ROMYSÎNÎ
Yanîs Rîtsos
1
Ev dar, ne ji boyî ezmanekî kêmtir hatine çêkirin,
Ev kevir, ne ji boyî gavên biyaniyan hatine afirandin,
Ev rû, tenê, ji boyî hetavê hatine durustkirin
Ev dil, tenê, ji boyî dadperweriyê hatine afirandin.
Cihekî req mîna bêdengiyê,
kevirên xwe yên şewatker himbêz dike,
Di ronahiyê de darên zeytûnan û
werzên sêwîmayî himbêz dike,
û diranên xwe di wan de diçikîne.
Av nîne- tenê ronahî ye.
Rê di ronahiyê de tar û mar bû.
Û sîbera dîwêr her ji hesin e.
Dar û rûbar û deng di kilsa rojê de dibûn mermer.
Reh bi ser mermerê dikevin.
Û bexçeyê nîskan bi tozê dinixume.
Qantir in û kevir in, helkehelkê dikin, av nîne.
Ji çend salan ve hemû tî ne.
Hemû pariyeke ezman dicûn da qiriktaliya xwe gem bikin.
Ji bêxewî xwîn di çavên wan de tewiriye
Û mîna dara kajê ya di navbera du çiyayan di dema roavahiyê de.
xêzeke kûr di navbera ebrûyên wan de hatiye kolandin
Destên wan hişk li ser tivingên wan in
Tivingên wan jî dirêjahiya destên wan in
Destên wan jî dirêjiya giyanên wan in
Torebûn li ser lêvên wan radize
Û êş - di kûrahiya kûrbûna çavên wan de- mîna stêrka di gola xwê de ye,
Wexta ko kulmên xwe dişidînin, hetav baweriyê bi cîhanê tîne
Wexta ko dibişirin, Hechecîkeke piçûk ji rihên wan ên hovane difire
Wexta ko radizin, diwazdeh stêrk ji bêrîkên wan ên vala dirijin
Wexta ko tên kuştin, jiyan ber bi jor ve, bi dahol û alan, diçe,
Çend saline dirêj hemû birçî mabûn, hemû tî mabûn, hemû hatin kuştin, bi deryayê û bi zemînê hatin dorpêçkirin.
Germa şewatker baxên wan zuha kir, şorahiyê xaniyên wan nixumand,
Bagerê jî dergehên wan û çend darkokên gula qedîfe yên li meydanê ji qurm ve rakirin.
Mirin tê, û di qulên sakoyên wan re dibuhure
Û zimanê wan mîna bejna kajê tûj e,
Segên wan zelûl û lawaz bûne û xwe bi sîberên xwe nixumandine
Û baran jî li hestiyan dixîne.
Di çeperên pasvaniyê de daçikyayî ne, cigareyên ji rêxa çêlekan û ji şevê, dikişînin.
Û çavdêriya derya berfînî dikin,
Li wir stûna heyva şikestî bin av bûbû
Ne nan maye û ne jî cibilxane
Aniha topên xwe bi dilên xwe dadigirin.
Gelek salan bi deryayê û bi zemînê hatine dorpêçkirin
Hemû birçî man, hemû hatin kuştin, lê ti kes nemir-
Çavên wan, di delkeyên pasvaniyê de, mîna aleke berfireh, gur dibin
Şewateke mezin bi sorbûnê tê dadan
Di her berbangekê de hezar kevok ji destên wan berbi herçar dergehên asoyî ve, difirin,
2
Û her cara ko şev bi Zatera şewitî dadikeve ser sînga kevir,
Dilopeke av diniqute, ji sedsalan ve di gewhera bêdengiyê de kolînê dike
Û zengilê ko bi dara pelkê ya kevnare ve helawistî ye bi ser salan de dinehwirîne.
Çurîsk di xweliya wêranê de radizin
Û ban jî têramandina pûrta rengînî ya li ser lêva jorîn a meha temûzê dikin,
Pûrta zer a wek mûyên garisê ko xemgîniya roavahiyê ew kişandibû.
