Giriyê li mevexê
Helîm Yûsiv
Diya wî di sedsala şazdehan de miribû. Ev çar sedsalên wî derbas bûne ko tê serdana vê goristanê. Navê wê ki-ribû Şermola. Ne ew û ne ti kes wateya vî navî nizanin. Lê tiştê ko dizane ew e, ko termê diya wî li ser sicada limêja nîvro dirêj bûbû û ew li ser laşê wê civiya bûn. Şeş dest bi hev re ketibûn berîka laşê wê. Li kilîta se-beta wê ya kevin digeriyan. Berekat veciniqî bû. Herdû destên wî weke herdem dilerizîn, ji bo girî berê xwe dabû metvexê. Nizanîbû çima wilo bi serê wî tê û çima li metvexê bi xwe digirî. Pazdeh tiliyên ko xwîna reş ji wan diniqutî ji berîkê derketin. Li her sê destên bi xwîn dinerî. Wî digot qey ew dest li dora qirika wî ha-tine pêçan û dixwazin wî bixeniqînin. Dema ko stirî di berîka diya xwe ya mirî de dîtin mat ma û ji xwe pirsî:
- Çima berî mirina xwe stirî di berîka xwe de veşar-tibûn?
Mîna kurman gav bi gav pirs bi rûyê wî ve hildipe-rikîn. Bi xwe dihesta, ko ew pirseke mezin e li ser du lingan dimeşe. Di vê jiyanê de, ji bilî pirsan çi li cem wî heye? Mirina seyr ya bavê wî hate bîra wî. Dibe ko berî zayînê miribe û dibe ko piştî zayînê be jî. Nizane. Tiştê ko dizane ew e ko... law bavê xwe dixwin.
Bav westiyayî vegeriya malê. Dest bi karê xwe yê rojane kir. Ji gava ko dest bi kolana goran kiriye, ev yek jê re bûye kar. Mîna nexweşekî bêhiş ji nişkê ve herdû peh-niyên xwe didan dîwêr û li ser destên xwe dimeşiya. Piştî çûn û hatina li ser destan, li hewşê paldayî dimîne û çend hûrdeman herdû kabokên xwe hembêz dike û dûr dûr dinere. Her ko gora jineke spehî dikola, hişê xwe winda dikir.
Ji kirinên wî yên li malê zarok têdigehiştin, bê ka çi li goristanê qewimiye. Carina xemgîn vedigeriya malê. Ji jina xwe re li ser rewşa miriyan dipeyivî, digot ko bi hezaran didin dû laşê kûçikekî, lê ti kes nade dû laşê kesekî perîşan û dest bi meşa xwe ya pêlewanî dikir. Tevde li ber wî mat diman. Lê hêdî hêdî jin û zarokên wî nema guh didan vê meşa wî ya berevajî:
- Îro ji dêvla laşê jinekê, laşê dêlikê veşartin, min tenê dît. Tenê ez.. dizanim çima wilo dibe. Tenê..tenê ez rastiya dinyayê dibînim. Tenê dibînim ko cîhan bere-vajî ye. Jinik bi yarê xwe re reviya bû. Mesele ev e. Û dawî ev dêlika bê guneh di bin axê de veşartin û digotin me keça xwe ya mirî veşart.
