Ji Dîmenên Cenga Mezin
Sebrî Botanî
3
Şerê Sarîqamîşê
Encam û verêj
Ev Enwer, Enwer Paşayê bi nav û deng e, serleşker û qumandarê şerê Sarîqamîşê bû. Ev şer, şerekî mezin û pir dijwar bû. Beste jî a mitirbekî serhedî ye û tê de encama wî şerî bi şkestina ordiya tirkî ragehandiye. Silêmanê Misto vê carê jî wek her car bi "Hey dinyayê, wey li wan rojên reş, rojên kuştinê, rojên mirinê, rojên birsîbûn û kûtîbûnê, rojên qirkirina ermeniyan, dev bi gotinê kir":
- Pir kesan bîrhatinên xwe, ên wî şerî gotine û ez nizanim ka kê çi gotiye?! Lê herkesî li gor dîtina xwe, belkî jî, kêm-zêde, li gor hezkirina xwe gotibe. Ez jî, ko di wî şerî de çawîşekî şervan bûm, dixwazim dîtinên xwe ji civatê re bibêjim. Helbet mirov nikare hemû tiştan bizanibe, enceq mirov heke derewan neke, bikaribe ya ko bi çavê xwe dîtiye, bizanibe. Ên dîtir hemû li ser texmîn û gumanê dimînin.
Di vî şerî de ordiya me ya sisiyê ziyaneke pir mezin xwar. Ev ziyana pir mezin ji her alî ve û di her tiştî re xuya dikir, ko mirov zabitên bêkar û bêesker didît, êdî veşartî nedima. Me hejmareke mezin kuştî û birîndar hebû... Bilî wan kuştî û birîndarên ko li çol û çiyan mabûne bêkes û neguhastî, ji xwe hejmara wan ji rûsan û dehbeyên çolan pêve tikesî nedizanî, çend e? Û bi hezaran neferên winda jî me hebûn...çi firar, çi dîl û çi jî ew neferên ko xwe ji bo revê veşartibûn... hindek ji blokên taboran bêhemdê xwe piştî şkestinê tevlîhev bûbûn. Vê yekê kir ko her kes bi serê xwe be, negirêdayî tikesî an ti blokê be... Herweha dan û standina wan blokên nîv jê mayî û jihevketî, bi meqamên ser xwe re nemabû, çûnkî telegraf û telegrafçî bêser û şûn bûbûn. Kurt û Kurmancî, em dikarin bibêjin ko tiştek bi tiştekî ve girêdayî nemabû. A çûbû, çûbû û mabû, şerpilîbû...
Vê rewşê kir ko di serê wê zivistanê de û di wê kulpê de, li hindek deran xurak û erzaq hebe û li hindek deran letek nanê req jî peyda nebe.
Lê biqasî ko ew şervanên birsî bi şkestina xwe û bi kuştina hevalên xwe, xemgîn û fihêtkar bûbûn. Bêtir ji ewqasî ew bi riswabûn û şepirzebûna wan zabitên bêkar û bêesker, kêfxweş bûbûn. Bi eşkere tinaz û yariyên xwe bi gotina îstixbaratê dikirin ko digot:
Heger ziyanên rûsan di vî şerî de ji ên me ne bêtir bin jî, lê bi her hal ne kêmtir in. Zabitekî ernaotî gote çawîşekî:
Ka ew xezete? Rojname li kû ye? Ê çawîş bi dengekî bilind, bêtirs û şerm gotiyê:
- Efendim, min qûna xwe pê paqijkir û xwar. Çi gava min xwe vala kir, hingê here bibîne. Hemû binasê ên mîna te bûn, me bi sedan, belkî jî bi hezaran kuştî û birîndar ji bo rûsan û dehbeyên çolan li paş xwe hiştin...
Êvarekê dîsan sêzdeh ji wan zabitên bêkar û bêesker, di ber me re derbas dibûn, me yek tenê naskir, navê wî Îzzzzz..." Li vir Silêmanê Misto ê ko em dikarin ji nuha û paş de navê wî bikin Silêman Çawîş, bilêvkirina navê Îzetî re, kenekî bilind û ji dil hatê, rondik ji çavên wî barandin. Êdî tîqetîqa civatê jî odeya teng û piçûk dagirt. Bê ko zanibin bi çi an li çi dikenin...
