73 saliya serîhildana 1925an

ÇEND TÊBÎNÎ

Dr. Seîd Mele

Eger miletek dîroka xwe nas neke yan li wê xwedî der nekeve, ew nikare stratejiya xwe ya paşerojê jî baş bibîne yan wê, li ser zemîneke durist ava bike û di heman katê de, ew mercekî bingehî ji yên hebûn û xurtkirina hestê netewayetî û nasnameya xwe ya milî winda dike. Lewra jî, ji kevin de, neyarên kurd her xwestine dîroka wî veşêrin yan jî wê reş bikin. Bi talankirina dîrokê dijmin, hin bi hin, valahiyeke ayînî-çandî di mejî, hiş û sewdayê gelêrî yê nifşên paşerojê de pêda dike û di heman kat de, li gora berjewendiyên xwe yên şovenî, wê valahiyê bi derew, demagojî û sextekariyan dadigre. Hingê, prosêsa bişavtin û asimilekirinê hesantir dibe. Her çendî ev yek guneh û tewanbariyeke kirêt û hovane, li dij mêjû û dewlemendiya mirovatiyê ye jî, lê goriyên wê yên pêşî gelên bindest ên wek kurdan in. Lewra jî erkê pîroz ê kurd ew e, ko hewl bide da xak û zimanê xwe her wiha dîroka xwe jî, ji destdrêjî û ji bin toz û tariyê derîne û biparêze.

Mixabin, pir caran em kurd, ji ber nezanî, xi-zanî û xemsariyê, pir zû û bi hesanî hatine xapan-din. Serpêhatî û destkeftinên me yên dîrokî yên pîroz hatine dizîn û talan kirin, bêyî ko em di xwe derxin, yan hinek ji me bûne kurmê dara xwe û rêbe-riya neyaran di van karên wan ên krêt û gemarî de, kirine. Rastî jî, wek dîrokzan û sosyolog Ismaîl Beşikçî dibêje, eger me, wek miletê kurd, zanîba û ji bîr nekiriba, ka çi çavsorî û hovitî bi serê me hatiye kirin, em li ser wê yekê rûnediniştin û me dê dinya hejandiba. Eger em li tola dîrok û xwîna bav û kalên xwe negeriyana, bi kêmanî me dê li ber xwe daba û rê li ber dubarekirina serpêhatiyên tal û malwêrane girtiba.

Nimûneya berçav serhildana sala 1925an e, ko îsal 73 saliya wê, wek her car bêdeng, derbas dibe. De-meke dirêj gelek kurdên ”şoreşgêr” û turkofilên mejî şuştî, benîştê, ko dijminan xistibûn devên wan, dicûtin û leke dianîn ser navê vê raperîna milî. Niha jî, ji ber xemsarî, yan nezanî, yan tev-liheviya endîşe, rehand û nasnemeyê, gelek xelkên me roja ji dayikbûna xwe, yan roja damezrandina grupên xwe yên partîperestî- eşîrtiyê di ser vê serpêhatiya dîrokî re digrin û belkî ji wê jî pîroztir dibînin. Lê bi saya pêşmergeyên serê çiyan û şêrên di binê zindanan de, ew her vedijene.

Hîn berî 73 salan, Şêx Seîdê nemir gotina xwe, li ber kindirê sêdara xwe, wiha bidawî tîne: ”…ez ne-poşman im, ko ez xwe di ber milet û welatê xwe de, dikim gorî. Em serbilind in, ko zarok û neviyên me wê ji ber me şerm nekin...”. Dr. Fuad jî wiha dibê-je:”…hêviya min her ew bû, ko di ber welatê xwe de ez şehîd bibim,… ala Kurdistanê, rojekê li vî cihî, wekat, dê bilind bibe”. Bêje hema hemû şe-hîdên vê rêyê bi van gotin û hêviyan sîngên xwe dane dijminên reşekuj û xedar û nepak û bi mêrxasî giyanê xwe feda kirine. Gelo ew şehîdên me û bi he-zaran heval û hogirên wan, di dilovaniya xwe de, îro ji ber me, torin û neviyên wan, şerm nakin!. Gelo çima, piştî 73 salan, hêviyên, ko van camêran xwe di ber de gorî kirin, hîn pêk nehatine?!. Gelo lawaziya hemû tevgerên me ne ji ber, ko serokatiyên wan serpêhatiyên ên berî xwe nas nakin, xwe dikin her tişt û her car ji sifirê dest pê dikin!. Ma ne ew, bi vî haweyî, rehên dara ko jê dixun pûç dikin û şaxê ko wan hildigre, dibirin!!!.