Xanima keç xwedana kirasê fireh û bi tirî nîşankirî di nav (Asê) de hatiye avêtin.
Li ser rê zarokek digirî û deşt jî bersiva wî bi mîha ko berxên xwe windakiriye, dide.
Sîberek li ser çavkaniyê, û av jî di den de sar û ji berfê ye.
Keça nalbend bi lingên xwas û şilbûyî
Nan û zeytûn li ser mersefê ne,
Û minareya êvarê di erzêla werzan de gur dibe.
Û li wir, li cihê bilind, kakêş- di çerxa xwe de digere- bîna rûn û sîr û îsota tûj derdixîne.
Ax, em dê hewcedarî çendîn hevrêşima di çeşnê çurisîna stêrkan de, bibin,
Da ko em bi derziyên kajê ( ev, jî, dê derbas bibe ) li ser dîwarê havîna şewitî bineqişînin.
Ew dayika ko dilê xwe bi ser serjêkiringeha her heft lawên xwe yên qehreman de diguvêşe, dê çendîn dirêj bike
, berya ko ronahî ji xwe re rêçekê di rêça giyanê wê yê bilind de bibîne.
Ew giranbuhayiya ko ji zemînê hiltê,
Gav bi gav zemînê û têlên Ûdê dipîve
Û Ûd û Keman ji êvarê hetanî destê sibê, xemgîniya xwe ji pûngê û ji darên merxê re dibêjin
Werîs jî, li ser gemiyan mîna têlan dilerizin
Û deryavan jî ji piyala Odîsyosî derya qiriktal vedixwe.
Ax, Nexwe, kî dê dergehî asê bike, dê kîjan şûr mêraniyê bibire
Dê kîjan kilît dil bigire, û pencereyên wî wisa bi ser berfirehiya xwe de vekirîne,
Mîna ko gulistanên xwedê yên bi stêrkan tovkirî, dibînin?.
Ev demjimêr mîna şevên şemiyê yên meha gulanê yên li meyxaneya deryavanan, çeleng e,
Ev şev wek laliya li ser dîwarê hesinkarî, çeleng e
Ev stran mîna nanê êvariya nîçîrvanê Isfincê, çeleng e.
Û li wir, heyva Kirîtî li ser zixuran di navbera girkokan de diherike
zingîn bi zingîn, bi bîst rêzên ji parçeyên hesinê nala pêlavan,
Û li wir, ew kesên li ser mêrdewanên “Navpilyonî“ hildikişin û dadikevin, amade ne.
Qelûnên xwe bi pelên taristana qalind û zivir dadigirin,
Simbêlên wan Zatera bi stêrkan çandî ya ji “Romîlî“ ye
Diranên wan mîna rehên merxê di tehtan û di xuya “Derya Îcayê“ de ne.
Di zencîran de çûn û di êgir de bi keviran re peyivîn
Û di qafê bapîran de piyaleke mey pêşkêşî mirinê kirin.
Û li ser “bênderên mermerê“ pêrgî “Dîcînîs“ hatin
Mersefa paşîvê raxistin
Bêhêvîbûna xwe li ser çokên xwe wek nanekî cehî dubeş kirin
Were, ey xanima ebrûyên xwêyane û destên ko ji ber perwerdekirina hejaran û salên dirêj bi dûmanê qirêjbûyî-
Were, evîn di nav darên biyê de bendewariya te dike.
Û teyrê masiyan, di şikefta xwe de, berzûrî îkoneya te ya tarî dibe,
Û şûjiyê derya tal neynûkên lingên te diramûse,
Di nav werzên reş de xweşava sor û erxewanî difûre
Tû jî difûrin, di gîhayê stiryên şewitî de, difûrin.
Di xakê de, rehê dara mirî avê dixwaze da ko dareke kajê biteqe.
