Bîranîn

Ji dîmenên Cenga Mezin

Sebrî Botanî

Nêzî nîv saet rê, bi lingan, ji vê ordîgehê ber bi çiyayê Agirî ve tiralxaneyek hebû, navê dîwanê lê kiribûn. Dîwan du konên çarstûnî bûn û bi dîwarekî rind û bilind hatibû dorpêç kirin. Hundirê dîwanê bi kulav û mafûrên koçerî hatibû raxistin. Sê çekdar bi rojê û sê jî bi şevê, sexbîrî li paqijî û raxistina wê dikirin. Sedema avakirina wê jî, da ko ew kesên ne li şer bin, an ji mey-dana şerî vegerin diçin wir ji xwe re suhbetê dikin. Û hem jî mêhvanan dişîninê heger hebin. Lê sedema avakirina wê, ne ev tenê bû, tiştek dî jî bû, ji bo veşartina, an dapoşîna riswaxaneyekê bû, di newala mizgeftê de, ko navê şerîetê jê re kiribûn kiribûn perde û bûbû newala şerîetê. Çîroka newa-la şerîetê kezeba mirov diperitîne. Lê mîna hekarî dibêjin ”Vê xemê bihêlin bo wê demê”. Ji xwe em li dîwanê bûn, ev dîwana kurmancî, çi bi roj û çi bi şev vala nedima. Lê ya ko cênîka mirov diêşand, hîç nîşanek ji nîşanên wê dan û standina bi rêz û rûmet, ya ko me di koşk û dîwanên beg û mezinên kurdan de dîtibûn, di vê dîwanê de, li nik van hemîdiyên kurmanç an kur-mancên hemîdî, me nedît. Çi dihat ber devê kê digot û guh nedida gazinan jî ta heger ew gotina wî ji gûyê wî jî genîtir bwa. Nedgote xwe fihêt e û ev ne cihê wê ye. Axaftina civatê jî ne bi dor û destûr bû. Ko yekî pirsek dikir, sê-çar bersiv, belkî bêtir jî têkil hev dibûn. Ne tenê di nav xwe bi xwe de, ji bo mêhvanan jî her wilo bû. Yekî ji civatê gote me: Gelo tabûra we jî pişikdarî di şerê.... Gotina wî camêrî bi dûmahî nehatibû, yekî din ko li tenişta me rûniştibû, bihna genî ji devê wî dihat, got: Gelo keç û jinên êzîdî û ermeni-yan li nik we peyda dibin?.. Berî ko em bersiva vî xweşmêrî bidin an jî ne-din, yekî din î rûkelpitî, devşeqitî ji dêvla me ve, bersiv da û got: Helbet hene, lê hebin an jî nebin me çi jê ye?. Madem em bi xwe jê bê par in.

Tîqetîqa pêkenîna sar û bê sedem bilind dibû. Li dîwanê fanoseke tenê hebû, têra ronîkirina wê nedikir, lê gava ko agir geş dibû, rûyên civatê jî baş dixuyan, lê xwezî tarîtir ba. Ji civatê tu kesî nedigot ev çi pirsên bêmerês in hûn dikin, tenê C. Amêdî gote yê rû kul: Pismamo zû xwe bigihîne nik dok-torekî belkî çarekî li rûyê te bike û paşê...

Rûyê min?.. Rûyê min bi derman û nivişta sax nabe, min herdû jî ceriban-dine, hûn werin ji xwe re niviştên şêx û melan bi sing û mil û pişta min ve bibînin encex jineke ermenî bi maç û laqirdiyên xwe bikaribe rûyê min sax bike.. Got û ji cihê xwe rabû hat nik me rûnişt û berdewam kir: Navê min Sadiq e, ev nivişta filan şêxî ye û ev jî ya filan melayî ye. Sadiq destê xwe ji ser niviştekê dibir ser yeke din û navên şêx û melan dixwend. Em jî ji tirsa Sadiqî mit û bêdeng mabûn. C. Amêdî jî li wê şîreta xwe poşman bûbû, lê piştî çi? Sadiq rabû ser xwe û got: Melayê me sê jin hene û li vir jî jineke ermenî li xwe mehr kiriye. Ma çi ye heger ji her çaran, ya kirêttir ji bo min be? Dinya xerab nabe, bila xêra serê seyda be.

