriyan,
digiriyan,
digiriyan...
Tu bi min re dipeyivî
Lê guhên min
Bi nalîna laşê taristanê
mijûl dibin!
Bagera ko îro hingivî
bişkojên bêrîkirinê
Hetaheta dê dilê xwe nebijîne
matmayîna mişextan!
Bîna ko ji destên te difûre
Bîna ko ji hestên te difûre
Bîna ko ji mebestên te difûre
Berya niha bi heşt salan,
Ji bin çengê gula hîroyê
Û ji pîtanokên gula berberoyê
difûriya!
Her pênc rexên hebûna te
Her sêzdeh mehên sala te
Her heyşt rojên heftiya te
Her pênc demsalên çavên te
Têra min nakin!
Stirana qonaxa şewitî
Bi dûmanê şa nakin!
5
Weko çawan toz dihat
Tu dihatî...
Bajarê me li ser milên te
diçurisî,
Berbejna te di bîra min de
wek westanê
diponijî.
Ewrên derengmayî,
babelîskên ko di qermîçekên
kirasê te de vehesiyabûn,
Demên kerikî û xaniyên pevçûna me.
Lê dîsa tu dihatî!
Qûma ko li pey me di tenhatiyê de
digevizî,
Ji peyvên te, bi ser bêdengiya min de
dibare!
Qedera me jî ne hidik bû.
Qiriktaliya me jî ne bê rik bû.
Min guliyên te vedixwarin
Min duryanên bêhûdeyiya sînga te
dixwarin
Min anihaya xwe bi mijankên te ve
girêdida!
Min sefera xwe bi pêxwasî
wek çavkaniya sosretê
bi ser şopa hatina te de
berdida
Û min axîneke kûr bi dilovaniya
barana xatirxwestinê
nedida
Lê tu dihatî?!
Şev şiyar dibû
Segê şevistanê har dibû
Dil di toza bajarê te de
geh sar dibû
Û geh jî di çîroka bazdana
demê de tar û mar dibû!
Erê KEWOOOO!!!
Tu ji wergerandinê nediwestiyayî... Li wan deverên bê dev bi zimanê ximava reş û li van şûnwarên şînîtijî bi zimanê xwîna geş, tu weşanî kewo!
Tu sernavê bê navnîşanî kewo!
Tu xêz û rûpelên şewata giyan î kewo!
Ma tu dizanî kê ev serdem ewqasî bi reşkulîlkên reşbîniyê xemilandiye!!?
Erê Kewo!
Eniya me di tozê de hînî harmoniya babelîskan dibû û hevîrê girî bi tiliyên qedera sînoran dihate bistirîn... Ne ava bîra te bi kêrî tîbûna neynikên zaroktiyê dihat û ne jî çemên te yên zuha qeyikên kaxezî di hişê me de divejandin.
Ji bilî serên berdayî û hespên bendewariya darbestan ti qublename di bêrîka rêberan de tunebûn... Lê berê te ber bi bahoza êvara dereng ve ye, û pişta te jî di bin barê pirsê de pêdarî û berxwedana xwêdanê diparêze.
Lê tu jî mîna Axîlos î,
“Tu xweş dizanî ko jiyan jî her wekû mirinê kirêt e“ lê dîsa ji bêçareyî tu nav di xwe didî. Li jêr birc û kelehên Trwadayê tolgirtin aloztir dibe Kewo! Lê qenebe dê Hîktorekî şervan li ber van dergehên asê ji bo kela dilê te jî mabe?!
De hela nêçîra îstgehên bîn û rengan bi aloziya fîxanê bixemilîne û teşîrêsên ziman weryayî li ser perên axîneke nîvçe dawerivîn û dengê baskan, dengê qirçeqirça taristana xewnê di rehên bajaran de binimîn û gazinên xwe wek bazinên dayika xwe di destê arezûyan de daçikîn û bi kurtî wek rojçêbûna derd û kulan gerek tu hilperikî nêrdewanên xwînê.
Ha li vir kewo!
Ha li wir kewo!
Li mîrnişîniya sed şîn kewo!
Li ser şopa gernameya bêtîn kewo!
Cejna te, cejna genîbûna laşê te û cejna mirina dar û zeviyên sergomgehê, wek guliyan, wek dilbijandina kuliyan, wek lerizîn û sedemên zuhabûna hêviyan; li ber dergehên çavên te yên ko nêçîrê ji ber dikin, keleha dîrokê bi kevirên serbor û bi çîrokvaniya şevbuhêrkên zuha û bêçîrok hildiweşînin, perdeyên xewnan ji binemala keviran didirînin û semageriya guharan, xwelibakirina spîndarên peyvê di hişê nêçîrvanan de dilivînin... Û gername geh winda dibe û geh jî bi ser xilmaşiya benefşên Girê Mozan de; wek nûçeyeke nebihîstî, dadikeve..
Tu bi nehwirîn pirtûka xwe vedikî
Lê em dê kîjan wêneyê hibijêrin?
Tu hemî esmanên xwe pêşkêşî hêrsa sirûdên me dikî
Lê em dê kîjan jehrê bo mirineke hêsan hilbijêrin?
Tu hemî rêçên sînga xwe ji rêving û koçeran re bi nav dikî
Lê em dê kîjan xwêdanê bo westana axê hilbijêrin?
Tu hemî wêranên xwe, sosret û talanên xwe li ber me radixî
Lê em dê kîjan rîtm û newayê bo herikîna xwînê hilbijêrin?