Û dayika ko di bin qermîçekên xwe de li cihekî kûr kêrekê hiltîne.
Were, ey xanima ko li ser hêkên zêrînî yên tav û birûskan rûdinê,
Di rojeke şîn de ko di çeşnê şînê deryayê de ye tu yê serçavka xwe bidî alî û ji nû ve aşîtiyê bilind bikî
Da ko seqema gulanê li eniya te keve,
Da ko ro wek hinarekê di kirasê te yî pemboyî de hilê
Da ko tu lib bi lib wê li her diwazdeh sêwiyên xwe belav bikî
Da ko li her deverê derya wek serê şûr û wek berfa nîsanê biçurise,
Da ko kevjal xwe li ser zixuran bide ber tavê û lapûşkên xwe bi ser hev de biguvêşe.
3
Li vir, li vî welatî
Ji bo kêlîkekê be jî dê roj xetîreya çavên me venemirîne,
Li vir,
Dê roj nîvê giraniya hîmê ko me hergav li ser pişta xwe hildigirt, ji dêvla me, berbi jor ve hilgire.
Qermîtkên bên, bê henas, li jêr kaboka heyvê dişikin
Û xelk, wek delfînên ko di ber qeyika “ Sikyasos“ re dibuhurîn, di ber sîberên xwe re dibuhurin
Û pişt re, sîberên wan, dibin bazê ko baskên xwe bi roavahiyê digevizîne û li ser lingên xwe rûdinê û têramandina stêrkan dike
Wexta ko em li odeya hetavê ya bi mewîjên reş raxistî xwe dirêj dikin.
Li vir, her dergehek navek li ser kolayî ye
Navek ko temenê wî nêzî sê hezar sal e
Li ser her kevirekî pîrozmirovek bi du çavên hovane û bi porekî di çeşnê werîsan de, neqişandiye
Her zilamek firîşteyek li ser destê wî yê çepê, deq bi deq, deqandiye
Her keçek mistek ji ronahiya şor di bin kirasê wê de ye
Û pênc şeş xaçên piçûk û êşdar li ser dilên zarokan in
Wek şopa teyrmasiyan a li ser qûma roavahiyê.
Pêwist nake hûn bînin bîra xwe, em dizanin
Em dizanin ko hemî rê berbi “bênderên çinînê“ ve diçin
Û bager- bi bilindahî - li wir, dijwar e.
Li dûrahiyê, wexta ko nîgara roavahiyê ya ji cebsîna bendergehî şil bibe
Û wexta ko agir, li ser peravê, di kadînên kayê de lawaz bibe
Dê pîrejin li ser pileyên ko di tehtê de hatine kolandin hilperikin vê dûrahiyê
li ser hîmê giranbuha rûdinên û wek tayekî deryayê bi çavên xwe dirêsin
Rûdinên û stêrkan mîna ko mîratgiriyên xwe yên ji zîv bihejmêrin, dihejmêrin
Û di dawiya rojê de dadikevin da ko barûda “ Mîslongî “ , wek xwarin, bidin neviyên xwe.
Erê, bi rastî jî, di zencîran de yê girêdayî xwedanê van destên xemgîn e
lê ebrûyên wî wek hîmê ko hergav bixwaze rizgar bibe li ser çavên wî yên şikestî dilerizin.
Pêl ji kûrahiyan bilind dibe guh nade berzûrî û lavlavan
Û ji bilindahiyan ba radibe
di damarên bê de gezo
sernişîv dibe û di pişikan de du mersef .
Ax, dê carekê ba rabe da ko darên pirtiqalan ên di hiş de li ber xwe bibe
Ax, dê du caran rabe da ko hîmê hesin çurîskekê di çeşnê pişkoka teqînê de berde
Ax, dê sê caran ba rabe da ko daristanên “Liyakorayê“çiyayê “ Barnas“ berbi dînbûnê ve dehf bide
Û bi kulmekê ji mista xwe zordariyê bavêje bilindahiya ezman
Û zencîra kadizê ji xeleka pozê wê rakişîne da ko li ser çeperan “ Tisamînko “ bireqise
Û heyv jî ji me re li daholê xîne hetanî ko dorav mişt zarokên xilmaşbûyî û dayikên “ Solyot “ bibin.
