Destgirtî

Kamîranê Haco

Ji malê derket, xwe bi kêş ve ber bi çêm berda... Piyên wî bi ser zuxuran de dişemitîn, lê bi livandina dest û laşê xwe, dûzana berjêrbûna xwe dikir, xwe radigirt ji bo neketinê... Di ser kevir û latan re xwe çeng dikir û bi çelengî xwe gihande ber çêm. Li kevîka çêm rûnişt û li xuşîna avê guhdarî kir. Bi yek awirî li herikandina avê nerî. Destê wî bêhemdî wî dest bi jêkirina zûri-kê kirin.. Jêkirineke bê wate. Û kete ramanan!

Beyanî zû berê wî li leşkeriya dewletê ye, lê belê hîna jî baweriya wî bi vê çûnê xweşik cî negirtiye û dudil e!

Gotinên hevalê wî zimmîn ji guhên wî tanîn û di serê wî de tevlîhevî çêdiki-rin.

Welat.. Azadî.. Şoreş.. Bi rastî wî pir guh nedida van gotinan, lê piştî çûna hevalê wî serê çiyê, gotinên wî bêtir ciyê xwe digirtin û hişê wî li hev dix-ist..Erê ji hevalê xwe pir hez dikir û ji zarokî ve bi hev re rabûne, lê tim dixwest ko wekî wî xwedî biryar û bawerî baya, carina jî ji jîrbûna hevalê xwe aciz dibû, dixwest ew jî weke wî jîr be, lê nikarîbû li pêşiya wî bixe. Dawî çûna wî bû sedemê ko hîn bêtir di çavên wî de bilind bibe.. Gotinên hevalê wî di bîra wî de mane, tanî Sosinê hate bîra wî.. Sosina dilê wî, ya ko li hêviya wî ye ta ko leşkeriya xwe biqedîne..

Biryara wî, li vir, dubirî diketiyê..

Çûna leşkeriyê wê Sosina wî bike para wî, ko bi salan li benda wê rojê ye ya ko wê himbêz bike, pora wê bîn bike, xwe ji dîtina wê têr bike, hilma xwe û wê bike yek, giyanê wan bibe yek, û bi hev re jiyanê biafirînin..!Sosina wî weke kulîlkeke buharî, aviya sibê li pelên wê ketî, li ber bê bejna xwe bi-hejîne, li ber çavê wî çû û hat...

Dîsa hate bîra wî çaxê ko ji hevalê xwe re li ser destgirtiya xwe diaxivî û dixwest zanibe ka destgirtiya wî kî ye ? Hevalê wî bi kenekî şêrîn digot:

Welat! Ji alîkî dî ve tirsa wî ew bû ko leşkeriya wî li qada şer be û heye were kuştin, yan jî heye ko rastî hevalê xwe were û tivinga xwe.....

Bi van ramanan bîna wî teng bû, hinavê wî hate guvaştin..

Li ser enîşka xwe pal da, lingên xwe dirêj kirin, lê destê wî ji jêkirina zûrikê ranewestiya.. Xwest ji van ramanên ne xweş dûr keve.. Riwê Sosinê anî ber çavê xwe, dev û lêvên tenik û nazik, hinarkên sor, porê zêrîn û dirêj, keziy-ên badayî, bejna zirav û bilind, nêrîna şêrîn û tijî evîn û hezkirin.

Xeyala evîndara wî ew bir û anî...

-Kurê min, bi soz ko tu leşkeriya xwe biqedîne, ezê Sosinê ji te re biguhê-zim...

Van gotinên bavê wî, ew vegerand dudiliya wî, zanîbû ko bav jî dixwaze wî bişîne ji bo ko weke hevalê xwe neçe çiyê!!

-Bi soz ez ê te biguhêzim cîkî ko dûrî şer be!?

Ramanên wî ew hilanîn û danîn. Lê zanîbû ko vê carê wê biryara xwe bistîne, bi vê yekê jî kêfxweş dibû, çimkî dixwest ko carekê wekî hevalê xwe xwedî biryar be..

Demeke dirêj di vî rewşê de ma.. Ro çû ava.. Dinya destpêkir ber bi tariyê ve çû.. Rabû ser xwe û da kêş berê xwe da malê...

Sibê li serdengê giriyê diya xwe şiyar bû, û nebirî ta ko bi rê ket. Bavê wî ta radekî kêfxweş bû, di hişê wî de û li gor wî leşkerî mirovan dike mêr.. Destê herdiwan maç kir û da rê.. çû... Meh derbas bûn, namên wî ji wan re dihatin, ji ciyê xwe razî bû, dûrî şer bû.. Di nameya xwe ya dawî de da xuya kirin ko ji nêzîk wê were mal.. Pir kêfxweş bûn.. Çavên wan li riya wî man.. Kêlîk li wan pir dirêj bûn...

Rojeke baran û sar, bi ewrên tarî dinya tarî bûbû, bavê wî li dengê derî çû ko veke.. Bi vekirina derî re qeremên wî sist bûn.. Her dû leşkerên kum sor bi hev re silav dan û jê re gotin ko kurê wî bi rê de şehîd ket, gava ko otobusa wan ji rê derket û qulibî..!!

Bavê wî di cî de rûnişt, qîrîna diya wî çû ezmana..

Destgirtiyê Sosinê çû... Lê destgirtiya hevalê wî ma.. û..Xwestiyên wê roj bi roj pirtir bûn.