Li gora peymana Sayks - Pîko ya sala 1916an, tenê gelê kurd, ji nav miletên Impratoriya osmanî, ya hilweşandî, ji lêkirina dewleta xwe ya milî bê par mabû. Piştî guhertinên li Rûsyayê, sala 1917an û destpêka tevgera kemalîstan- contirkên nijadperest, rewşeke taze, li herêmê û li cîhanê, pêda bûbû. Kurdistan û pirsa mafên kurd, di kulîsên diplomasî yên welatên mezinên wê demê û dewletên nuhderketî yên cîran û kemalîstan de, bûbûn talangeh û mijara kirîn û firotinê. Tu kesî xwe li pirsa kurd nedikir xwedî. Şovenên tirk hokarê(faktorê) xwe yê ceo-polîtîk, di wê pêvejoyê de (û ta niha jî), bi kone-vanî, şantaj û zîrekî bi kar anîn. Bikaranîna karta panislamîzimê, panturkîzmê, sosyalîzmê û kurdayeti-yê di lîstikên wan de ên diplomasî û têkeliyên wan ên paralêl ên bi rojava û rojhilat re, bê berhem neman. Keysperestiya Brîtanya, Fransa, Rûsya (paşê Yekîtiya Sovyêt jî) û Amerîkayê, di warê mafên mi-rovayetî, demokratî û çarenûsa miletan de, zû xwe eşkere kir û hevsarê gurên toraniyên devbixwîn ber-da û panaveke bêsînor da wan, ko gelê kurd û pirsa wî ya milî ji xwe re bikin talangeh û berateyeke bêxwedî. Her çendî peymana Lozanê, (23.07. 1923), kaxezên hemû aliyan eşkere kirin jî, lê dîsa jî kurdan serê xwe netewandin û wek her car, tena xwe û destvala, bi camêrî û lehengî, ta dawî li ber xwe dan.

Helbet, serhildana Şêx Seîdî xelekek e di pêvejo-ya berxwedana gelê kurd de. Çawa ko rûdanên pişt re bi vê serhildanê ve girêdayî ne, wilo jî ew bi xwe, bi tevgerên berî xwe ve girêdayî ye. Berî wê, ji bo destekkirina hewildanên xwe yên diplomasî li derve û bi cîkirina biryarên peymana Sêvrê, sala 1919 an li Malatyayê, bi beşdarbûna Bedirxaniyan û sala 1921ê li Dêrsimê- Koçgirî, serhildanên kurdan dest pê kiribûn û têk çûbûn. Hayê kemalîstan baş ji kur-dan hebû, şarî û çavdêriya hemû lebt û hewildanên wan, çi li hindur û çi li derve, dikirin. Tiştekî kurdan,mixabin, ji wan nedihat veşartin.