Her sibeh pêximberek ji rûbarê payebilind tê,
Li ser rûyê wî hetava xweşik diçurise
Di bin çekên xwe de- bi viyan û bi xwebawerî- berbi “ Romyosînî “ ve tê
weko çawan karkerek li kilîseyê berbi bilindahiya xwe ve tê
“wext hatiye“ -dibêje- xwe amade bikin
Ji aniha û pê ve her katjimêr a me ye.
4
Bi payedariya birçiyan bi pêş de berbi berbangê ve çûn
Di çavên wan yên hêmin de stêrkek bêdeng û tîr dibû
Li ser milên xwe havîna birîndar hilgirtibûn.
Leşker di vêderê re bihurîn, al bi laşan ve rapêçayî bû
Û serhişkî mîna hirmiyeke bejî ya xav di diranên wan de daçikyayî bû
pêlavên wan ên leşkerî bi qûma heyvê mişt bûbûn
Û toza komira şevê xwe li poz û guhên wan girtibû.
Dar bi dar, hîm bi hîm, di nav cîhanê re derbas bûn,
derbasbûn- stirî mîna balgehan hilgirtibûn- di xewê de
Û ji nav destên xwe yên tî wek çemekî jiyan bi xwe re anîn.
Bi her gavekê re radek ji ezmên qezenc dikirin- da ko ji dest xwe berdin.
Di delkeyên pasvaniyê de, wek darine şewitî, dibûn, ji bêdengiya kevir
Û dema ko li meydanê govend gerandin
Banên xaniyan hejiyan û li ser refikan bû çingeçinka piyal û laliyên ferfûrî
Ax, kîjan stranê gupîtka çiyan hejandiye-
Laliya heyvê li ser kabokên xwe danîn û xwarin
Û di kûrahiya dilên xwe de axînek pelçiqandin
Mîna ko kêçekê di nav neynûkên xwe yên qalind de bipelçiqînin..
Aniha dê kî di şevê de nanê germ ji we re bîne
da ko hûn birçîbûna xewnên xwe têr bikin?
Kî dê - li bin siya dara zeytûnê - pasvaniya sîsirkê çinînê bike, da ko berbi bêdengiyê de nekeve
Wexta ko kilsa nîverojê dîwarê asoyê boyax bike û
navên wan ên xweşmêrane û giranbuha binuxumîne?.
Ev zemîna ko di berbangê de bîna gulan difûrand.
Ev zemîna ko ya me û ya wan bû
-Ev zemîna ko xwîna wan e-
Ey hawar çeqasî bîna vê zemînê xweş e!
Çawan aniha bêyî me dergehên werzên me hatine girtin
Çawan ronahî li ser banan û daran hatiye vemirandin?
Kî dikare bibêje ko -aniha- nîvê wan di bin axê de ne ,
û nîvê mayî bi merbendan girêdayî ne?
Bi hemî pelan; hetav ji we re dibêje“ beyanî baş “
Bi hemî alan, ezman ronî dibe,
Lêbelê hêjî hin ji mêrxasan di merbendan de dimînin,
û hin jî hê di bin axê de ne.
Guhbidin!- di kîjan kêlîkê de be zengil dikarin lêbidin.
Ev zemîn a wan û ya me ye
Û di bin axê de bi destên xwe yên girêdayî werîsê zengil digirin, bendewariya qiyametê dikin.
Ranazên, ji bo bendewariya zengilê qiyametê, ti carî namirin
Ev zemîn a ko ya me ye
Ev zemîn a ko ya wan e
tu kes nikare ji me bistîne.