Berê xwe da dîwêr, bi sivikayiya kuliyekî qevazt. Vê carê bi ser serê xwe de ket. Serê xwe danîbû erdê û herdû lingên xwe yên dirêj sipartibûn dîwêr. Herdû zen-dên wî ji piyên wî ketin. Destên wî, bêxwîn, ji zendên wî dûr ketin. Li ber lerzandina jina wî herdû dest li ser pêçiyan dimeşiyan. Ji nû ve her dest li zendê xwe vegeriya, her destek bûbû darek. Li ber derî du darên bilind şîn hatin, laşê wî yê textikî berevajî mabû. Ro-jekê wilo ma bêyî ko kes nêzîkî wî bibe. Ji ber tirsa ko li ber derî cih girtibû, nema jina wî ji limêjê qut dibû, ji ber hetîketiyê lawên wî li ser vê rewşê nedi-peyivîn. Jina wî nêzîkayî lê kir, mîna textikekî kevin laşê wî bêdeng hate xwar, şûna çavên wî vala mabû. Dê bi tenê dîtibû ko çavên mêrê wê ji serê wî yê berevajî dûr ketin û bi banê oda zarokan ve hilkişiyan û mîna du ka-mêrayan li jor vekirî mabûn. Li ber zimanê wî yê ko ji devê wî kişyayî mat mabûn. Weke ko henekê xwe bi hinekan dikir. Lê tiştê ko hişê wan winda kiribû ew bû ko gava destê xwe gehandin laşê wî. Laş mîna ard dibû tozeke spî. Lawên wî li hevdû nerîn, kî bawer dike, ko bavê wan bûye ardekî hûr? Pilindir ji ser şaxê ko di derî re der-bas dibû bi lez ketibû erdê. Dê ew nas kir. Pilindir wek destê mêrê wê yê mirî bû. Dê rahişte pel. Tê gihişt ko ev peyvên mêrê wê ne. Mêrê ko bûbû komek ard. Piştî ko xwend heyirî mabû. Wesiyeta xwe bi çend peyvan nîvisan-dibû:
Wesiyeta min a dawî
Vî ardî têxin teşteke biçûk, bikin hevîr, bistirin. Têxin tenûreke germ. Wî bikine nanine biçûk û bixwin. Eger hûn min nexwin ez razî nabim. Tiştek tenê besî min e ko min bi hezaran gor kolan û ti kesî gora min nekola.
Yê ko temen da we
ZARAYÊ kal
Dê li zarokên xwe nerî. Li gor vê wesiyeta seyr divê, ko ew bavê xwe bixwin. Lawê mezin ji wan xwest, ko vê rewşa xwe li ber kalemêrekî dîndar raxînin, da bi şêwr û şîretên wî bikin. Lê yekî jî ev nepejirand, çimkî tiştê li vê mala seyr a ko li vî cihê jibîrbûyî avêtiye, diqewime nayê bawerkirin û ev çîrok ji kê re were gotin, wê weke dînekî li wan binere. Tev bêdeng man, wesiyet bi cih anîn. Çêja vî nanî ne normal bû û ew tev hatine guhertin. Wî nanî bandora xwe gehand dil, mejî û rûyên wan. Tiştê balkêş ew bû ko lawan bavê xwe xwarin bêyî ko bi guneh bihestin. Ji bilî vî, Berekat, biçûkê bira, dîsa berê xwe da metvexê û dest bi girî kir.
Bira diya mirî didin ber talanê. Ji Berekat re, li ser pevçûna bira û şerê wan ê li ser malê bavê mirî, gelek caran çîrokên nayên bawerkirin hatine gotin. Zêdeyî ca-rekê bihîstiye ko birê bira kuştiye. Lê tiştê ko li vê malê diqewimî ji wan çîrokan hîn girantir bû. Û ji ber ko biçûkê bira bû, nikarîbû bandora xwe bigehanda ti kesî. Xwe didît ko di meydana şer de tazî ye. Birayên wî cihê gora diya xwe ji bîr kiribûn, karê wan bûbû gera li kilîta sebetan. Dê û libendemana şînbûna dara bavê. Ew bi tenê her pêncşem weke xeynî xwe ji xwediyên miriyan, li ber gora diya xwe rawestayîbû û her tişt tanî zimên. Hinekan digot ew dîn e. Birayên wî yên ko li ser ti tiştî li hev nedikirin, li ser vê yekê gihan hev û gotin ko ev birayê wan yê biçûk Berekat, piçka bereketê tê de nîne yan na ma ev çima ewqas deyndar tên û deynên xwe yên li Berekat ji wan dixwazin.
Tevde di hewşekê de bi cih bûbûn. Her yekî û zarokên xwe deverek ji hewşê ji xwe re girtibû, ji bilî Berekatê bêjin û bi tenê, yê ko ji xwe re bi darê zorê ev oda biçûçik peyda kiribû. Ode bi fotografên jinên lîstikvan û tazî hatibû xemilandin. Û ji bilî karê daleqandina wê-neyên hunermendên cîhanî yên bi nav û deng. Kêm kes di-zanin, ko Berekat helbestan jî dinivisîne, tê serdana goran û libên Operval vedixwe. Rojekê ew ji xew rakirin:
- Hûn çi dixwazin?
Ev cara yekemîn e, ko her sê birayên wî yekdest in. Weke zarokekî delalî mezinê wan sebeta diya xwe hembêz kiribû. Tevde ji wî xwestin ko berê wan bide gora diya wan. Ji guhertina birayên xwe mabû ecêbmayî û ji xwe di-pirsî: Gelo hestên mirovan îro bi wan re peyde bûne, ta ko îro diya wan hate bîra wan.