Piştî paşîvan bû, em ji dîwanê rabûn, êdî bi alîkariya xortekî qenc û merd, me xwe bi xwarinên xweş û şûştina laş û cilên xwe ve mijûl kir.. Di navekê re xewê em birin ta ko dîkilê mizgeftê bi dengê xwe yê şêrîn em hişyar ki-rin. Serê sibehê bû, laşên me nerm û têrxew bûbûn û tirs û zehmetiya rev û rêwîtiya herdû şevên pêştir jî em berdabûn, me hest bi xweşiyekê dikir, lê ya seyr ew bû ko me ne dizanî çima di şeran de temara xewê çavên me berne-didan û dengê çekan li me dibû dengê lorîna dayikan û xewa me di ber re dihat, û nuha çima em bi dengê vî dîkilî ji xewê radibin?..

Ji bo xwarinê piçekî zû bû. C. Amêdî û sê neferên hemîdî ji ser avê dihatin, seyda jî bang dida, lê dema bangê nemabû. Bû tîqetîqa her kesî, kenê wan bi dengê melê û bi kuxekuxa wî ya ko bang pê diherifî, dihat... Xwedê li me digre nagre bi kêfa xwe ye, lê banga dîko bêhtir li guhên me xweş dihat.

Heydê herin xwarinê bînin. Heyhêêê em zikan dagirin. Ev gaziya neferekî hemîdî bû. bi gaziya wî re te didît ji her çend kon û çadiran hinek nefer bi beroşên biçûk an leganên mezin bi kêf dilezînin, lê em û gelek ji wan jî, em diçûn, me tayina xwe li tekiyexaneya Sultanî, dixwar.. Ji nû me dest bi xwa-rinê kiribû, ew xortê ko şeva bûrî alîkariya me kiribû, ew jî hat, wî em agehdar kirin ko karwanekî leşkerî, posteçî û hêstirsiwar in, ev du saet in li devê gelî xwe hêsa dikin, û nuha bi çûyîna xwe ve mijûl in, hûn dişên bi wan re herin. Jixwe em jî li hevaline wisa digeriyan. Em hêşta ne gihabûn newala devê gelî, dengekî ji paş me ve em guhişandin:

Rawestin.. rawestin! Karekî me bi we heye. Hûn nuha naçin, em nikarin destûra we bidin, lê qerar e ko di hundirê van du-sê rojan de bînbaşî Xelîl bigihe nik me û hinek neferên ereb jî hene belkî em we gişan bi wî re bişînin.

Zabitek û deh nefer hemîdî bûn, me zû tê derxist ko ew dixwazin me her şeşan bispêrin destê binbaşî Xelîl wek em firar bin û ji meydana şerî revî bin, û wan em girtibin.

De erdo biqelişe û zû me daqurtîne, berî ko cenabê binbaşî Xelîl me bibîne.

Digel ko em her şeş nefer ji herêm û milletên cida-cida û hevnenas bûn jî lê êdî em bûbûn yek û me ji hev bawer dikir.

Rev û bextreşiya ko me hîn kul û qehrên wê dikşand em kiribûn kirîvên xwînê û me dişiya em wê bikin ya ko pêdivîbû me bikira, lê me ne kir, ko me nekir jî me qenc kir. Tevî C. Amêdî xwe neqayil jî kir û got: Belayê neyê-neyê, lê heger tu hatî li ser seran û li ser çavan. Lê me nehişt; na Cemîl, na. Em xwe nagihînin rêza van çavsorên şerfiroş çêtir e.

Jixwe wan ji bo pîsîtiyê xwe belav û ber hev kiribûn. Dengekî ji wan got: Bê zehmet, çekên xwe hilpesêrin wî kevirê mezin û bê tirs û gûman werin.

Weke ko em dijmin bin û wan em di şerî de girtibin, wisa xwe bi wî karê kirêt mezin dikirin..

Em birin di çadirekê de dakirin, em hê nerûniştibûn, efendiyek hat, silav nekir û rûnişt û em jî rûniştin. Efendî kurmancekî urfayî bû. Piştî nivîsandi-na nav û numreyên me û blok û tabûra me, ji nû te digot belkî me riswatiye-ke mezin kiribû, serê xwe li me hejand û bi quretî got:

- Nuha, ji we her şeşan, kî çêtir dikare rastiya çîroka vê reva we bê pêç û bê pîne ji me re bibêje?. C. Amêdî bi lez bersiva wî da:

- Jixwe ez çîrokbêj im. Hema ez dê bibêj im, lê em hemî dizanin çi derdek bi serê me û bloka me hatiye, lê hêvî dikim hizra ko em derewan bikin bila li nik cenabê te nemîne.

- Heger te negotiba ez çîrokbêjim, belkî min ji te bawer bikira, çimkî çîrok-bêj jî mîna şaîran in, nikarin derewan nekin, bibûre nikarin rastiyê bibêjin!