Piştî serpêhatiyên Beytuşebabê û girtina serokê "Civata Xweseriya Kurd"-(Azadî), Xalid Cibrî û he-valên wî Yusif Ziya û yên din, di payîza 1924an de, Şêx Seîd wek serokê Civatê hate dest nîşan kirin. Di civîna çirya paşî ya 1924an a Helebê de, biryar hate stendin, ko raperîn ji bo Kurdistaneke serbix-we, di roja 21 avdara 1925an, (Newrozê), de dest pê bike (1). Ji bo beravêtina serhildanê, dîsa tirkan rê l i ber girtin û berî kurd bigihin xwe bidin serhev, wan bi provokasyonekê, şerek di 5 sibatê de, li Pîranê, derxistin û dest bi girtin û kuştina kurdan kirin. Serhildan, wek teyrekî brîndar û ba-skokirî, di nav çar dîwarên êgir de ma. Piştî ber-girî û berxwedaneke pehlewanî û dijwar û mêrxasiye-ke afsaneyî ji aliyê cengawerên raperînê ve, karwa-nê şehîdan di meydanên şer de, di bin êşkence û azardana zindanên tirkan de û li ser sêdarên wan, dirêj rêz bû. Di 27.5.1925an de, Seyid Abdulqadir û lawê wî Muhemed, Hacî Axtî, Kemal Fewzî, Kor Saadî, Xoce Eskerî, li Amedê, hatin bi dar vekirin. Berî wan Xalid Cibrî beg, Yusif Ziya (di avdarê de), Hecî Musayê Motkî, Xalid Hesenan û Dr. Fuad (Nîsa-nê) hatibûn sêdarkirin. Tirkan, roja 30 gulana 1925 an, Ş. Seîd û 47 hevalên wî sêdar kirin. Navên hi-nek ji wan şehîdan ev bûn: Şêx Abdula - Milikan, Hecî Xalid Abdulhemîd, Reşîd Çerkes, kaptên Îsmaîl û Kasim (Warto), Mela Elî, Şêx Elî, Şêx Ismaîl (Cizîrê), Şêx Abduletîf (Cizîrê), Kamil, Baba Beg, Reşîd Teymûr, Mihemed, Sulêman, kaptên Behrî Emîn, Şewket, Maqsud, Hemîd, Abdulmecîd, Şêx Şerîf, Sulê-man, Elî, Yusif, Husên, Xoce Mela Cemal, Ni’emet, Ahmed, lêtinant M. Mukrî, Niyazî (Genc), Hecî Sa-diq... ûyd. Herwiha Hesen Xeyrî û Celal Muhemed û hesinkar Boxos Makar (2). Berî wê aşê kuştina kur-dan geryabû û niha jî dojehê bi ser de girt. Li gora Dr. N. Dêrsimî, tenê li Palo û Çepakçûrê, 400 kurd hatin darvekirin.

H.C.Armstom dinivîse: "…Kurdistan, ser û berê xwe, di bin xwînê de maye. Jin û mêran ta mirinê renc û êşkence dikin. Bi nokerî, sîxurî û dek û du-laban kurdan dikşînin daf û toran û wan serjêdikin. Hovitiya xwînrijandina li dij kurdan sînorên barba-riya hemberî ermen, bulgar û yûnaniyan derbas kiri-ye…" (3). Piştî şkandina serhildanê, bi sedan gund hatin wêrankirin, bi hezaran xanî hatin şewitandin, bi sedhezaran xelk ji cih û warên wan, bi zorê ra-kirin û koçî nav tirkan kirin û ”tirkên resen” ji Yunan û derdorin din anîn ser zevî û milkên kurdan. Şeveke tarî û drêj girte ser Kurdistanê. Kemalîstan ev tişt hemû bi dizî û bêdengî anîn serê kurdan bê ko tu dezgehên navnetewî, wek (koma netewan), di xwe derxin. Ji bo raya giştî ya hindurû, tirkan di-gotin, raperîna kurdan destdrêjiyeke derve ye, ar-manca wê perçebûn û hilweşandina komara Turkiyê ye, lê ji bo derve digotin ev tevgereke kevneperest e, armanca wê vegerandina xîlafetê ye, dijminatiya so-syalîzim û cemhuriyetê ye û bergirtina rojava û berjewendiyên wan ên li Rojhilata Navîn e. Hemû dewletên cîran û xwedî balyozxane, ew demagojiya tirkan, hovitiya himberî kurd û rastiya wan a tal didîtin, lê xwe nebihîstî dikirin. Wan dewletan, bikaranîna faktorê sextekariya kamalîstan û pirsa kurd, di nakokiyên xwe yên ideolojî û berjewendiyên navnetewî û aborî de, ji mafên mirovatî û demokra-tiyê giringtir didîtin.