- Li min negirin! Silêman Çawîş got. Di şûna ko bigiriyam, vî Îzetî kir ko ez we jî bi xwe re bikenînim, lê hûn dê bibînim ko hemû pêkenînên min ji sitem û zora dewleta romê dipijiqin. Ji çepelî û hovîtiya zabitên wê dipijiqin. Ez naçar im li ser xeslet û kesîtiya vî Îzetî bisekinim û kirinên wî ên pîs û çepel, ko min bi çavên xwe dîtine bi dirêjî bibêjim... Lê di pêş de em binêrin ka piştî şkestina ordiya me a mezin û tekûz, Enwer Paşayî çi kir, paşê vegerin ser çîroka Îzetî. Lijneke pênckesî bi navê Enwer Paşayî hat; mifetişek difinfîno, bînbaşiyek, elmanek, yozbaşiyek, sivîlekî serpiçûk û simêlmezin, başçawîşek, sê çawîş û şêst nefer esker jî bi wan re bûn. Berî hertiştî, ew blokên kêm nefer û jihevketî bi lez bi hev ve pînekirin. Û paşê çil-pêncî nefer ji vir, heftê-heştê ji wir, sêsed-çarsed ji firarên hatibûne girtin û dîsan vegerandibûn, hindek jî nizanin ji kû anîne û ew kêmasî û valahî pê dagirtin û birin qontar û pesarên du çiyayên pêşberî hev û çepirandin, ko ev jî li gor plana wan, dê bi vî awayî rê li êrîş û hatina leşkerê rûsî bigirin û bi xwe ve mijûl bikin û nehêlin derbas bibin. Da hingê ji paş ve taborek eskerê berhevkirî û veşartî, ji nişkê ve êrîşî wan bike û tola şerê Sarîqamîşê ji wan bistîne. Lê pa rûsan ev êrîşa plana Enwerî nekirin û dê nekin jî, wek em dê bibînin...
Nuha dor geha çîroka Îzetî. Cara pêşî ko min ev Îzet dît, wek ez generalekî bibînim. Lê ne tenê min, herkesê ew didît ev texmîn dikir. Îzet yozbaşî bû, yozbaşî Îzet bi reng û rû mirovekî qenc, nerm û hêmin dixuya. Lê di rastiya xwe de ew hovekî tûj û serhişk bû. Ta neqencî hebwa, wî qencî nedikir. Loma neferên wî ên tirk û laz navê wî kiribûn Poxbaşî û ên kurd jî Mîzbaşî jê re digotin. Ev Îzetê sirt û serhişk, di şerî de dinya lê dibû konmişk. Lê di rojên bê şer û xweş de ew ji hemû hevalên xwe şoxtir, derewîntir û ziman dirêjtir bû. Bi her behaneyê bwa, wî xwe digehande neferên ko ew ji wan ve nenas, mîna derwêşekî sextekar û zimanlûs, bi gotinên qelew û qebe, şîretên dîn û diyanetê li wan dikir û hwd.
Me bawerî bi xwe, bi dînê xwe, bi sultanê xwe û bi dewleta xwe heye, ko em dê van rûsên gawir bişkênin û Qafqasa xwe jî, ji wan bistînin... Herkesê dilê wî bi ermenî û êzîdiyan bişewite, an alîkariya wan bike, ew kuştina xwe helal dike! Ew dergehê cehenemê ji xwe re, bi destê xwe vedike!