Vê gotina efendiyî em kenandin, lê ew bi xwe nekenî û me jî li rûyê wî yê girozî, dernexist ko gelo wî ji tinaz ve got, an ji hemî dilê xwe ew şeker şi-kand! Lê efendî baş dizaniya ko em nikarin rastiyê bibêjin û em naçar in ko derewan bikin. Me jê re bi derewan mala bavê Qeyserî kavil û wêran kir, me bi ziyaneke kêm û biçûk, ziyaneke mezin gihand leşkerên rûsî!!! Ma em çi bikin , kêfa wan bi derewan dihat. Lê bahsa wan mirî, kuştî û birîndarên ko me di rêça hatina xwe de dîtibûn, nekir. Efendî bi pirsên xwe yên pûç û bi bersivên me yên derew, em gêj kiribûn, ji nû got:

- Helbet we nizanî ko neferên hemîdiyan jî mîna cendirme û eskeran rê li firaran digrin. Naxwe hûn wisa bisteh nedihatin vê ordîgehê. Nuha jî min bawer e ko hûn ne ji van herêman in, pa çi hûn gihandin?. Heger na min pirsek heye, helbet we li wan çolan neferên firar dîtin, gelo hejmara wan ji bilî we çend bûn?.

Efendî ji me çêtir dizaniya ko firar nemabûn, mabin jî hemî term in. Êdî me jî yekser ji bo em jê re isbat bikin ko em di çiyan re hatibûn, me got: Me ti kes nedîtin, lê me çend eskerên mirî, kuştî û birîndarekî li ber mirinê dîtin. Efendî bi hêrseke derew xwe xeyidand û got:

- Pa çima ji pêr ve we ez agehdar nedikirim? Hûn li benda çi bûn?. Yazux-yazux. Hem ji meydana cîhadê direvin û hem jehra dijminan jî di nêv xelkên me û eskerên me de belav dikin, yazux- yazux.

Me gote efendiyê xwe, ma em ji tiliyên xwe bi bêhn in, me dê ji çi bizaniya ko cenabê te li vir e. Me jê re sond jî, bi xwedê û şerefa dewleta Alîosman xwar, ko ji wî pê ve ti kesî ev ji devên me nebihîstiye û niha jî çi jê neçûye û heger kesin hebin, em her şeş dê bi..... Efendî gotina me birî û got: Na na na, xem ne ev e, helbet mefrezeyên vî karî jî hene û li hemî der û deveran jî digerin, lê ya xem û mixabin ew e ko em rê bidin gotinên ko ziyanê digi-hînin dewleta me.

Efendî ji her kesî çêtir dizanî ko ji bilî mirîşelên û dizên hemîdiyan û hovên laşxur, li wan çolan nemabûn, lê ko wî bi derew got mefreze hene, me jî bi derew got: Rast e û me bi xwe jî dewriyek dît û doktorek jî bi wan re hebû. Bi vê gotina me efendî ji cihê xwe hilpekî û got: De hûn zanibin ko ez dizanim çi li van çiyan diqewime. Baş bû nehilperikî ser me. Piştî nîvro bû, karê efendî bi me nema û got:

- Êdî hûn destûrdayî ne, lê helbet îro-sibe belkî dusibe jî, hûn li vir bimînin ta bînbaşî Xelîl digihe, ew bi rê ve ye, Xwedê alîkarê wî be pir xwe di-westîne, tim digere, nagihê serê xwe bixurîne, ew dê çekên we li we ve-gerîne, em çi bikin ta nuha ji bilî we gelekên din jî hatibûn girtin, û wan jî mîna we digot, em windabûyî ne. ”halbikî” di rastiyê de piraniya wan firar kiribûn, û paşê hatin efûkirin û li tabûrên xwe hatin vegerandin.

Me çandira efendi li paş xwe hişt û bi rê ve ji qehra em dikeniyan. Seyr bû wî dizanî em derewan dikin û me jî dizanî ew derewan dike, lê ya seyrtir ew bû ko wî ne dizanî, em dizanin ew derewan dike. Jixwe me rastî negot û wî jî derew bi me dida kirin. Wî bi wê derewa xwe ya dawiyê, dereweke mez-intir ji me çêkir û me jî bi bersiva xwe ya derew ew derewa wî kir rastiyek ji hemî derewan derewtir, û wî jî ji hemû dilê xwe bawer kir ko rast e, me de-wriyeke esker û doktorek jî bi wan re dîtibû.

