Sema, govend û dîlan
Beşîr Botanî
Ji dema ko jiyanê destpê kir, anko berî peydabûna mirovî, sema û govend hebûn. Nexasim heger em li dirinde, firinde û masiyan binêrin, yên ko bandora wan li mirovî gelek e û bê hest bike. Lê dîlan piştî peydabûne, ji ber ko ew ji helbest, govend û semayê pêk têt. Sema û govend ji çend livînan pêk tên, zarok bi yariyan xwe fêrî livînan dikin, anko ew xwe fêrî sema û govendê dikin. Wisa piçûkên dirindeyan jî bi vî awayî fêr dibin. Corên sema û govendan mişe ne, sanahî ye ko mirov wan binase û çi ji aliyê livînan ve, yan ji aliyê rîtm û awazan ve ji hev cuda bike, wek sema û govendên folklorî, semayên dîskotêkê û balêta klasîkî...
Sema, govend û dîlan huner in, li şahî, cejn û perestgehan têne bikaranîn. Wisa nîzîkbûna tolazên 12-15 salî ji hevdu bi xwe bi ûşta wan, yên ko hewesta evînê ji wan re peyda dikin. Hema ji ber hindê melayên kurdan sema, govend û dîlanên reşbelek (nêr û mê) berbend dikin. Neteweya me bi sema, govend û dîlanan dewlemend e. Ji ber coşbûn û ciwaniya wan, hemû gel û neteweyên rojhelata navîn pişkek yan bêhtir li şahiyên xwe bi karanîne, li radyo û telefzyonan jî tomarkirine. Min ev rastî li geşt û geryana xwe li hemû rojhelata navîn dîtiye. Bi kurtî dîmeneke ciwan e û karekî hêja ye ko sema, govend û dîlanên me ji aliyê kom û orkstrayên gel û neteweyên din ve têne pêşxistin û pêşkêşkirin. Ev cêj nuho li hemû welatên Ewropayê jî belav e. Herê, li pişkek ji instîtût, komele û xwendengehên hunerî sema, govend û dîlanên kurdî jî têne xwendin û pêşkêşkirin. Bi kurtî û bi rastî pisporên, ko bi vî karî dirabin, yekek ji wan ne kurd e. Nimûneya here bilind û giranbûna Balêta Gayana ya Aram Xaçatûryan e. Ciwantirîn û coştirîn sema û govendên vê balêtê, semaya Eyşê, govenda lawên kurdan û semaya şûran in. Ev balêt li Sovyeta kevin ji 1942-1957 mişe caran ya hate pêşkêşkirin. Nuho jî bûye vîdeo, lê kêm belav bûye. Nimûneya duyê koma Turkmenstanê ya folklorî, ya ko sala 1942an hate damezrandin. Ev kom sala 1981 hate Swêdê û pişkek ji berhema wê govenda keçên kurdan bû. Nimûneya siyê koma El-Reşîd ya ji bo hunerên erebî û kurdî li Bexdadê ye, serokê wê ermeniyek bû. Vê komê çend kevalên (tabloyên) ciwan li televizyonên Bexdadê û Kerkûkê pêşkêş kirin. Nimûneya çarê koma Davul ya xortên tirk û swêdiyan bû, serokê wê Eyûb Çurha bû, ew nijadsuryanî ye. Sema û govenda bi navê Galoc -Adîyaman ewî bi xwe dirist kir. Ev keval sala 1978 li televizyonên Swêdî, Almanî û Amêrîkayî jî hate pêşkêşkirin... Babetê sema, govend û dîlanan, bi hemû tayên xwe ve hêja û balkêş e. Lê mixabin e, ko tiştin ji vê hunera berkevtî hatine guhartin, yan livînek, yan bendek û bêhtir jê kêm bûne. Ya rastî, divêt em serbilindahî, serfirazî, û şahnaziyê bi hemû hunerên xwe bikin, wê kom bikin, vekolin, çap bikin û biparêzin. Ma ne mixabin e ko hizrên (wek peyv, livîn, rîtm, muzîk... bab û bapîran bi ber avê de biçin?! Êdî karekî pîroz e heger em pişkekê ji hunera devera xwe kom bikin, ew jî da rojekê bêne pêşxistin... Nimûneyeke piçûk, koma Metîna ya xwendekarên Kurdan li Bexdayê ye û berpirsiyarekî wê rewşenbîrê nemir Ehmed Salih Silo (1951-1991) ye. Ev kom di navbera salên 1970-1974 mişê caran ji bo vejandin sema û govendan li Bexdayê pişikdar dibû, wê kevalên hêja pêşkêşî televizyonên Bexdayê û Kerkûkê dikirin. Nimûneyeke din, koma Heft xuşk û heft bira ye, li bajarê Kestelê ye, ko li ser çiyayê Sehyonê dikeve, ev bajar tenê yê kurdan e. Ev kom li piraniya aheng û mihrecanên îsraîlî pişikdar bûye, ta nuho jî maye û endamên wê jî hemû pîr bûne...
