Li ser ‘Berbi Dojeh û Ronîkirinê ve’ ya Arthur Rimbaud
Bi rastî ez ji xwe ne behwer im, ka ez çawa dest pê bikim û çilo binivîsim. Ma gelo ez pesnê jiyana Rimbaud ya trajîdiyane spehî bidim? Yan jî li ser têgehiştina xwe ya hilbestên wî biaxivim, yan jî dibe, ko ka çawa ez bûme behwerpêkerê wî. Nehta min ne ew e jî, ko ez te bi vê nivîsandinê biwestênim, ji ber vê ezê li ber xwe bidim, ko ez li ser tiştên herî girîng binivîsim. De baş e, ezê bi xala pêşî dest pê bikim...
Arthur Rimbaud di 20ê çîriya pêşî de
ya sala 1854an li Charlevilleya Fransayê xwedê daye. Ew bê bav bi xweh û birayên
xwe re û bi diya xwe ya dilhişk re mezin bû. Ew di dibistanê de xwendekarekî
gelekî jîr û şehreza û bi bîr û behweriyên xwe pir pêşketî bû. Hê di çaredeh
salî bû xelata hilbesttnivîsandina bi latînî wergirt. Dema temenê Rimaud gehabû
16 salan, wî piraniya hilbesttên xwe yên lîrîkî û herdû ’Nameyên temaşevaniyê’,
yên pir bi nav û deng nivîsandibûn. Ew di wan de ronî dike, ka yê hilbestvan
dive çawa be.
Daxwazên wî ji hilbesttvanan gelekî
bilind bûn. Ji nav hilbesttvanên bêjimar, wî bitenê çendeke hindik xwedî nerx û
xwedî behreya rasteqîne ditîtin. Di nav wan hilbestvanan de Paul Verlaine,
Victor Hugo, Albert Mérat û di dawiyê de, lê ne kêmî wan Charles Baudelaire -
hilbestvanê pêşerojbîn, şahê hilbestvanan, xwedayê rastiyê- cihê xwe digirtin.
Rimbaud yek ji sîbmolên, wêya ko em dibêjin, lîteratûra modern e. Ew bi sed salî li pêşiya dema xwe bû. Ew dema ko tê de bikaranîna keresteyên narkotîka psîkedelîkî ketine rewacê, û ew têgehişt, ko dê helwese (halusînasyon) weke metodeke afirander were bikaranîn. Jiber ko…”…hilbestvan dîtina xwe piştî şik û gomanên mezin, û piştî ko pirsê di nav hemû hest û hiş û ramananên xwe re derbas dike û serad bêjing û moxil dike, piştre ew diafirêne. Ew hemû şêweyên evînê, hejariyê, çawt û şaşîtyê… kul û derdan, şêtî...û piştî êşeke ko nayê pesindan dibîne û bi van tevan ew tê perçiqandin û strihandin, êdî ji nû ve, di wê pileyê de ew di bin fişareke mezin de, têgehiştina hizrên xwe winda dike û hizir dibine rastiya jiyana wî”. Ev beşek ji ’Nameyên temaşevaniyê’ yên Arthur Rimbaud bû. Bi rastî, ew têgehişt ko ji bona afirandinên hunerî ferehkirina bergehên hestan pêwîst e û helbet wî bi xwe jî gelek tecrubeyên sewdanî û lêkerî kirin.
Li malê Rimbaud ne dilxweş bû û vê dihişt, ko ew gelek caran ji malê bireve Parîsê û xwe bavêje nav keftelefta xelkên bohêm, yên li wir dijîn. Car caran ew divegerandine malê, lê wî xwendina xwe berdewam nekir û li şûna xwendinê wî berê xwe dida meyxaneyan, alkoholê, narkotîkê û jinên arzan. Lê ew ji pirtûkxaneyan jî bidûr nediket. Wî gişt hemû pirtûkên li ser sehrbaziyê, alkêmyayê û hemû tiştên din, yê givar û balkêş dixwendin. Di dawiyê de wî bêveger ji malê bazda û çû cem hilbestvanê neurotîk Paul Verlaine û li cem bi mal bû. Dihate gotin, ko pêwendiyeke nedurist di nav heruyan de hatibû li dar xistin. Ew herdû weke toleyan dijîn û li tevaya Ewropayê digeran. Ew demekê li Londonê man û dîse vegerane Fransayê. Lê di careke ko Verlaine bi siran ketibû, wî guleyek avête Rimbaud û ew ji milê wî ve birîndar kir. Ji wir û pêde êdî Rimbaud nema qîma xwe anî, ko pêre bijî. Hin dibêjin ko Verlaine kesayetiyeke lawaz bû. Wî xwe bi Rimbaudê deh salan ji xwe piçûktir ve dihilperikand û dixwest, ko xwe pê bilind bike.