Tawan û gunehên yozbaşî Îzetî zaf in û hemû jî mezin in... Rojekê sê neferên rûsî ko yek ji wan birîndar bûbû, bi dîlîtî ketibûne di destê dewrîyeke eskerî de. Piştî guhaztina wan, ew şandibûn cihê komkirina dîl û girtiyên şerî. Lê şansa wan ew ajotin û anîn ber destê vî Îzetî. Di şûna ko Îzet wan biparêze, an veguhêze cihekî veder û hêmin, her sê ji cilkirin û wilo bi rûtî- çîpçîplaq- sparteyî Şehabê Mûsilî û pênc neferên din ji ên xwe kirin, ew birin di kortekê de avêtin û bi dar û keviran kuştin... Îzet bi behaneya ko rûs jî dîl û birîndarên me dikujin, ev her sê kuştin. Lê tikesî bawerî bi gotina wî nedikir, piraniya neferên li wir ji hev re digotin
Pa gelo heke rûs pê bihesin em dîlên wan dikujin, nemaze wisa bi hovîtî, dê rewşa dîlên me li cem wan çi be û çawan be? Lê ne tenê Îzetî ev gunehên mezin dikirin! Dihat gotin ko li deverine din jî zabitên me dîlên cengê dikujin... Ew du roj bûn ez hinavêş û li cem neferên erzaqê li hêviya hatina doxtorî bûm, wek dibêjin bûbûm, 'civanê jîjû', ka dê kengê bigehe... Nîvroyekê çawîşek û pênc nefer, ji ên teqîbatê, pênc zilamên ermenî bi destên paşve girêdayî anîne sparteyî zabitê îdarî Balîkesirlî kirin. Yek ji wan ciwanekî 17-18 salî bû, ên din 40-45 salî bûn. Her pênc jî pir hatibûn êşandin. Em, ew neferên ko li wir bûn hemû bi anîna wan guhişîn. Çûnkî piştî şerî Sarîqamîşê êdî bêpirs û bersiv ermenî dikuştin. Pa gelo bo çi evên hanê bi saxîtî anîne?! Ta paşê hat zanîn ko karekî ê Balîkesirlî li ser dozekê bi wan heye û dê paşê li ser daxwaza istixbaratê her pêncan bişînin Mûşê û bispêrin. Orxanbabasî zabitê erzaqê, mirovekî bêziyan û çavnetirs bû, ta dil dixwaze ew xêrxwaz jî bû. Lê digel vê jî, wî li her tiştî dipirsî û carnan mayê xwe jî di hindek şolan de dikir, lê bivajîtî, wî rastiya her tiştî vajî dikir. Heger dinya germ bûya, wî digot:
Ez qerisîm, ev çi sir û seqem e! Heger bigota bijî Sultanê me, mirov dizanî ew dibêje bimire Sultanê me... Hingê, her kesî dizanî ko ji mêj ve bû, carekê xelkê bajarên mezin bi hev re rabûbûn serpiyan û bi deng û hawarên bilind gotibûn 'Sultan Reşad, fisq û fesad!' Orxanbabasî ev gotina ko hingê kevinbûyî û ji bîra herkesî çûyî, ji nû ve piştî şerê Sarîqamîşê bi mehekê, ji neferên xwe re vajî kiribû, gotibû 'Gelo kengê dê careke din xelkê me bi hev re rabin bibêjin, ko Sultan Reşad, edalet û cihad!' Ji ber vê zimandirêjî û zêdegaviya wî, nemaze li gor rewşa wê dem û cengê, yekser ew girtibûn. Lê paşê min nezanî û tikesî jî nedizanî, çawan û ji ber çi Kazim Qere paşa ew dabû berdan û efo bûbû. Êdî ji wê rojê ve tobe kiribû. Wî êdî ne bi qencî û ne jî bi xirabî, ne navê Sultan û ne jî ê dewletê nedianî ser zimanê xwe. Lê ko wî ew pênc ermenî ji nişkê ve di wê rewşa xirab de dîtin, êdî xwe negirt, wek kesekî nîvmest û hay ji xwe nemayî devê xwe şewitand û tobeya xwe şkand:
- Waaay... Hey hawar... Axir zeman e! Axir zemaaan... Ji ber çi wisa hatine hingavtin?... Ey felek çerxa Babul alî yê te wergere!... Ey xwedayê min, hemû finasê te ye!... Heger mirov di şeran de bêne kuştin û birîndarkirin, bila, lê bila dîl û girtiyan eşkence nekin. Xwedayo vê yekê qebûl neke! Orxanbabasî têra xwe got û vegot, paşê ji Balîkesirlî pirsî:
- Gelo destûr heye ko ez xwarinekê ji wan re bînim?!! Balîkesirlî despêkê ve bi awirên kînê li wî dinerî û bersiva wî jî neda. Êdî hema ew pirs ji ermeniyan bi xwe kir. Lê Balîkesirlî nehişt ermenî jî bersivê bidinê û bi hêrs gotiyê:
- Te mafê vê pirskirinê nîne! Ne ji min û ne ji wan! Te zanî? Heger îşev serên xwe ên hişk ji wan pilan û saluxên genî vala nekin û rastiyê eşkere nekin, dê hingê xwe bibînin!!! Di vê kêlîkê de Îzet û neferê xwe ê herdemî Şehabê Mûsilî mîna du cinan ji nişkê ve peydabûn. Îzet û Balîkesirlî bigermî hev hembêz kirin û paşê li hember hev qît sekinîn û pistepista wan despêkir, lê dirêj nekir û Îzetî mîna hovekî har ber bi Orxanbabasî lezand û hat, çav di serî de sor bûbûn. Bi dengekî bilind gotiyê:
- Heydê here gûyê diya xwe ji wan re bîne û tu jî bi wan re bixwe! Heydê zû ji pêş çavê min biqeşite û kuştina xwe wek ya ermeniyan li me helal neke û neke jî ez devê xwe li te vekim!!! Cara pêşî me tu dabûyî xatirê potîna Kazim Qerepaşayî...