Vêca ez jî di vê vekolînê de berhemeke piçûk ji we re kom dikim û pêşkêş dikim. Bêguman bab û bapîrên me gencîneyeke fireh ji me re saz kiriye û vehandiye. Ji lew re ez bi şahnaziyê vê gencîneyê vedikim û buhayî didime wê, da komên me yên hunerî jî li gor karîna xwe pûte bi vê hunera berkevtî bidin. Belê, rast e ko peyvên dîlanan sivik û sanahî ne, awasên wan bi sînor in (3-6 deng in), anko têr nakin, belkî bersiva demê jî nadin. Lê ji hinekan re jiyan e û her tişt e. Girova vê dîtinê dema zimanzanê nemir hêja Sadiq Amedî gotiye, ko 'Bêguman dê demeke nekêm di şeyhanê, govend û dîlanan de borînin, da xwe ji bîrbiken, dilgeş û bextyar bibin, bêne ser hêj û vejena xwe, ji bilî seyran û geşt û geryanên bihar û payîzan...' Di ser hindê re, rewşenbîrê cuhû kek Şefîk Selman, yê ko li radyoya Ûrşelîm-Qudsê pişka erebî kar dike, wî li Îsraîlê 1986 gote min ko govenda kurdî xemrevîn e, mirov pê difire cîhaneka din. Kurd bi govendê erdî dihejînin... Carekê min gote wan, ko hişyar bibin, da xanî bi ser me de nekeve.
'Dîlana kurdî ciwan e û li ba min hêjatirîn babet e'. Wesanhunermendê şehîd Memo Berazî (1967-1986) gotiye...
Çend corên sema, govend û dîlanan:
1- Yên keç û jinan, Kevokê, Gulşênî, Xemriye, Wesê, Pêşpaş, Gulê, Temzere, Hêdî, Were-were û hd.
2- Yên zaro û tolazan, Ayşokê, Hûurzê û hd.
3- Yên kur û mêran, Ceng, Mîro û h.d.
4- Yên reşbelek (nêr û mê), Şêxtanî, Delîlo, Bablekan, Govend, Şêran, Baso, Hejandin, Sema, Yarê, Keval û hd.
Ayşokê
Folkor: Botan
Govenda Ayşokê
Ayşokê ha Ayşokê
Ayşoka roman
Ayşokê ha Ayşokê
Destmala xortan î
Şîrînê şenamokê
Ayşoka romanî
Şîrînê şenamokê
Destmala xortan î
Delalê xalxalokê
Ayşoka romanî
Delala xalxalokê
Destmala xortan î
Şahya me li Zaxokê
Ayşoka romanî
Şahya me li Zaxokê
Destmala xortan î
Ha Ayşokê, ha Ayşokê, ha Ayşokâ romanî
Ayşokê ha Ayşokê, Ayşoka romanî
Ayşokê ha Ayşokê, Destmala xortan î
Ayşokê dîsa dîsa
Ayşoka romanî
Ayşokê dîsa
Destmala xortan î
Kulîka nav garisa
Ayşoka romanî
Kulîlka nav garisa
Destmala xortanî
Fîncana dest ûrisa
Ayşoka romanî
Fîncana dest ûrisa
Destmala xortan î
Keça sû kir her wisa
Ayşoka romanî
Keça sû her wisa
Destmala xortan î
Ha Ayşokê, ha Ayşokê, ha Ayşokê romanî
Ayşokê ha Ayşokê, Ayşoka romanî
Ayşokê ha Ayşokê, Destmala xortan î
Ayşokê çima çima?
Ayşoka romanî
Ayşokê çima?
Destmala xortan î
Kulîlka nav genima
Ayşoka romanî
Kulîlka nav genima
Destmala xortanî
Fîncana dest hakima
Ayşoka romanî
Fîncana dest hakima
Destmala xortan î
Deça şû kir her tu ma
Ayşoka romanî
Keça şû kir her tu ma
Destmala xortan î
Ha Ayşokê, ha Ayşokê, ha Ayşoka romanî
Ayşokê ha Ayşokê, Ayşoka romanî
Ayşokê ha Ayşokê, Destmala xortan î
Ayşokê hêra hêra
Ayşoka romanî
Ayşokê hêra
Destmala xortan î
Kulîka nav şkêra
Ayşoka romanî
Kulîlka nav şkêra
Destmala xortan î
Fîncana dest camêra
Ayşoka romanî
Fîncana dest camêra
Destmala xortan î
Nizanim tu ji kê ra
Ayşoka romanî
Nizanim tu ji kê ra
Destmala xortan î
Ha Ayşokê, ha Ayşokê, ha Ayşokê romanî
Ayşokê ha Ayşokê, Ayşoka romanî
Ayşokê ha Ayşokê, Destmala xortan î
Zave ye
folklor: Botan
Govenda Şêxanî
Zava ye lo, zava ye
Îro kovan zava ye
Zava ye
Delal e, malava ye
Şahî ye lo, şahî ye
Li mala me şahî ye
Şahî ye
Xoşî bê dûmahî ye
Seyran e lo, seyran e
Li nav dara seyran a
Seyran e
Mast û pîvaz û nan e