Ez li ser mirîşkên diya xwe û tûtina bavê xwe di-nivîsim
Selîm Berekat
Di van salên dawîn de, salên ko li ser keviya cengeke dijwartir ji cengên ko ji ber dîroka ereban mane hatine avêtin, min gelek tişt dibihîstin - Ez, nivîs-karê xêzên ko bi ser milên fedîhetê de têne avêtin - Di destpêkê de min gu-man kir ko tinazên rêzkirin û bicihkirinê ne, lê hêdî hêdî kurtepist bilind dibe û şêweyê regezperestiyê werdigire.
Navendên nivîskarokên rexneya akademîk, sêwiyên sosyalîzma realîst û xu-şkên wê û mistek ji wan kesên ko piştî windabûna di navnetewîbûnê û xuşkên wê de êdî vedigerin kûrahiya xwe ya erebî, destpêkirine û li ser rewayiya (şe-riyeta) nivîsandina min a bi erebî dipeyivin, dan û stendinê dikin, bi kurtî çimkî min ji bavê xwe re şerwalek durist nekiriye da ko bi cil û bergên ereban re bigunce û min diya xwe di cil û bergên ko ne di çeşnê cil û bergên jinên paytextan de ne hiştiye. Çimkî min ew li paş xwe hiştin da ko bi cîranên xwe re bi kurdî bipeyivin bêyî ko piştgiriya pronameyên hînkirina zimanê erebî yên ji bo nexwendewaran bikin.
Berî demeke kurt, wek nimûneyeke pir lawaz ji nimûneyên berfirehkirina kurtepistê ber bi kenarên welatên dûrtir ve, rexnegirê weşanxaneyekê di gota-reke ingilîzî de tembiyên xwe li weşanxaneyê dike ko ew jî wek weşanxaney-ên rojava nekevin xefk û dafên min, çimkî li gor ko ew dibîne ez berê nivîsandinên xwe didim Rojava, û bi mebest ez avahiyên hêsan û zimanekî hêsan pêşkêş dikim da wergerandinê hêsan bikim ko di nîvê rê de pêrgî giya-nê kurd bibe.
Wek nivîskar, ez berzûrî miletê xwe nebûme da piştî Şerê Kendavê wek çerçefa ser textekî wî di hevok û afirandin û derbirîna xwe de bi kar bînim û wê çerçefê ber bi Rojava ve hilgirim da ko dilê wan bi nasnameya wî bişewi-te. Piştî Şerê Kendavê ez berzûrî bextê wergerandinê nebûme û kurdbûna min jî ne bi banga G. Bush a ji bo rawestandina qirkirina kurdan dest pê dike; qir-kirina ko destpêkê çavên xwe jê re girtin. Ne jî di bin bandora şiyarbûna wij-danê wî de min xwestiye ko wergêr berhemên min wergerînin zimanê Yankî. Min bi zimanê ko ji bo vekolînê dijwartirîn e li ser sifir û komira mirovê kurd nivîsand. Min jî bi hêsanî dikarîbû xwe bigihanda wergerandinê, bi hêsaniye-ke pir zuha wek wê hêsaniya ko hin ji nivîskaran wê di bin çengên xwe de hildigirin û bi alîkariya hevalên xwe xwe digihînin weşanxaneyên Rojavayê da ko bi vexwarina çaydaneke qehwe re wergerandina pirtûka wan jî bi dawî bê.
Min berê xwe nedaye wergerandina bo zimanekî dîtir, bi qasî ko min xwes-tiye giyanê kurd wergerînim erebiya hevbeşê xwe yî ereb ê ko pêwist e min nas bike; pêwist e piştî vê mişextiya dûr û dirêj ya di neteweya wî û rêziman û rastnivîsa wî de min nas bike. Ez bi aliyê hevbeşê ko zimanê kurdî bo min qedexe kir ve çûm, ez bi destpakî û lêbûrîn ber bi wî ve çûm û bi zimanê wî, zimanê ko di rewanbêjiya wî de dikarim azadiya xwe ragirim, û nasnameya xwe jî di nirxdariya wî ya kûrtir de biparêzim, û di kûrahiya xwe de wek evîndaran wateya wî ji destê xwe bernedim; wateya ko hêjayî kurdekî be da mirîşkên diya xwe û tûtina bavê xwe dest nîşan bike.