Rojnameya "Hakimiyetî Milî", li ser daxwaza serx-webûna Kurdistanê, hingê, wiha dinivîse: "…Bêguman, em daxwaza van xelkên hov û teba, wek pêkenînekê dibînin. Miletekî, ko ferhenga wî tenê ji 200 peyvî pêk tê,…, tenê navenda Afrîkayê, yan beriyeke wê ya, ko nîvê wê meymûn in û nîvê wê yê din nîvinsan in, dikare şan û mikufî xwedmuxtariya wan be,…, ke-sên li pey vê dozê ma ne gerek bêne girtin, dûrki-rin û windakirin, jixwe wilo jî tê serê wan".

Herçendî serhildan, ji aliyê ceografî ve, pir fi-reh nebû jî, (Arganê, Amed, Alezîz û Genc), lê ew gelêrî bû, şêx, axa- derebeg, cotkar, karker, xwen-devan, ronakbîr, serbazên leşkerî, mamoste, gundî û bajarî, hemû bi hev re, ketibûn nav refên wê. Mixa-bin negiha, ko amadekirineke rêk û pêk, xebateke rêxistinî ya berfireh û li hemû herêman, jê re here serî. ”Civata Xweseriyê” -(Azadî), nuh bû û seroka-tiya wê hatibû girtin. Di civata kurd a jihevketî, (ji aliyê civakî-aborî û olî ve), ya wê çaxe de, xebata rêxistinî, ji bo tevgereke wiha, pêwistiyeke taybetî bû. Hemberî hêza tirk a bêhempa tu alîkarî ji derve yan ji bal kurdên herêmên din nehat. Dew-letên impiryalîst êdî dest dabûn kemalîstan û pişta xwe dabûn kurdan. Tew sîxorî, nokerî û xwefrotin, wek her car, her amade û arzan bû di destên tirkan de. Ev hemû bi hev re bûn sedemên şkestina leşkerî ya raperînê, tarûmarkirina civatê û talan kirin û wêrankirina welêt. Lê dîsa jî, raperîn di dilê ci-vatê de nevemirî. Li hin cihan, wek çiyayê Sasunê bi serokatiya Eliyê Yunisî û paşê ji nû ve, li ge-liyê Zîlan û Dêrsimê, birîn der bûn û berxwedana kurdan a ebedî berdewm bû.

Helbet, pêketin û şkestina raperîna 1925 an ban-doreke mezin li ser xelkê kurd û dewleta tirk, bi xwe jî, hişt. Guhertin di mejî û hişmendi-ya(mentalîteya) gelêrî de çêkir. Civata kurd di warê çandî, psîkolojî û tevgera wî ji aliyê rêxis-tinî û diplomasî ve neman wek berê. Lewra jî ser-hildan bû şoreşeke civakî û hişt, ko dinya di çavên kurd de bête guhertin. Vê serpêhatiyê dengek wiha bi hiner, bilind û kûr, di civatê de veda, ko hîn jî pêlên zingîniya wê di wijdanê kurdistaniyan de û li her çar aliyên welêt dijenin. Lê dijminê nepak hîn jî ji ber wî dengî dilerize û ji bo nas bike ka wê ew li ko raweste, xew bi çavên wî nabe.

