Dîmenên bê bersiv û xemla bûkaniyê

Nezîr Akat

Zozanên qada xwînbariyê, bi birînên xwe yên xedar ve, bi pêçandin û himbêzkirina gulvedanên Newroza birîndar, wek baweşînkên rojên havîna gewrik, bêhna gul û beybûnên xwe yên di kontara zinarên zozanên feleka malwêran de zuha bibûn û îro ji nû ve serî hildidin, bi ser bejna me de berdidin.

Dar û berên zozanan xwe hêdî hêdî ji hêza axa goristanên bê war û wenda, û ji lerza hêza roja girtî, rûreş û bi şerm û fedî, û ji xemgîniya salên tarûmar azad dikin.

Hêsir ji darên bê pel dilop bi dilop diketin ser pelên payiza zuha, êdi xwe li der û dora gîha û kevirên kevnare dicivînin, û bi tîrên kevanên dîroka evînê, xwe li ber çavên evînkujên serdemî li ba dikin.

Bi azadbûna germiya tîrêjên roja dagîrkirî, gul û çîçekên stuxwar, lib bi lib serê xwe bilind dikin, ji qalik û bitmên xwe derdikevin, vedibin û dora xwe dixe-milînin.

Lê, parsekên sîyaseta bênav û bêbersiv, mêraniya mirinê û mêraniya xwe-kuştinê, di tirs û hova xakê serxweşbûna mezinbûna xwe de vedişêrin û bêrûmet dikin; û bikaranîna mêraniya xwekujiyê, dikin qurbana çarenûsa bêhişiya xwe. Yên din jî wek çerxa aşê avê li ser serê xwe dizîvirin û pêşewaziyê dikin mirîdîya şêxê bi tezbîh u xişt. Û dawî jî digirîn.

Lê girîn ne ji jana êşa wan tê, girîn ji bêdengiya demê tê. Dem wan diafirîne û dem wan dikeritîne û dixwe.

Dem wek babîsoka qomistanê li der û dora xwe digere û xwe jî dixwe.

Dem têr nabe.

Lewra ew wek hûtê deryayê bi kabusê xewnkuj, mîrata çanda netêrbûnê, bi zi-manê xwe yê dirêj, dixwaze gewdeyê xwe yê ji hevketî zindî bike.

Keftelefta hutê nûhatî, babîsoka demê li gor pêlên deryayê, haş û sar dike.

Û yên din çi dikin?

Ew jî bi şanoya jîyana xwe dikenin û bêdengiya rojê di guhê tembûrê de dişkînin. Û ew baş dizanin ku evîna bê westan, bê wate ye û evîndariya bê keder jî tirsnak e. Westana herî mezin, kedera bi ken û girîn û tirsa ji xwe ye.

Tirsa ji xwe, tirsa bêdesthilatdarî û dûbarekirina mêraniya mirinê ye. Hinekî din jî, bêdengiyê, matmayinê, û êşê, di piyala hêvîyan de dişkînin.

Ew bi xwe dixwazin benîştê qizwanî di nav şima cimokî de bihelînin.

Ew hişên wendabuyî, ramanên nedîtî, ji qirika lempeya şevên tarî yên zivistanê, wek çiruska çira konên koçeran, hêdî hêdî derdixin, û pêşwaziya şivanê xwediyê bilûra bargiran dikin.

Bagerînek me di gerîneka xwe de vedişêre. Ew dikare berfa serê çîya bihelîne, ava çeman bimiçiqîne, lê ew nikare kenekî wek kenê Vîndar biafirîne. Bagerîn hilawestîyên kevnare diteqîne û camên pencereya ronahiyê reş dike.

Kilîta nexşeyên bagerînê, di şehên porê xortên kolanên xançepekê de, çavên keçên dilovan diqerimîne.

Bagerîna bi bejn û bala keç û xortên mîratgir bilind dibe, geşî û mesîya wan dike pêlik û ber bi sitêrka rêberiya berbangê ve serberjor hildikşe. Lê serberjêr bilind dibe.

Ne kilamekê, ne dengekî bilind, ne çavekî dûrbîn, ne hişekî zindî, û ne jî gulekê, wek gulên serê kanîyê, ne keçeke bejinzirav, ne jî xorteki dilovan, bi tenê kevi-rek, kevirê sebrê, di dilşikestina dayikê stuxwar de germ dike.

Û ronahiya şevê wê bêpar dike.

Wê ne keman û ne jî Vîndar, wê ne bîhok dit û ne j î mêrga banêrê, wê ne zebe-şên bin ax dîtin û ne jî porê bi girîşk. Wê ne êvar dit û ne jî mirin, bi tenê, bû sitrîyek, sitriya nigê kevoka mizgîniyê. Sitriya nigê xezala berî.

Di çîyayê azadiyê de kevir ji kevir didize, û dîroka mêraniyê di rûyê diya xwe de dixwîne. Darên bê rehmayî av dide, û xwe li bejna wan a zirav digerîne. Kevi-rên bîranînê, davêje newalên bêdeng, kilama wan ji ber dike. Yek kilam e, yek deng e, yek hewar e.

Bi sitêrkên êvarê re dimeşe, û xwe davêje nav xemla bûkanîyê. Bûkanîya nedîtî û nebihîstî.

Nalîna şevê, di pêdiviyên gîyanê xwe de haş dike. Li ser sînorê welatê be-lavbûyî, bi zûre zûra wawîkên birçîmayî, ji xeyalên bûkanîyê şîyar dibe. Xwe dispêre sîbera felekê, xwe davêje nişana devê tivingê.

Û bilbilê stuxwar, kilama "Melûlo", melûlê biyanî, bi seqema berbangê re li newalên bêdeng digerîne. Ne dengê melûlê biyanî, ne xemla bûkanîyê, û ne jî heyama kilamên newalên bêdeng, xwe davêjin bejn û bala girava rojava. Rojava-ya ko me di biyaniya xwe de dihejîne, û hêdî hêdî me bi ava xwe ya sar şil û pûç dike.

Û Herweha, biryar û qurebûnên bê wate yên bê ser û ber ên navdarên bê nav-mayî, di quncika qahwexaneyên bi dûmana Malboroyê û bi bêhna "kebabên Amedî" ve germ dibe, di ramanên Nezerê de dipejirînin. Pejirandina ramanên "nezer"ê, dikin fêrbûna afirandina ramanên firandina kevokên baskşikestî.

Û Jibîrkirina "noş" a Ehmedê Huseynî, ya ji bo navdarên ko kaxezên "Nezer"ê kevin dikin, tawanbar dikin.