Bi rastî, tiştê herî balkêş di rewşê de ew e ko kurtepista gumanhilgir a li ser rastiya mebestên wêjeya min ji navendekê tê ko berî nuha bi heman kurtepis-tiyê pîroziya Sedam Husên dikirin; pîroziya berxwedan û xweragirtina wî ya ko li ser kavilan bilind dibû, dikirin û li ser kûrahiya erebî ya ko hatiye nixu-mandin digiriyan. Li vir pêwist nake ko em li ser planên Sedam û Rojavayê bipeyivin; planên ko kêlîka herî bi gurmîn a têkçûnê belav dikirin, çimkî ev navenda ko di guftûgoya xwe de xwe bi pîrozbahiyên demokrasiyê diparêze û nakokî û cudahiyan dipejirîne, her û her dixwaze ko dergevaniya wateyê bike û ew bi xwe jî regez û hokarên wateyê dest nîşan bike. Wisa em kevneşopiy-eke nû di warê xwendinê de dibînin, kevneşopiyek ko di derbirîna miletên kêmjimar de destdirêjahiyê dibîne; destdirêjahiya li ser daxwazên wê ko der-birîn tenê ji bo wê be û bi teraziyeke şkestî bawer dike ko realîteyeke wisa realîteke lawaz û riswa ye, ko zorbazî û bêrûmetkirin û qirkirina nasnameyê ye; lewra pêwist e ko bête rexnekirin. Kevneşopiyek e û di herifandina ko-şeyên demokrasiyê de bo mafdariya ji holê rakirina yê dîtir pêrgî xuşka xwe ya misilman dibe; bi taybetî eger hat û desthilat bi dest xist.
Ev navenda ko di bin bandora şkestinên zimanê wê de yên li ser eniyên nav-netewîbûnê, dikare di lîska bêrîkirina hetikî de; dikare Sedam Husên bike apistraktek di çeşnê slogana wî ya niçikî de: hevdûgirtina împeryalîzma gerdûnî ya li dijî Îraqê. Lêbelê hewldana Sedamî ko Agamimnûn ber bi sêva Kendavê ve rakişîne û malwêrankirina Îraqê di şerê bêhûdeyî de yê li dijî farisan û avakirina pirjimariya siyasî li ser destên kurên xwe û pismamên xwe yên ko hatin kuştin û geşkirina rakêşana demokrasiyê li ser sifreya Encûmena Şoreşê û spehîbûna lêgerînê ya li peyvên berxwedanê û rêzgirtina bêhempa ya mêbûnê ko her rewşeke tirsnak, kambax, wêranker, hêzdar, bi wê ve dihate girêdan, ko dayika serkeftina têkçûyî bû- Ev giş diyardeyên rawestana ronak ên aqil in, lewra pêwist e ko li ser serencama wê bête rawestan. Parastina da-wî ya neteweyê bi awayê nepejirandina hustxwarkirinê wa li Sedam Husên kir ko berî niha serîhildana kurdan a li başûr a li dijî parastinê biçewisîne û êrîşên Anfal bikar bîne û hefsar têxe destê leşkeran, da mala hemwelatiyê dîtir talan bikin da ko wateya dewletê vegerînin-kûrahiya keleha erebî- çavkaniya wê ya xweristî: Daristan. Da ko zimanê talanê bi şêweyekî pir dijwar ve-gerînin gotara dewletê, û dawiya dawî jî peyva Enfal ji pêvajoya wê ya olî werdigirin da ko rawestana xêra reha bi nûneriya binemala Basiyan li dijî ziyana reha ya ko şal û şapê kurdî li xwe kiriye dest nîşan bikin. Ma gelo kur-tepista taybetmend a ko îro ji navendine erebî derdiçe ango kurtepista derbarî wêjeya kurdî “ ya ko berê xwe dide roavaya ziyankar“ ew jî ber bi Enfalek e nû ve û ber bi eniyeke nû ve diçe?