Hîstêriya şovenî ya tirk wilo har û dîn kiribû, ko çep û rast, oldar û xwedênenasên wan, hemûyan bi hev re, dixwestin, vê carê, têhna xwe ya nijadpe-rest bi xwîna kurdan bişkînin, kîn û zikreşiya xwe bi ser welatê wan de birijînin, kerba hilweşandina impratoriya Osmanî di serê wan de derxînin. Tirkên ji çola Asiya Navîn revyayî, ko li dergûşa bajarti-yê, bi dilpakî û merdîtî, hatin hewandin, pêl mê-vantî û comerdiya kurd, ermen, slav û yunaniyan ki-rin û bûn kurm di laşên wan de. Li pêla dînî siwar bûn û bi zexelî û sextekarî islam ji xwe re, wek darê sihrê, bi kar anîn. Yek rê dane ber xwediyên malê, yan koletî yan mirin. Vêga zakon û tedbîrên ewarte yên nijadperest derxistin û pilanên hovane, ji bo bişavtina kurdan û windakirina pirsa wî ge-randin. Serekwezîrê wê demê Îsmet Înunu, di axivti-na xwe ya li Ocaxa Tirkan, sala 1925 an de, dibêje: ” Netew pêdiviya me ya herî bingehî ye. Erkê me yê pêşî ew e, ko, rojekê berî ya din, em wan kesên li welatê me dijîn hemûyan bikin tirk. Ew anasirên ko li hember tirkan û tirkayetiyê der dikevin gerek zû bêne jêkirin. Taybetmendiyên ko, ji wan kesên dax-waza xizmeta welêt dikin, tên xwestin, berî her tiştî, tirkbûn û kiryarên wan ên tirkayetiyê ne”. Wezîrê ”adaleta” Turkiyê, Mahmûd Asaad, jî di ko-mentara xwe ya derbarê serhildanê de, wiha dibêje: "…Em di dewleta herî azad de dijîn…lewra jî ez hes-tê xwe venaşêrim. Li vir tenê mirovê tirk axa ye û ew tenê xwediyê welêt e. Lê kesên, ko bi eslê xwe ne tirkên paqij û resen in, yek mafê wan li vî we-latî heye, ew jî, ko ji me re bibin xulam û kole. Bila her kes, û çiya jî tê de, vê rastiyê zani-bin…".

Dewleteke çavsor û devbixwîn, wek a tirk, ko ka-rakterê serte-har ê guran ji xwe re dike idyalê hebûnê û felsefeya jiyanê, hîmên xwe, bi sedsalan li gora bêbextî, gelacî, çetetî û li ser kelax û qafên mirovan ava kiriye, ji bo veşartina komplêksa xwe ya dîrokî û parastina hebûna xwe ya lerizî, dive herdem terkên kêmasiya avahiya xwe ya sexte, bi xwînê biseyîne. Em kurd jî, ji bo dewleta me çê-nebe, em gelek behanan diafirînin, teorî û fetweyên hazirkirî pê dadikin, nîşanên xwe yên netewî hildi-weşînin. Her yek ji me, ji xwe re li blûrekê dixe û her bilûr jî awazekê dibêje. Tew hinek jî lotkan di govendên neyaran de didin, yan dibin kûçikên ber deriyên xelkê û ji dijmin re dibin pale û dara kurd her kurmî dihêlin. Me her xwe berikên lîstikên si-yasi yên xelkê dîtiye û em rola lîstikvanên serbix-we di xwe de, nabînin. Sînorên me yên netewayetî gelekî teng û lerizî mane. Netewayetiya xelkê bi-lind e, di ser hemû nakokî û cihêbûnên ideolojî re ye, lê sînorên me yên netewayetî her dîlê çarçewên malbatî-eşîrtî, olî û partîperestiyê mane û li derî wan netewayetiya me her diçe tenik, nizim û winda dibe. Di warê netewayetiyê de, em xwe li kerîtî, korîtî û lalîtiyê datînin. Em hîn nikarin taximekî xwe yê sporê yan dezgeheke çandî, çi li hindur û çi li derve, bi hev re çêkin. Lewra jî her tiştên li derdorên dinyayê rû didin di ber guhê me re derbas dibin bêyî ko em pê bihestin. Di kozik û kewarên xwe yên cor bi cor de, em kayîna xwe dikin û wek kewan, furtan didin hev û dû, û li gor xwestina neyaran li hev didin. Em, li ser siyaseta arnautî û çîrokên ”yacûc û macûcan”, bi çelengî hev dikujin, lê çavên xwe li talankirin, dizî û pêlêkirina paye-darî û namûsa welatê xwe digrin. Lewra jî doxîna pir kurdan, ji xemsarî, xwefiroştin, bişavtin û asîmilekirinê re gelekî sist maye, û kosmopolîtiya wan her diçe firehtir dibe.