Ji bandora vê ramanê çavên wî tijî hêsir bûn. Xuya ye, ko wê sebeta wê lê vegerînin û lêborînê li ser pevçûnên xwe ji diya xwe bixwazin. Bêyî ko devê xwe veke birayên wî dabûne dû. Berê wan li goristanê li cihê gora diya wan bû. Bi kêfxweşî giş cihê gora diya xwe nas dikin. Wê rojê Berekat tiştek fêm nekiribû. Lê tiştê ko pêncşema din dîtibû saweke mezin xistibû nava wî. Dît ko gora diya wî vekirî ye û dewsa kolan, lêgerîn û neynûkan li derdora gora xirakirî diyar e. Wê gavê Berekat her tişt fêm kir. Pê dihesta, ko textikekî kurmî di zengelorka wî de asê maye. Ne derdikeve, ne jî diçe xwarê. Birayên wî gor vekirine û ji bo dîtina kilîta sebeta girtî tabût û laşê dê ji hev xistine. Kilît jî di berîka wî de ye. Wê roja dûr diya wî jê re gotibû:
- Guh bide min, lawo! Çavên birayên te gişan li sebetê ye, lê ew nizanin çi di hundurê wê de ye. Ez ditirsim, ko piştî ez bimrim, eger ne bi te re be, ewê li ser kilîtê hevdû bikujin. Û ji bo yek ê din nekuje, bila kilît li cem te bimîne, ne ji ber ko tu biçûkê wan î, na lêbelê ji ber ko tu qencê wan î.
Ji nişkê ve Berekat xwe dît ko li metvexê bi şewat di-girî. Di rewşa dinyayê diramiya. Kirinên birayên xwe di-dane hemberî karê diya xwe û qiriktalîya wê ji bo wan.
Wax...xwedêyo! Çawa di malbatekê de ewqas paqijî û ew-qes qirêjî tên cem hev? Dayê, gelo rojekê van ji şîrê te vexwarine? Teqreqa sebeta dê, ya ko birayên wî dişkenan-din, ew ji giriyê tal û dirêj ya li metvexê şiyar kir. Her sê destên bi xwîn yên ko wê rojê dirêjî berîka laşê dê dibûn duh xwestin, ko tiştên di sebetê de li hevdû par bikin. Îro sebet dane ber çakûçan. Lê pelikên kevin û nivîsên belavbûyî ew veciniqandin. Birayên li benda zêr û pera li pelên zerbûyî rast hatin. Pend û şîretên dê bûn. Ji lawên xwe dixwest, ko li herdû daran xwedî derkevin. Da riyên xweşiyê li ber wan vebin. Lê eger zi-yanê bigehînin daran, wê mar û dûpişk li malên wan bizên û wê jehr jiyana wan xira bike. Wisa Şêx Mihdî ji wan re gotibû. Piştî çend rojan darek ji wan rût û zuha mabû, her ko yek ji wan nêzîkî darê dibû, şaxên wê dilebitîn, dixwest şeqaman li wan xîne. Mezinê wan sond xwar, ko dar bûye cihê mar û dûpişkan û divê were qutkirin. Lê dema ko Şêx Mihdiyê mezin bihîst ji wan re got:
- Qutkirina vê darê wê koka vê malbatê ji binî de bi-qelîne û yek di dû yê din dimire. Hetanî ko cîran jî ji ziyanê nayên parastin. Lê tiştê bala wan kişand ew bû ko her Berekat di ber darê re dimeşe, dar şaxên xwe sist dikin. Gumanan di mejiyên wan de govend gerandin ko ji bilî Berekat ti kes raza vê darê nas nake. Erê ev Bere-katê ko piçka bereketê tê de nîne. Di nav xwe de navê wê kirin dara şer. Xwe jê diparastin. Şîret li jin û zaro-kên xwe dikirin da nêzîkî wê nebin. Nexasim piştî ko kund şev bi şev ev dar ji xwe re kiribû war. Qêrînekê Biro ji ser livînê rakir:
- Kund giyanê diya te ya mirî ye.
Qêrîn winda bû.