Kêfa hevalan ji dîwanê re nehat, em çûn li ser kevirên rûniştinê yên li pişt çadira xizmetkarên tekiya Sultanî rûniştin, çar-pênc kes li wir bûn. pesin û zirtên xwe yên şerê bi ermeniyan re dikirin. Lê serê behsê ji me çûbû û binê behsê jî bi vê bû.

....Bi Xwedê lawê Teto mêrekî bi sed mêran bû. Bila ji diya wî pê ve ti jin nebêjin em jî jin û me jî kur anîne. Bila ji wî pê ve ti mêr nebêjin me jî şer û êrîş kirine, wî bi tena xwe ermenî dibirin felaketê. Lê sed mixabin ew mêr bi fîşekek êzîdiyan ji nav me çû û çû:

- Bi hizra min îro roja şeşê ye di ser wextê Salih û hevalên wî re derbas dibe, pa gelo ji hingê ve ta nuha li malê çi dikirin?

- Hema Xwedê bike bê teşqele bin, derengî xem nake. Kengî tên bila bên.

- Pa hûn sax û ez mirî, heger ew ji hir ve hatibin ”oxilme” kirin. Ew her şeş hêstir jî bi barên xwe ve av û av çûn û çûn, em êdî bi çavan jî nabînin, ji xwe hevalên me jî...

- Nateşqilin, ma dê çima biteşqilin birako? Ma qey me malên kîjan teres û teresbavî talan kiriye an diziye? Ev xeza ye xeza, ne talan û ne jî dizîtiye keko, hemî bi xwîna me hatiye şûştin, here ji melayê me bipirse, binêre şerîeta me çi dibêje.

- Pa bi merqeda Xewsê Gêlanî, heke em ermeniyan binbir jî bikin, û sed bar ristik û gerdenî û kemberên zêr jî bi dest xwe ve bînin, hemî têra stan-dina tola wan sêzdeh şehîdên me yên vê dawiyê tenê nakin. Wey jaro, kul-malo, ezo, sê ji wan xwedî jin û zarok in jî.

Wan bêbavan qet li jin mêr û zarokên ermeniya hay nedibûn, wiha mejiyên wan ji mirovayetî hatibû şûştin û dilên wan bi zikreşiyê hatibû dagirtin.

- Ev derengiya wan ez dizanim ji çi ye, derengiya wan binasê bînbaşî Xelîl bû, wî jinek ermenî dabû Salihî û gotibûyê: Çi dema ko we îzna sefera xwe ya malê stand, hingê here newala şerîetê nik Sofî Îlyas, wî agehî jê heye û dê yekser radestî te bike û çû. Xuya ye ko hêşta jê têr nebûye, loma ez dibê-jim heke Salih ne bi wan re biwa, dê nuha ji mêj bû...

Di vê navê de mezinekî wan çû çadirê û got: Silêmano rabe here dûrbîn û demança min bîne. Silêmano çû û mezinê wan xwe kenand û got: We pêş hatina min çi digot tolazino? Hûn çima ji ber min veciniqîn? Axaftina xwe bidûmînin, hûn destûrdayî ne, ez jî yek ji we me, ne durust e hûn bi hatina min veciniqin.

- Ev hatina te bi me seyr bû ezbenî û hem tu ji nişkê ve hatî hundir, loma em veciniqîn. Me behsa nehatina hevalên xwe dikir û ne tiştekî din ezbenî.

- Hevalên di şerî de an hevalên çûyîne malê û nehatine?

- Hevalên ko çûyîne malê, ezbenî.

- Fala bextê we spî ye, lê hûn reş dibînin û vajî dixwînin. Teqez wek

çawa mizgîniya saxî û kêfxweşiya we gihandine mal û mirovên we, dê îro-sibe mizgîniya saxî û kêfxweşiya mal û mirovên we jî bigihînin we. Sibe roja belavkirina mektûban e, sedema derengiya wan ew e ko, me hefteyek li izna wan zêde kiribû. Rehma Xwedê li şehîdê me be.

Silêman hat û nîvbegê wan çû:

- Wî jî weke bavê xwe li mekteba êl û eşîran xwendiye, loma zîrek û xe-berxweş e.

- Ew kurê bavê xwe ye, siwarekî baş e jî haaa.

Gelek pesnên delal bi bejin û bala wî ve hûnandin û me jî guhên xwe lûç kiribûn û guhdarî dikir, lê ya rast axaftina wî li me jî xweş dihat.