Heyama Verlaine tewa bû, Rimbaud care din vegera malê û li wir dest bi berhema xwe ya pêşî û mezin kir ko bi navê Une saison en Enfer (Demek di dojehê de) e. Ligor gotinên diya wî, Rimbaud ew kar ’bi kelogiriyê, bi giriyê şêrîn, bi nalîn, bi tinazok, bi tiqtiqa bilind, bi xeyd, bi torebûn û bi lanetkirinê’, bi tenê di binçatiyê malê de, dikir. Karê mezinî din yê Rimbaud Illuminations (Ronîkirin) weke berhema herî şoreşgêr tê jimartin. Dibe ko Rimbaud ew li dora sala 1874an nivîsandibe, dema ko bi hilbestvanekî din re bû, yê bi navê German Nouveau. Ew herdû bi hev re di bin çadirekê de dijîn.
Piştî vê Rimbaud xwe ji lîteratûrê dûr xist, yan jî, negeha ko careke din lê vegere. Wî jiyana xwe ya mayî bi ger û koçbûnê derbas kir. Ew li Nemsa, Holand, Almanya, Danêmark û Swêdê gera . Salên 1878-1879 wî bextê xwe li Qubrisê ceriband, di pey re wî berê xwe da Misrê û li dawiyê ew çû Etyopyayê. Li wir wî ebora xwe bi bazirganiya qehwe, çerm û çekan dikir. Dibêjin jî, ko wî bazirganiya koleyan dikir. Lê wî ev tişt di nameyeke xwe de daye mandelayê, êdî naxwe emê çima li gotinê wî bi şik derkevin û emê wî bi tiştekî wilo tawanbar bikin.
Rimbaudê evdal jiyana xwe ya kurt û weke bablîsokê di nexweşxaneke li Marseilleyê gehande berbi dawiyê. Ew reben, şepirze û bi lingekî jêkirî, di 10ê çîriya paşîn ya sala 1891ê de canê xwe siparte taristana sermedî û laşê xwe siparte axa sar.
Di hilbestên pêşî zimanê Rimbaud, tijî hevguncîna bilind e, vebijartina gotinan bi şek û balkêş in. Pir slang (peyvên tewtewe yên cadan), derbirînên sixêfkî û gotinên nenas bikar dianî. Di pexşana (proza) xwe de ’Demekê di dojehê de’ ya ji neh parçeyan, ko berhemeke bi rastî sergerde ye, ew bi bez xwe ji wêneykî çend dike wêneyekî din, pêl her bîrsayî û logîkê dike û li şûna wê ew li ser hesteyên xwe yên tev bi kul û derd dinivîse. Şirovekirinên li ser vê berhemê gelek in. Hin wê weke peymana lêborînê ji dema, ko bi Verlaine re bû dibînin û weke xatirxwestina ji lîteratûrê dixwênin. Hin jî dixwazin bibêjin, ko nivîsa wî mukurhatina guhertina hundurî ya ’herî dawî ye, ya ko bi Rimbaud re qewimiye û pê ew berbi sincên gehayî ve diçe’. Ez bi xwe dibînim, ko ev berhem gelekî xemgîn e û ew neynika dilşikestî û depresyonên kûr yên giyanê wî ye û reva wî, ya sermedî ji rastiyê ye, rastiya, ko wî nikarîbû bipejirêne. Dinya jî ne ew dinyaya, ko wî pê behwer dikiribû. Ew gelekî reşbîn û hêvîşikestî bûbû û ji hundur ve ew bi kûrayî birîndar bûbû.
’Ronîkirin’a Rimbaud çi ye? Ez bi xwe, bervajiyê gelekan, baş tênagehim, lê ma gelo têgehiştin gerek e? Ma pêwist e, ko mirov wateya her hevokekê û gotinekê nas bike? Hilbest li ser çi ye, ne ew e tiştê herî giring. Ez behwer dikim, ko tiştê herî sereke ew e, ko her hevok û her gotin bi formeke ko neyê jibîrkirin li hev biguncin û di hişê mirov de bimênin.
Di ’Ronîkirinê’ de ziman bi awayekî cuda hatiye nivîsandin, gelekî bi harmonî ye û geş e. Hin beş pesnê cih û mirovan didin û hin jî serpêhatiyên tarî û bi mij û moran dibêjin. Ew weke dûrdîtinên bêzemîn in.
Her rûmet ji Baudelaire re, lê ez behwer dikim, ko Rimbaud bi çirisandina xwe daye pêşiya wî. Rimbaud weke zaroka wêjeyê yê herî balkêş e. Ew xwediyê behreyeke resen e, ew ferişteyê ji ezmanan wêrbûyî ye û ew mamostayê şeytanî ye. Ew weke nîvxwedayekî dihate bilind kirin. Lê ma ka ew çi bû? Mixabin, dema ko ez li ber xwe didim, da bersiva vê pirsê bidim, ez xwe bêçare û bêdesthilat dibînim, lêbelê ez nahêlim, ko Win bê bersiv ji vir herin.
” Ez! Ez bi behwerî bûm, ko ez sehirbaz im, yan jî ez ferişt im, ez ji her erkê moralî azadkirî me, ez careke din werbûme ser rûyê zemînê, bi erkê ko ez ji xwe re li erkekî bigerim û da ez pê rastiya kop û kulek bipelixênim û tertûbela bikim”. (Arthur Rimbaud)