Roja paştir hindek neferên li wan deran komeke piçûk ji ax û keviran, ji dûr ve didîtin û bi tiliyan nîşa hevalên xwe dikirin... Pênc term perçiqî û destgirêdayî di bin de bûn... Hindek lîreyên zêr û mecîdiyên zîv, ko ji nêv cil û pêlavên wan deranîbûn, berîkên Îzet û Balîkesirlî pê germtir bûbûn. Şehabê Mûsilî jî bi saeta serkîsof a ermeniyekî ji wan hatibû xelatkirin û zincîra wê ya ji zîvê lihe, bi bedena sakoyê wî ve diteyisî... Orxanbabasî zabitê erzaqê jî xwedê bide, erdî daqurtand, ezmanî hilkişand!! Ji Îzetî, Balîkesirlî û her sê-çar neferên Îzetî pêve, ti kesî nedizanî. Lê kî nabêje ko termê wî, di binê wê komika ax û keviran de, ne ê şeşê bû? Belkî. Lê a ji hindek zabit re bûbû xem û xwezî, yozbaşîtiya Îzet bû.
- Gelo ev yozbaşîtî ji çi an ji kû jê re hatiye? Digotin...
Xwedayo, ne ji devê min, lê pistepisteke ne kurt di nêv zabitan de hebû. Li ser bextê kesê gotibû. Digotin ko berî şerê Sarîqamîşê bi mehekê hindek kesên sivîl li Enwer Paşa bûbûne mêhvan, ev Îzetê bavê xwe jî, yek ji wan bû. Ti kesî ji wan 'Kulile Askeri-Lisesi' belkî bi çav jî nedîtibe, ta dor bigehe xwendina ders û meşqên wê û mercên wê ên dîtir. Lê Enwer Paşayî ji cem xwe, û di çadira Mîralayî de û li ser daxwaza 'Şêxul-Islam' û yawirekî Sultanî, ev qenciya piçûk li wan kiriye! Sebeb jî ligor texmîna wan ew e, ko madem bijartiyên 'Şexûl-Islam' in, bêguman pir zîrek û hêja ne.
Ko çîrok ev çîrok be û Îzet jî ev Îzet be, helbet wî hêşta tiştek nekiriye ko hêjî gotinê be. Eva ko ta nuha we bihîstiye serpêşk û dilop in. Heşta lehî negehaye, dê di dema xwe de bigehe. Ez ne bi lez im û hûn jî bêhna xwe li min fireh bikin, ta dawiya vê serpêhatiya min û pênc ji hevalên min. Hingê hûn dê bibînin ka ev Îzetê bavê xwe, ev qaremanê Sultanî, bi çi mijûl e, çi dike û dê çi bike jî?! Ji ber ko (bi texmîna xwe) ew jî mîna hevalên xwe, nîşan û xelatên dewleta Alî Osman ji xwe re misoger bike...
1-Yildiz: stêr
2-Kulp: xela, birçîtiya tund
3-Poxbaşî: gûbaşî
4-Civanê jijû: pêgotineke pêşiyan e, yanî li benda hatina jijû
5-Lihe: resen esîl
6-Sako: çakêt
Ji devê Dirbasê Wanî yê şêst salî. Mûsil sala 1947an
Duh bû me d'go tu dêw î
Îro tu mayî sêwî
Ser milên te yildiz in
Memûrên te giş diz in
Enwero xwelî sero
Rebeno bêeskero
Van sebavên misqofan
Anîn lêmişt û tofan
Esker mesker tev kuştin
Paşa maşa maliştin
Li çolan wek roviyan
Ji tirsan direviyan
Ramalîn tabor mabor
Çiya kirin xwîna sor
Çawa bi vî eskerî
Te kir şerê Qeyserî
Keko tu ne hember î
Hey paşayê hemşerî