Ew kes çawa di derbirîna min de ya li ser qedera kurd û hebûn û gerekên wê dikarin hewldana avakirina parastina di çeşnê Provide Comfort bibînin, ew jî tê wateya ko ez bi nivîsandinên xwe roava radikişînim meydanê da li hemberî desthilatiya deqê erebî raweste û bi awirine lawaz li spehîbûnên wî temaşe bike?
Wexta ko Rojava destê alîkariyê dirêjî başûrê Kurdistanê kir û beşdarî pro-sesa parastina wê bû, kurdên Îraqê bi hezaran nîv mirî di nav tengerêyên berfa çiyê de ber bi Tirkiya dilovan ve diçûn û ji tirsa balefirên serokê bav direvi-yan. Ma gelo gava ko kurd parastina biyaniyan a ji mirina bi gaza xerdelê, gaza destbirak, mehreban, a ko di karxaneyan de ji bo dermankirina hestiyên mirovan hetibû duristkirin, bipejirînin, nexwe kurd nokeriyê bi giyanê ereban re dikin? Nexwe bila ha ji xwe hebin! Ew bixwe dizanin bê çend caran Roja-vaya bêdeng, maka bazirganiya li ser kavilên Sedamî, ew xapandine. Lêbelê bi wan zor e ko di xirecira hêranê de û di xirecira sozan de hêviya rizgarbûna ji dîlîtiya binemala Basiyan û rimbazên wê yên ji destê kîmyayê, pêk bê beri-ya ko Rojava çavdêriya Îraqeke ji hevketî bike û xwe wek desthilata çavkani-yên xwîna -nefta- gerdûnî bibîne.
Ji bo çi derbirîna erebî ya li ser zorbazî û sitema erebî, di wêjeyê de, dê ne xweavêtina bextê Rojavayê be bo bi destxistina wergerandinê? Min bixwe tiştekî wisa nekiriye. kurdên ko min li ser wan nivîsandine, diz, nexwende-war, hêzdar, westiyayî, serhişk, şkestî, şervan, mêrxas û cegerdar û wêrek, zanyar û nezan di nav wan de hene. Min gundên kurdan nekirine lîstikgeh bo pêkanîna hişyarî û pêwistiya rizgariya dîrokî. Min li ser û ji bo kurdan nivîsandiye çimkî kurd im, cîranên min kurd in û xelk û merivên min li gun-dên kurdan dijîn, bi kurdî dipeyivin, bi erebî nimêj dikin û di zimanê wan de jî navê Xwedê heye lê her wek Xwedayê ereban e, îca ji bo çi ez dê li ser wan nenivîsînim? Ez dê ji bo çi li ser wî tiştê ko ziman bike ji dayikbûna rastiya wî hem wek dîmen û hem jî wek peywendî, nenivîsînim? Ma gelo ez destê xwe dirêjî nav pirseke navxweyî ji pirsên van herêman dikim? Ma gelo kurd pirse-ke navxweyî ne hetanî ko nivîskar destûrê ji çavdêriya erebî wergire bo te-wandina kiryarên zimên û nîşankirina navan bi zimanê erebî? Kuştin pirseke navxweyî ye. Serjêkirin pirseke navxweyî ye. Desthilat pirseke navxweyî ye. Girtina bê mehkemekirin pirseke navxweyî ye. Koçkirin û derbiderkirina mi-rovan pirseke navxweyî ye. Xelat û tawanbarkirin pirsine navxweyî ne. Qe-dexekirina axaftina bi kurdî, nivîsandina bi kurdî û bi tîpên wê çapkirina pirtûkan pirsine navxweyî ne. Di nav sînorên birayên xwe de kurd jî pirseke navxweyî ne, îca ji bo çi ye ko xelk beşdarî renckêşana çîniyan û efrîqiyan û latîniyan dibin? Îca ji bo çi xelk qala Pînoşêt û Çawçîsko û Îdî Emîn û Sîsî Sîko û Markos dikin? Ma ne hemî bi zindiyên navxweyî re ko milkên êxur in dan û stendinê dikin? Milkê guleyên Elî Hisên Elmecîd in piştî ko benzînê bi qurbanê dide vexwarin, milkê birayê serokkomarekî ye gava rê dide girtiyan da ji girtîxaneyê birevin û wan bi tivinga xwe yeko yeko bikuje. Revandina dijberan ji welatên dîtir jî pirseke navxweyî ye. De rabin, şîret û pendên xwe yên li ser pirsa navxweyî berdewam bikin û teoriyên xwe jî yên li ser pirsên navxweyî yên cîhanê rawestînin.