Şehîd, lehengên rizgariya her miletî serbilindî, dewlemendî, rûmet û pîvana netewperweriya wî ne. Ew milkê civatê yên gişî ne, di ser hemû nakokiyan re ne. Çaxa milet xwedî li şehîdên xwe yên azadiyê der nekeve û wan ji bîr bike, pîrozmendiyên wî arzan dibin û her tişt kare bi serê wî were. Hingê, wan xelkan nasnameya xwe winda kirine û wek netew negi-hiştine û belkî dejinere bûne. Di pey re hestê fe-dekariyê lawaz dibe û aşê radestbûn, pûçbûn û xwe-inkarkirinê hesanî tête gerandin û ew gel dikeve gerînekeke bê binî. Belê, gerek, wek hemû miletan, pîvanên netewayeti yên yekbûyî li cem me kurdan jî hebin û çênabe meriv, ligora felsefe, ideolojî, rewşa aborî- civakî şehîd û sîmbolên netewî bi-nirxîne, wan sînorên pîroz derbas bike. Ji xwe ta niha, her ev bûye sedemê bingehî yê lawazî û sergêjiya yekîtiya netewî ya kurd. Ma gelo dibe, ko mirov Cizîrî, Xanî û Teyran, yan Nehrî, Hefîd, Seîd, Riza, Qazî û Barzanî ji ber oldariya wan û hinin din ji ber rewşa çînayetî yan tiştin din, nas neke!. Eger şehîdên berê zanîbûna ko nevî û bermay-ên wan dê wan ji bîr bikin, wan canfedekarî nediki-rin û gava welatperwerên îro rewşa navên şehîdan bi çavên xwe dibînin agirê fedekariyê di nav û hinavên wan de sar dibe, kaniya hinera wan zuha dibe û wilo bazinê sergêjî û pepûktiyê li wî miletî tê pêçan û hişk tê grêdan, netewayetî dilerize.

Raperîna 1925an stûneke netewayetiyê ye, sîmbola tevgera azadîxwaza kurd e û wê her bimîne dayîk û gula serhildanên wî yên payebilind. Xwedîlêderketi-na serpêhatiyên dîrokî û rêzgirtina şehîdan, ji bo lêkirin û hebûna konê netewayetiya her miletekî, mîna ziman,…û xak, pêdivî û şerteke bingehî ye. Vêca ew şaxên, ko tov û duruv ên netewayetî li ser dibişkivin em nebirin. Dara, ko hebûn û nasnameya netewî bi gewde û xwedî dike gerek em jî, mîna ne-yaran, avê ji ser wê zuha nekin. Keleka, ko em hemû bi hev re tê de ne kun nekin. Lewra jî û bi taybetî niha, bîranîna dîrokê û parastina çanda milî erk û mercekî me yê netewî ye. Em navên wan şehîdan di dil û giyanê xwe de, bi emanet, hilînin û rojekê, kolan û gasînan, gund û bajaran, dol û zinaran, deşt û çiyan bi wan bi nav bikin û wan li ser birc û latan, bi tîpên zêrînî, bikolin.

Çavkanî:

1) M.N. Dêrsimî, Kurdistan tarîhinde Dêrsim, Heleb, 1925. S. 174.

2) Hesratyan M.A. ”Kurdistana Turkiyê di navbera herdû cengan de”. Weşanên koma Kawa - nr. 11, Stockholm 1987.

3) H.C. Armstrong, Grey Walf, Mustafa Kamal. P. 26.