5
Di `esra teng de li bin darên zeytûnan rûniştin
Ronahiya xwelîreng bi tiliyên xwe yên hişk û req bêjing dikirin
Rextên xwe vekirin
Û dest bi pîvana ko dê tengerêyên şevê têra çendîn westan û renckêşanê bikin, kirin
Çendîn qiriktalî di girêkên tolika bejî de ye
Çiqas mêrxasî di çavên lawikê pê xwas ê ko al berbi jor ve bilind dikir, de ye.
Li deştê, hechecîka dawîn bendewariyeke dirêj kir
Wek beneke reş li ser zendika payîzê li ber bê li ba dibû.
Tiştekî dîtir nema ye- tenê- xaniyên wêrankirî dişewitin.
Û ew kesên ko di bin keviran de razayî ne ji mêj ve ji nik me çûne,
Gumlekên wan çiryayî ne û sûnda wan li ser dergehê herifî nivîsandiye.
Tu kes negiriya. Wexta me tunebû,
lê bêdengî pir bi lez berfireh bû
Û ronahiya ko bi ser peravê de diket, nerm û lihevhatî bû
Wek karûbarên malê yên jina kuştî.
Aniha, wexta ko baran digel pelên genî yên
dara pelkê xwe berde zemînê
dê çi bi serê wan bê?
Wexta ko hetav li ser cilan ewrekî mezin zuha bibe
wek beqeke pelçiqî li ser livîna cotkarekî
dê çi bi serê wan bê?
Wexta ko êvarê, leglegê berfê, hişkbûyî, li ser
lûleya sopê radiweste?
Dayikên pîrejin xwê bi ser êgir de û xweliyê
bi ser serê xwe dadikin
Werzên “ Monîmfasyayê“ hildikin da ko libek
tirî devê dijmin serxweş neke
Hestiyên bapîrên xwe digel çetel û kêrên zîvînî
dixin kîsekî de
û li derveyî dîwarên welatê xwe bi çolê dikevin
Li cihekî digerin da ko di şevê de tovên xwe tê de
biçînin.
Aniha, pir çetin e, ko em bikaribin peyvine
hêz kêmtir û nermtir ji peyvên dara qeresiyê,
peyda bikin-
Destên ko li bexçan û li ser çiyan û li binê deryayê
mane, nayên ji bîr kirin-
Em dê çawan bikaribin destên wan ji bîr bikin?
Destên ko li ser qondaxa tivingê qerimîn û hişbûn
dê çawan aniha bikaribin li kulîlkan bigerin,
Dê çawan bikaribin spasiyên xwe li ser kabokan,
li ser pirtûkêkê,
li ser sînga stêrkekê, pêşkêş bikin.
Dê wextekî dirêj bikişîne, û gerek em dengê xwe bilind bikin.
Hetanî ko nanê xwe û dadperweriya xwe bibînin.
Di berbangê de, piştî bahozê, du depên kelekê di qûmê de daçikiyan,
Kanî kelek?
Haleteke cot di zemînê de daçikiyaye, bager e, zemîn şewitî,
kanî cotkar?
Xweliya dara zeytûnê, xweliya werzan, xweliya xanî.
Şeveke seqemdar digel stêrkên xwe di pêlava cotkarî de ne.
Belgeyên (xara) zuha di kulînê de ne- agir nehingiviye wan.
Çaydanê çayê reşbûyî li ser êgir e- Di xaniyê girtî de av bi tena serê xwe dikele.
Wexta wan tunebû ko xwarinê bixwun.
Li ser destikên dergehên şewitî
rehên daristanê dixuyan- Xwîn di rehan de diherike.
Û pêjna gaveke naskirî tê. Ma gelo kî ye?
Gava naskirî bi mîxên pêlava xwe, hildikişe.
Xişexişa rehan di kevir de, mirovek tê.
Peyva nehînî. Mohra baweriyê. Birader e. Êvar baş.
Bi vî awayî- nexwe - dê ronahî darên xwe bibîne
Û dar jî dê- rojekê ji rojan- mêweya xwe bibîne.