Wexta ko mirov ji boyî destên alîkariya ko ji derve tên nimêj bike tu metirsî û tu nokerî tê de nîne bi taybetî eger ew alîkarî ji bo şiyarkirina azadiya ji ser hişê xwe çûyî be. Navenda ko ji kûrahiya erebî ditirse her û her ji boyî guher-tinê xwe dispêre hokarê navxweyî, yê xwînzelal, yê ko mîna sîleya Kîm Îl Song (a ko rêzeke çiyan ji holê hiltîne) dikare hesin û pola rejîmê biherifîne. Pirsa navxweyî ya ko mîna qoçaneke exlaqî yî nûjen e belgeya eşkere ya desthilat û rejîmê ye da ko tukes rê nede hokarê derveyî ko rola xwe bilîze û xelkên wek xwe hîn bike. Wisa êdî pirsgirêka navxweyî dibe qanûn û tiştê ko bi serê filan kes tê bi serê bêvan kes jî tê.
Hokarê navxweyî hevokeke xweparastinê ye û ji gencîneyên Qaronî ronaktir e. Lêbelê cihêwaziya kurd, a ko ez berê wê didim Rojava da ko bi lez li ser pişta hespê xwe berê xwe bide min û wek hokarekî derveyî alîkariyê bike û realîteya zêrînî û windayî vegerîne pêvajoya wê, çi ye?
Eger nivîsandina min a li ser kurdan ji bo wergerandinê ye û germkirina helwestên Rojava ye da ko guh bidin doza kurd, nexwe, realîteya erebî, a ze-lal bi mirovan re destpak û dilsoj e, laşdurist e, xwedî viyaneke dadmend e?!.
Mala ko ez tê de perwerde bûme tucarî neketiye bîra wê ko ew ji nijadeke dîtir ji nijadên vê cîhanê ye. Ji bo bavê min ê mele, ereb, wek xizmên rastiyê bûn, çimkî ji bo wî ew beşek in ji nijada pêxember. Herwiha wî mîna xwazgîniyên Xwedê bo hebûnê li wan temaşe dikir. Lêbelê rojekê ji roja wex-ta ko min bêagahî nijada xwe anî bîra wan, dibistanê, dadgehek ko hestiyên min ji tirsê tê de heliyan amade kir , hemî mamostayên dibistana navîn û lîse-yê-ji bilî mamosteyê kîmyayê yê komonîst û yê cografyayê yê felestînî- civi-yan da ko dadgehê li ser rêya wê ya durist bi cih bikin, û ketin cirîd û pêşbirkê da ko hişê min vegerînin pêvajoya rasteqîniyê. Eger tu xwe kurd dibînî, vege-re Tirkiyayê. Mamostayê zimanê erebî yê cênîk spî wisa got. Kurd ji Tirkiya-yê ne, nexwe!!. Koçer in, rêving û nûhatî ne. Ez dizanim ko bapîrên min ji rexên Derya Qezwînê ber bi zemîneke tevlihev de, ko hê bi nexşeyan; nexşe-yên şîn û sor û reş, nehatibû nîgarkirin, hatine. Hatine nav hevbeşên zimanê xwe û cil û bergên xwe û serpêhatiyên xwe yên li ser mêranî û têkçûn û evîn-dariya êşdar a navçeyên biçûk, her navçeyek gundek e û bi navekî kurdî ye.