Li derdora canê wî balindeyî êşeke kor çiriya. Periyên reş di beyabana canê wî de belav kirin, darên bav, wesi-yetên dê û canê wê, balindeyên wê. Gelo tiştê ko di ji-yana wan de qewimî, ne bes e? Ji xwe dipirsî, gelo dê û bavên mirî tevde didin pey zarokên xwe? Serê wî di destê zarokekî windayî de bûbû nepox. Berê xwe da metvexê. Ji bo ko negirî serê xwe xistibû nav avê. Wê kêlîkê girî êrîş kiribû. Por û rûyê xwe zuha kirin. Li ser dêmên wî hêsrên germ herikîn. Ev cara pêşî ye ko di giriyê xwe de diramiya, negiha tiştekî, lê hêrseke reş xwe ji ezmanê sînga wî dabû alî. Vegeriya oda xwe. Fotografên jinên xweşik û tazî û germ bi dîwar ve daleqandin. Devê xwe ber bi çiçikên tazî yên fotograf ve biribû. Xwest serê çiçikê li derveyî bermemikan gez bike. Lêvên wî li ser wêneyê sar, zuha mabûn. Ji bo helbestekê binivîsîne ra-hiştibû pênûsê, nikarîbû. Ji nav qutiyên derman ên vala û pelên helbestên, ko ti kes naxwîne çend lib avêtibûn devê xwe, di diya xwe ya mirî diramiya. Diya canxweşik, diltenik, û dest pê kir...
Birayê biçûk canê xwe tazî dike:
Dayê, çima canê te bûye kund...? Kund? Û nebûye kevok an çivîk? Min tim li wateya herdû daran dipirsî û wateya ko tu bibî birayê kesine ko ji bilî xwe ti tiştî nas nakin. Kê gotiye xwîn nabe av? Kî ye xwediyê vê derewa mezin? Li ber berjewendiyan xwîn dibe mîz jî. Çiqasî bêhiş e ev êrîşa mezin û bê ol, a ko ji bo danheva pera li dar ketiye. Kî dizane? Dibe ko mirovê herî bêhiş ez bim, yan na ma çima min xwe ji dehê kolanan bêrî kiriye. Min xwe ji wan qut kiriye. Da ko ez li deyndaran rast neyêm. Gelo çima ji her tiştî bêtir ez bi gorê ve hatime girêdan? Û birayên min cihê gora diya xwe, ya ko temenê xwe di ber wan de şewitandibû, ji bîr kirine. Kê gotiye ez ne nexweş im? Nexweşiya min ew e ko ez bi miriyan ve girêdayî me. Çima ez vekirî napeyivim û nabêjim ko ji min re goristan ji her deverê xweştir e. Di nav xelkê de tenê tê min dikuje. Tenêtiya rojê xirabtir e ji ya şevê, li gel ko şev carna hevaleke delal e û ez ji tariyê hez dikim û avjenî di nav reşayiyê de xweş e. Ji ronahiyê hêrs dibim nemaze dema xelk derewan li ser têlên wê radixînin. Û ...û jin... Berekato!. Di şevê de jin rengekî din distînin. Wa... Xwedê, çima Şevîn, her gav di xwîna min de belav dibe? Çima min û vê gora jibîrbûyî tenê nahêle? Şevînê... dev ji min berde, ma ne bes e ko te ez kirime kavil? Ma ez giliyê te li ber vê şevê bikim? Ev şeva ko mîna sêwiyekê ez xistime hembêza xwe. Te ji min re digot, tê li welatekî ferehtir û xweşiktir bigerî, tê bîra te!
Min digot, qey tu welatek î Berekat, lê tu li ber çavê min bûyî welatekî biçûçik û ez li welatekî digerim, ko karibe min hembêz bike.
Min pirsa wî welatî ji te dikir. Te berê xwe dida çiya û te digot:
- Li wir... ezê şer bikim, heta ko dilê min azad bibe.
Wê gavê min xwe gelekî biçûk didît. Mîna kêzikekê qe-filî li ber tîrêjên çavên te dilerizîm. Gelo bi rastî ez mêr im? Ew qerebalixa li ser Lehengê pozîtîv ê di tore û jiyanê de hate bîra min. Dibe... min digot ew tuneye, ji ber ko ez bûme mêrekî ko ji yara xwe bêtir bi gora diya xwe ve hatiye girêdan. Lê te bawer dikir, ko ew leheng heye û ji bo baweriya min were, te xwe dida pêş:
- Ji bo welatekî azad ezê bibim pirîsk, ji bo vî agirê pêdikeve.