Cewdikê zilamê mirî hê jî mişt av û ronahî ye.
Êvar baş. Ey birayê min. Tu vê yekê baş dizanî. Êvar baş.
Di kozika xwe ya textînî de, xanima pîrejin“ Roavahiyê “ ta û dermanên xwarinê difiroşe.
Ti kes nakire, bikir nînin.
Hemî berbi zemîna bilind ve; hilperikîne serê çiyê,
Û aniha, daketina wan pir çetin e,
Û pir çetin e jî ko bilindahiya xwe ji kesî re bibêjin,
Û li ser bênderan wexta ko gêncên mêrxas, şevekê, paşîva dixwarin,
Navikên zeytûnan û xwîna zuha ya heyvê li şûna wan man,
Digel pîvana gelêrî ya tivingan,
Û roja dîtir, çûkan, jibernayên nanê wan xwarin,
Û zarokan jî, ji darikên şixatê yên ko cigareyên wan vêdixistin
û ji darên ( ZARÛR ) a heyvê, lîsk ji xwe re çêdikirin.
Û kevirê, ko li bin dara zeytûnê, di nîverojê de, li beramberî deryayê, li ser rûniştibûn,
sibehê dê ew kevir di tenûrê de bibe kils.
Û sib na disib em dê malên xwe û asîtanka “ Sant Savyorê“ bi wê kilsê spî bikin,
Û di roja siyemîn de, li cihê ko serên xwe danîne, em dê tovan biçînin,
Û kulîlkên hinarê, mîna kenê pêşîn ê zarokekî yê li ser sînga rohilatê, dê
bibişkivin.
-Û pişt re- em dê li ser kevir rûnin da ko em dilên wan bixwînin.
Mîna ko -cara pêşîn e- em dîroka mirovatiyê dixwînin.
6
Wisa, bi hetavê re di sînga deryayê de ya ko spîbûn bi ser kirasê li hemberî
rojê de dadikir,
Birûsk û êşa tîbûnê duqat û sêqat hatine hejmartin,
Û xwîna birîna kevnare ji destpêkê ve hate hejmartin
Û dil, li pêşberî xaniyan, wek pîvaza “ Arcîvê “
di qiçîna germê de, şewitî.
Destên wan bêtir û bêtir rengê zemînê wedigirtin.
Çavên wan bêtir û bêtir digel ezmên digunciyan.
Denên zeytê yên ji heriyê vala mane.
Piçek giranî û mişka mirî li binî ne.
Mêrxasiya dayikê digel denê ji heriyê û avgîrê, zuha bû.
Û benîştê wêranê wek barûdê tûj e.
Em dê aniha zeytê ji boyî çira “ Sant Barbara “ ji kûderê peyda bikin
Û em dê pûngê ji boyî dûmançêkirina bixûrê bo îkona zêrînî a êvarê ji kûderê peyda bikin.
Û pariyeke nanî bo şeva parsek da ko
li ser kemanê strana stêrkê ji me re bistirê?
Di himbêza girkokên doravê de, hirmî û xoxên BERQÛQ bûne şevpest û sîber.
Zemîn jî bi guleyên topan û bi goristanan hatiye cotkirin.
Cîgeh û sengerên serekî yên wêranbûyî bi ezmên ve pîne bûne,
hergîz odeyek bo mirîne dîtir nîne.
Odeyek bo şîniyan nîne da ko rawestin û guliyên xwe bihûnin.
Û xaniyên şewitî, bi kortalên çavên xwe yên valabûyî,
derya mermerî ji dûr ve dibînin.
Û gule di dîwaran de daçikyayî ne;
wek kêran di kêleka pîrozpeyayê
ko bi dara kajê ve, li rada rojê, hatiye girêdan,
Û mirî li ser piştên xwe, xwe didin ber tîna hetavê.