Digel ko kêfa me bi dîwanê nedihat jî, lê dîsa wek şeva pêştir herin wê civînê. Dîwan bi xwe her ew dîwan bû, lê piraniya kesên hatibûnê ko he-jmara wan tevî me digiha çil-çil û pênc kesan, ne yên şeva pêştir bûn. Me vê carê hindek saloxên seyr û berketî jî bi gotinên pûç û erzan re bihîstin, ji wan saloxan: Mele Seîdê Norsî ji begê wan xeyidî bû çimkî neferên alaya wî şolên na insanî û na şer´î, kiribûn.

Begên hemîdiyan li ser daxwaza Kazim Qerebaşî çûbûne civînekê û ji wan xwestibû ko ji bo teqîbatên li pey ermenî û êzidiyan her yek ji wan çend rêçenasên çiyan peyda bikin … Feqeyekî kaxezek a Şêx Saîd ji begekî re aniye û dixwaze bi destê xwe bide begê ne hazir û bersivê jê wergire…

Hukûmetê zaniye ko Ebdurezaq efendî têkiliyên xwe bi hindek mezinên hemîdiya re heye.

Ji nişka ve sê nefer hemîdî hatine girtin, çimkî sistî kirine, an delîva revê dabûne malbateke ermenî… Dîtira rojê me bihîst ko, bînbaşî Xelîl bi rexekî dî ve çûye û dê piştî du rojên dî bigihe vir ko me ev bihîst, C. Amêdî xwe kenand û got: Xêra Xwedê ye hevalino, ez nemînim heke bo me ne çêtir bît, em dê li van du rojan jî bo xwe li vê tekiya Sultanî biçêrin.

Di wê gavê de tevgerek li nav ordiyê peyda bû. Çi ye ne çi ye pirs dikirin, digotin mêvanekî hêja ji Stenbolê hatiye û ev hefteyeke geriyanê dike, û îro dora ordîgeha me ye. Tenê 70-80 nefer hatin kom kirin. Mêvan çi mêvan bûn, melayek, xortek, çawîşek û pênc nefer esker. Melayê sor û kose, destê xwe danî ser pişta xorto û got:

-Ev xortê delal, ev zelamê zîrek û dilovan, ji malbata Mele Îdrîsê bi nav û deng e. Ew jî bo dîtina we ji Stanbolê hatiye.

Xorto piştî silavê, kaxetek ji berîka xwe derxist û xwend. Xwendina xorto bi tirkî bû. Hemî pê guhişîn û di ber xwe de keniyan. Xwendina xorto bi tirkî kurt bû lê melayê kose bi kurmancî dirêj kir: ”Ez hatime xelkên xwe bibînim, ez hatime da ji nêzîk ve çelengiya we bibînim. Tarîx şahid e ko, me kurmancan li hemî dewr û zemanan ser û malên xwe di ber dînê îslamê de kiriye qurban, û îro jî em dikin…. Rûsên kafir bi harîkariya ermeniyên kafir û xayin û hindek ji kurmancên nezan û ji rê derketî, dixwazin welatê me vegirin û xelkên me bindest bikin lê pa ev bi mirina wan e. Mirina xwe dibînin vê nabînin… Ev ne cara êkê ye ko, misqofên çepel êrîşî me dikin. Nuha jî gelek perçe ji memleketa me jêr nîrê wan de ye.. Ne hûn tenê şerê kufr û kafiran dikin, hemî miletên dewleta Ali-Osman şerê zulma ûrûs, fer-ensiz û îngilîzan dikin....

-Pa xorto madem tu bi zimanê me nizanî biaxivî, çima tu hatî? Wey ew Stenbol kambax be, ya ko tu û ew fêzê te yî sor jê hatine. Digotin û dikeni-yan.

Xorto hêdî hêdî bi hemdê xwe dixwend, lê ko seyda werdigerand xwe dişi-dand û nirenir ji xwe der dianî.. Di pey xorto re, seyda dest bi xwendina hindek ayetên kurt û bijartî kir. Paşê peyvên enfal û cîhadê şirove kirin û got: Kesê diçe cîhadê mucahid e, kesê mucahid, heger bi zindî û saxîtî vege-riya mala xwe ew xazî ye û hem li nik dewleta xwe û hem li nik der û cîranên xwe, bi rûmet û serbilind be, wek xaziyên Xezwa Bedir û Huneyn, Xezwa Uhud, Xezwa Şemê û memleketên dî. Lê heger hate kuştin, - ez nabêjim Xwedê neke - çimkî hingê ew şehîdê dîn û dewleta xwe ye û rê rast, bê pirs û ezab diçe bihiştê, û ew ”horiyên” periyên ko ji bo wî û bi navê wî hatine nîşan kirin û veqetandin, digel refên melaîketan li ber dergehê bihiştê çaverêyî gihaştina wî dikin.