Berî ko ez ji dayik bibim bi dehan salan sê parên van welatan hê ne welat bûn û digel vê yekê jî mamostayê zimanê erebî ji min xwest ko ez vegerim Tirkiyayê!! Bêguman min bixwe jê nexwest ko vegere Cezîra Erebî, lê piştî ko ji dibistanê berdane min- min berê xwe da imtîhana serbest û min gavên xwe li pey xwe ber bi lîseyê ve kişkişandin. Û ha va ez dixwazim ji wî ma-mostayî re binivîsînim ko ez bixwe hinekî ji parzingehên erebîbûnê yên ko bi serbilindahî ji alî helbestên pesinandinê de têne bi rêvebirin dûr ketime, lêbelê hin ji hevbeşên wî bi pey min ketine û ber bi zimên ve diçin da ko serbix-webûna wî lê vegerînin û ji dagîrkirina kurdekî wek min rizgar bikin, kurdê ko ji boyî Rojava û wergerandina bo zimanên Rojavayê dinivîsîne.
Min bixwe tu milet li gor pîvana xeyala Rojavayê neafirandiye.
Min bixwe di deq û berhemên xwe de tu bêrûmetî negihandiye kesayetiya erebî. Yan jî xuya ye ko ez beşekî ji xeyala cih û şûnê li hinekan teng dikim? Cih û şûn a min e jî. Mafê min jî wekî wan heye ko ez cîgehî ji nû ve bine-jinînim, lê zêde bikim, bi gewde bikim, biwênînim û wek ko heye nîgar bi-kim. Lê eger ew bixwazin min wek nivîskarekî kurd li derveyî şahnişîniya xwe dest nîşan bikin, min bi xwe jî tu carî negotiye ko ez ne kurd im, ango min ew nexapandine da ko ez nêçîra balkêşiya Rojavayê bikim û wergerandi-nê bi dest xînim. Ji Dînoka Birîva û vir de ango ji sala 1973an de ez hewl didim ko kêlîka kurd zeft bikim. De bila Kêlîka kurd bixwînin bi heman mafê ko nivîskarekî japonî yê wergerandî dixwînin û pê kêfxweş dibin ko di rêya deqekî wêjeyî de dikarin zanînê li ser rewşa cîhanê wergirin. Yan ne gîhayê hewşê bi wan tal e?
Sawa min ziman e, sawa min ew e ko ez deqê wêjeyî bi cegerdarî bikime meydana hişyariyê û barê wateyê jî li ser gelek eniyan bi cengan giran bikim. Sawa min ew e ko ez xwe û xwendevanê xwe rakişînim pêşbirkên aloz, pêş-birkên ko digihêjin sînorên mamik û pirsgirêkan çimkî pirsgirêk bixwe jî der-gehek ji dergehên rasteqîniyê ye ko ber bi sergerdaniya dadmend ve diçe. Avahî û strukturên berhemên min avahî û strukturine pir sext û dijwar in û ji bo wergerandinê sextir û dijwartir in, îca ez bi van barên xwe yên giran ber bi kîjan Rojavayê ve diçim?
Ji bo wergerandina pirtûkeke min bo zimanekî du wergêr heşt salan mane, heşt sal têra wergerandina sed berhemên erebî bo zimanên dîtir dikin..Wergêr, di qasî bendemana metroyê de nivîskarê we yê herî mezin werdigerînin.
Tu sext î, tu bi awayekî bê ser û ber sext î, berpirsiyareke wergerandina de-qên erebî ji welatekî Rojava wisa ji min re nivîsandiye.
Tiştekî zelal û eşkere nemaye. Yên ko gotara(xîtaba)xwe ya li ser demokrasî û cudahî û nakokiyê rawestandin, deqên xwe bi xaleke pir mezin bi dawî tînin, xaleke pir riswa û bêrûmet ji xalên rewanbêjiya belgenameyên Sedam Husênî.
Reng e ji xwe re henekan dikin, reng e ji xwe re dilîzin, lêbelê li hêviya ko ramana wan ji tofana astengê bête rizgarkirin, henek û lîskên wan henek û lîskine xwînrêj in.