Û wexta ko êvar tê, leşker, li ser tehtên reş, li ser
zik, wan dixijiqînin,
Bi pozên xwe li derveyî mirinê li bê digerin,
Digerin- pariyeke çerm dicûn- li pêlava heyvê digerin,
Kulmên xwe li bin guhê tehtan dixînin da ko
dilopeke av derbiçe,
lê -li aliyê din- dîwar vala ye,
Ji nû ve dengê guleya topê ya ko berê xwe dide deryayê, dibihîzin,
Û ji nû ve li ber dergeh nalenala birîndaran dibihîzin.
Tu bi kû de diçî?
Birayê te gazî te dike.
Şev - li her derê- ji sîberên keştîne biyanî hatiye avakirin.
Hemî rê bi dîwarên herifî hatine birîn.
Tenê rêça ko berbi zinaran ve hildikişe, vekiriye.
Nifiran bi ser qeyikan de dibarînin û dev li zimanên xwe dikin
da ko êşa ko hê nebûye hestî, hest bikin.
Li paş çeperan, li beramberî serleşkerên serjêkirinê, radiwestin û pasvaniya kelehê dikin
Di bin cilên laşên wan şildibin,
lo, bira can, ma tu newestyayî?.
Guleyê di dilê te de bişkojgirt,
Pênc gulên qedîfeyî di bin çengê tehta zuha de, şîn tên,
Bînxweşiya nazenîn keser bi keser, henas bi henas, serpêhatiya efsanewî dibêje
- Ma nayê bîra te?
Pêvedan bi pêvedan, birîn, çîroka jiyanê ji te re dibêje,
Û kulîlka KAMILYA ya ko di qirêja neynûkna mezin a lingê te de hatiye bişkivîn
Li ser spehîbûna cîhanê ji te re dipeyive.
Tu xwe bi destekî digirî, destê te ye, bi xuya deryayê hêwî bûye.
Û derya jî derya te ye.
Wexta ko tu mûyekî ji serê bêdengiyê hildikî
mastê dara hejîrê qiriktaliyê dibarîne.
Tu li kûderê bî ezman te dibîne.
Û stêrka êvarê, giyanê te wek cigareyekê di nav tiliyên xwe de dipêçe
wisa li ser pişta xwe dirêjkirî tu dikarî giyanê xwe bikêşî,
û destê xwe yê çepê bi şeva zelal û mişt stêrk, şilbikî,
Û dema tu destê xwe yê rastê li tivinga xwe, destgirtiya xwe, bialînî,
bîn bîra xwe ko ti carî ezman te ji bîr nekiriye.
lewra tu nameya wê ya kevnare ji bêrîka xwe derdixînî
û tu - di wexta ko tu heyvê bi tiliyên xwe yên şewitî vedikî-
li ser mêranî û serbilindahiyê dixwînî.
Tu yê hilperikî -Pişt re- rê û tu yê hilkişî cîgehê çavdêriya dorava xwe,
tu yê tivinga xwe bi stêrkan dagirî,
tu yê guleyekê berbi jor de, bi ser dîwar û asêgeh û kelehan de, berdî
bi ser çiyayên ko mîna leşkerine birîndar xwe çemandine da ko
tu şevpestan bitirsînî û wan berbi sîberê de dehf bidî-
Tu yê guleyekê rasterast berdî sînga ezmanan da ko
tu mertalê şînahiyê birîndar bikî,
Mîna ko tu yê di gumlekê wê de,
memika jina ko sipêdê dê
şîr bide zaroka te, bibînî
Mîna ko- piştî derbasbûna salan- tu yê destikê
dergehê xaniyê bapîran bibînî.
7
Xanî, rê, hirmiya bejî,
mirîşkên ko li hewşê qalikê rokê dinikulînin.