Tê bîra min wê rojê, ez keniyam û min ji te re got:
- Tu di bin bandora nimûneyê Lehengê Pozîtîv yê romanên siyasî de yî.
Ez gelekî keniyam... Tu jî gelekî giriyayî.
Ji bêhişiya xwe ez dikeniyam. Gelo ez bi xwe dikeniyam, yan bi bîra tariyê, ya ko di hinavên min de dihate ko-lan, ez dikeniyam:
- Tu çiqasî ji xwe hez dikî.
Ez bi te re rast bûm heta kêlîka dawî û niha... Şevîna tenik, ya nazik, mêya Agirî, çima pişta xwe da min û çû? Û ez ji goreke sar û jibîrbûyî re hiştim. Ezê çawa perçeyên dilê xwe ji van beyabanên fereh bidim ser hev, pistepistên wê yên germ têne bîra guhê min:
- Li ber te bitenê ez qels im. Ji ber ko tu dilê min î.
Min digot, qey Şevîn tu rastgo yî. Ez ji ser hişê xwe çûm. Kêrên evîna wê çermê min zivar zivarî kirin. Girêk di qirika min de derketin, nema pêjna wê hat. Piştre û piştî demeke kurt bêhna nûçeyên seyr çiriya. Cîranekî wê ew bi mêrekî biyanî re tazî dîtibû. Mêr ji pişt ve ew zeft kiribû. Herdû gewdeyên tazî bi hevdû re bûbûn dir-dirk. Cîranan nema dikarîbûn ew ji hev dûr xistibana, û Şevîn bûbû benîştekî erzan di her devî de. Têkiliyên wê bi wan re kevin bûn. Şevîn ne ya min tenê bû. Para gelek mêran bû. Bêyî ko ez zanibim, ez yek ji wan bûm. Min ge-lek caran ji xwe dipirsî, çima di nameyên xwe de ji min re dinivîsand: Ê min tenê. Yekî ji şirîkên min yên bi dizî ji min re digot:
- Wê dixwest ko di eynî demê de ji min û te herduwan re be.
Wî dizanîbû ko ez evîndarê wê me. Min nizanîbû ko ew evîndara wan e. Naxwe, ne li ber min tenê qels bû û ne ko dev ji min berda, ji ber ko ez welatekî biçûk im û ne ko xwe dida min tenê. Nizanim çima ewqas mijê dabû ser çavê min. Piştî Şevînê darên bavê min winda bûn, siya diya min jî xuyanî nekir. Ez mame mêrekî tazî û dilê min ji her tiştî hatibû şûştin. Bê hezkirin, bê sîmbol, bê guman. Ez mêrekî tenê hêjayî xwekuştinê me. Min hêviya xwe bi her tiştî winda kir. Bêsûdî canê min dikeritîne, min vedigerîne xeleka pirsan. Pirsa wateya hebûna min, û bejna min î di bin ewqas deyn û êşên giran de veşartî. Yê bitenê, yê ko birayên wî bavê xwe xwarin û gora diya wî di wê roja dûr de hatibû kolan û vekirin. Axx, ji bilî giriyê li metvexê heta berbangê û ji bilî razana giran piştî vexwarina libên xewa şêrîn. Ti tişt nikare êşa ji ser û canê min î birîndar derxîne. Na, metvex jî nema bêhna min derdixîne. Nema kesek dikare deriyê riz-gariyê li ber min veke. Ji her tiştî tengijî me. Her tişt verîşandina min tîne. Xwezka min zanîba bê kî ye berpirsê vê xirakirina ko hundirê min dixwe. Û kî ye sedema vê şkestinê, vê êşa bê sînor. Tenê xwezka min zanîbûya!. Di vê jiyana xwe ya vala, pûç, û bê wate de, carekê tenê ezê bûbûma mêrkuj. Ezê îşev berê xwe bidim metvexê û wê ev car cara dawî be ko ez dê li ser dinyayê, li ser xwe, li ser darên bavê xwe yê mirî, li ser canê diya xwe yê firyayî, ezê bigrîîîm. Îşev tenê, wê libo libo hêsrên min biweşin ser erda metvexê. Ji ber ko ez dê bigirîm, bigirîm, û hey bigirîm. Heta mirinê ez dê bigirîm û ez dê ji Xwedayê bilind û yê wek min bitenê re bibêjim ko vê kêlîkê ji mirinê xweştir û xweşiktir tiştek nîne.