Pendên rizyayî yên payîzê
NEZÎR AKAT
Tu weke kalê xemgîn, hêvî şikestî,ko, tu hêz nikare xewnên te yên wendabuyî, hişê te yê matmayî bi şunda vegerîne. Ti kes nikare darên te yên pelweşî ji nuh ve hişîn bike, bi gul Û çîçekên evînê bixemilîne. Çû hey kalo çû!. Lê bêhêvî nebe, tu hê jî dikarî bi diranên xwe yên ketî, goştê kewan bixwî û ava kanîyên pezkovîyan vexwî, û bîhna biharê bikşînî hundirê xwe. Matmayîn û bêhêvîbûnê radestî me neke.
Dê were kalo!
Dê were kalo!
Bo çi tu bawer nakî!?
Mîna zarokê şevgirînê, ne derguş û ne jî hêlan te haş dikin. Lorînên evînê digel hêsirên dayikên piştxûz û rûterikî wendabûne. Dayikên ko serê te miz didan, bi germiya tava biharê re ketine xewa giran. Lê bi serê te sûnd dixum ko ew xewnan nabînin. Ne mirî ne û ne jî sax in. Weke darên zivistanê, yên rût û belengaz, di şevên tarî de şaşmayî, rûmet û şerefa xwe diparêzin.
Belê kurê min, tu har û hov nebî ha. Jîyana bê evîndarî, wek xewnên şevên zivistanê ne. Lê ne rast in. derewîn in û gulfiroş in.
Erê kurê min, lingê xwe bide erdê, erda bav û kalan. Pişta xwe nede sîbera zinaran, bi sîya zinarên zexel û fenok nexape. Pişta xwe bide qurmên rehdaçikyayî û werzên nûhatî. Hêvîya gulvedanên biharê, û kuvarkên glover ên ko axê diqelişînin û serê xwe derdixînin wekû zarokên bêguneh û evîntijî, li wir, belavbûyî mane. Destê xwe ji destê kalê diran ketî neberde û nebe evînkuj. Ew dikare rastiyê radestî te bike.
Tu dizanî ko sîya zinaran xweş e, lê xewa mirov tîne. Di germiya havînê de sîyên zinaran, xuşîna avê, mirov hênik dike û mirov ji agirê havîna zuha diparêze. Lê her gav zinar nîne. Erdên bê zinar qada hêviya vîna mirov e. Fêr bibe û hêvîya xwe nespêre zinarên xwedî sî.
Der û dora me bi xewnfiroşan hatiye girtin. Darkuj u kevirkuj in . Jehra xwekujiyê bera Laşê me didin.
Di piyalên xwina me de kevokên evînê difirînin. Bi destê me piyalên xwîna me li hev dixin û bi axîn û keservedanên me dilgeş û serxweş dibin. Di başûrê nimêjê de, ava zemzem tev li xwîna me dikin û xurmeyên cimûqî dikin mezeya vexarina xwîna me. Agir dibarînin. Ax û xwîn tev li hev dibin. Jîyana xwîndarî û hêsirên rindkî kirine para me. Em ne bi destê xwe ne. Em ketine nav çerxa dek û dolabên evênkujan. Hestîyên Ahmedê xanî dinalin, qîrîna Feqeyê Teyran e. Evina Memo ji nav ferhenga devokên xwekujiyên me rabûye. Bekoyê Ewan bûye serkêşê vîyana me.
Xeyalên evîniyê û libên hinarên Xursê wekî hev in. Ew ji qebqeba evînfiroşan xweştir in. Ger tu hinarên Xursê tam nekî û jiyana xerzên nûgihiştî nas nekî,tu yê nizanibî evînkujî çi ye!?
Ez di hêsirên çavên dayikên dilşikestî de, jîyana xwe dixwînim. Êdî defterên devoka jiminra venek e u dîroka hunermendên xwekojîyê dubare neke.
Ma di sexfên xanîyê xwede, êdî tu kari hêlînên hec hecîka bibînî ? şuna wan ji zuda konda girtîye. Tu nabînî u nabihisî u hîn jî tu li tembura xwe dixe. Tu li tembura xwe xî lê tu zanibî ko, serdema pêdivîyên zurnevana ji zuda derbasbu ye. Govendgira ji zuda serkêşana govendê xistine destê xwe, u serî dikşînin.Tembura te têrî wandike îro.
Bi çi navî ba te bikim ? Kerr u lal, xewnkoj, evînkoj, yan jî mîratgirê sêwîyan. Lê were weke ko me lihev kiribu, danîna navê te bispêre rupelên dîrokê. Dîrok ne tirsnak u dilxwaze. Ew tenê rêberê peymana hêvîyan e u em jî goveyên sosret u rêçên hunermendîya dîrokêne.
Di qonaxa hunermendî ya zîrek a xwekojîyê de,berjewndîyên min u te nebin yek
u serencama bawerîyên me hîn jî nelihevkirina li ser serkêşanên govendê be ewê dilovanî u evîdarî tenê karibe gulbaranên xwekojîyê himbez bike u goristanên vala bibin qada serlêdanên dayikên ruqelişî u por kişîyayî.
Qibe qiba te,bi serê teyî delal,tenê te ditirsîn e. Di qontara çiyê de gulvedanên biharê ne hunermendîya min u te ye. Ew şînbuna serencamên hêsirên Zînê ne, gulvedanên xapandina çuçika bilotanê ne ko bi hewala nizan e. Wek xapandina koçerê koçek, bi hêlînvedana çuçika bilotanê, Govendgirtina wi ya li ber kàlîna
pezên candayî ne.
Di bêbextîyên şevên tari de, di kolanên zikakên teng u dirêj de, çavsorî u bêhişî ya demên kevnare,buye para me u lêvên me ji vexwarina kanîyên xwînê zuha bune.
Çerxa destanên te, berberî ya min u te,nikarin bitmên gulên biharê vekin,nikarin gîhayê hişkbuyî, ter u hişîn bikin u nikarin hêsirên çavên zuha şilbikin. Termên min u te,di nav berberî ya min u te de, goristanên bê nav diafirînin u dengê hechecîkan ji xanîyên wêran koçdikin u warê goştxura ava dikin.
Di hinarkên ruyê te de,sêvên Meletyê zuha di bun. Binêre îro jî di ser hinarkên ruyê te de, tenê, lê tenê, dilopên hêsirên bê bersîv diherikin. Diherikin u dighêjin daristanên şewitî u tî, ên ko li bende merhameta te, westîyayî u bê ber mane.
Kelo-grîna te ya ko ji balafirên agirbarîn tê, wek xencera, di dilê dilovan de,
çikîyayî, tuj dike u brînên kevnare kor u xedar dike.
Di şaneyên rojavayê hişê te de, ciyê tirêjên serhildanên rojhilatî tune. şaneyên
dirokê, dîoka xewrevîn u malwêran, rê u rêçên xwe şaşkirn e u bi qurmiçandina
bejna teyî zirav ve gêj bune. Ew ne te dibînin u ne jî min. Ketine xewn u xeyalên
belavkirina miratên hev. Mîratên koştina bav u kala.
U ên din,bi serxweşbuna vewarina xuna hev, ne ditevizin u ne ji bêhiş dikevin.
Ew hartir u hovtir dibin.