Tu wan nas dikî, ew jî te nas dikin.
li vir li jêr di nav çiqulan de marê darê
çermê xwe yî zer guherand
li vir li jêr qula gêrikê
û keleha mêşa hingiv digel pevçûnên xwe
Û di eynî dara zeytûnê de qalikê sîsirkê sala çûnyî
Û dengê sîsirkê vê salê
Û li bexçeyên nîskan sîbera te, ya wek segekî bêdeng bi pey te dikeve, pir diêşe.
Segekî dilsoj - di nîverojê de li tenişt xewa te ya zemînî rûdinê û DUFLA bîn dike.
Û danê êvarê xwe li lingên te dialîne û çavdêriya stêrkekê dike
Bêdengiya hirmiyê ya ko li ser rehnên havînê geş dibe, Li wir e.
Xelmaşbûna avê ko li hawirdora rehên dara XERUBê digere- li wir e.
Sê sêwî li ser kirasê çavkaniyê ne.
Û bazek di çavên wî de dimire
li wir li bilindahiyê, li paş daristana merxê,
Tu mîna kilîseya “ San Jon “ ya li gund, melûl dibî,
Mîna dilopên çûkê spî yên ko hetav wan li ser
pelekî pan yê tûyê zuha dike.
Û ev şivanê ko xwe bi eyarê mîhê rapêçandiye.
Di her mûyekî ji mûyên laşê wî de çemekî wî yê zuha heye
Di her kunekê ji kunên bilûra wî de daristaneke biyê heye
Û girêkên darê wî eynî wek girêkên
wan depên kelekê ne;
depên ko cara pêşîn li şînbûna “ Hîlîzbont“ ê xistibûn.
Pêwist nake tu bînî bîra xwe çûnkî
rehên dara pelkê ji xwîna te ne.
Û dorav jî sosin û gula qedîfe ye.
Di qiçîna nîverojê de, bîra bêdeng
bi dengekî gurover, cameke reş û bayekî spî, ronî dike.
Dengvedanek di çeşnê denên ji heriya kevnare,
Heman dengê kevnare ye.
Û her şev, heyv, termê miriyan dizîvirîne ser pişta wan,
Bi tiliyên xwe yên berfînî, di rûyên wan de, li kurê xwe digere,
Li kurê xwe yî çen birîndar û mijank kevirînî, digere
Li bêrîkên wan digere, hergav dê tiştekî bibîne,
Hergav em tiştekî dibînin.
Kilîtek, nameyek,
an jî demjimêreke ko li ser seet heftan rawestiya be, em ji nû ve wê dadigirin,
Û demjimêr dest bi bizavê dikin.
Sipêdê, dema tu cilên wan şil bikî,
û di nav pişkoyên xwe yên leşkerî de rût bimînin
Wek perçene ezman di nav stêrkên havînê de,
Wek çemê di nav darên XAR ê de,
Wek tengerêya li hev pêçayî, ya serê buharê, di nav darên leymûnan de,
Wê çaxê renge em pêrgî navên wan bibin û em biqîrin:
Em hez dikin.
Wê çaxê, lêbelê ji nû ve,
renge ev tiştana dûr bixuyin,
Lê pir nêzîk in, mîna tu di taristanê de destekî biguvêşî û jê re bibêje:
“Şev baş“
Bi dilsojiya qiriktalane ya mirovê sergombûyî wexta ko li welatê xwe vedigere
Û tu kes nema wî nas dike, ne jî mirovên wî çûnkî mirin naskiriye,
Û jiyan, berî jiyanê û piştî mirinê jî naskiriye
yeko yeko mirovên xwe nas dike, ne tal e, sipêdê, dibêje.
Û xweş bawer e ko dirêjtirîn rê
berbi dilê xwedê de kintirîn rê ye.
Û kêlîka ko heyv, bi hesret, maç gerdena wî bike
Kêlîka ko ji ser keviya pencerê xweliya
cigareya xwe daweşîne
renge ji bo wê baweriya xwe bigirî;
baweriya wî ya bi daran û stêrkan û hevalan.
andin,
Ev rûyana, tenê, ji boyî hetavê hatine çêkirin
Ev