HELBESTÊN HAYKO
EBDULRAHMAN HUSEYNÎ
1
qûm di lingan de
Û di dil de stiranên hechecîkan
Yê evîndar bi rê dikeve.
2
Nexwe ez dê te ji balendeyên biyanî
û ji şûnewaran re bihêlim
Ez dê te di êşên seqem û bêrîkirinê de
bihêlim
Te dihêlim.
3
Di dûrahiyê de; rengê wê kesk e
Dûrahiya ko rojekê ji rojan
bager durustkiribû
Û rojekê ji rojan jî
Ew dûrahî mîna bagerê, çû.
4
Di navbera bayê gundan de binavbûyî
Demê zeft dikim
Ronahî jî rê dide min da ko
berbi gavên te yên revyaî de
de biçim..
5
Erê erê hey şêxê şîn
Wî pîroz bike
Rûyê wî jî bi stêrkên sivik
şil bike..
6
Neko kin diçe
Lê şikestî.
Neko vemirî diçe
Lê sivik
7
Li vir, em bi hev re rûniştin
Li vir, me lêvên xwe vêxistin
Li vir, me cigere bi dijwarî kişandin
Dûman dibû bajarên koçbariya me
Koçbariya ko di destê sibê de
dest pê dikir..
8
Li bazaran têra xwe qîriyan û bi şevê
razan
Û wexta ko li ser çira jorîn navine lerizîn
Vegeriyan malê
Barkirî vegeriyan.
Têra xwe jiyan
Û mîna tayê guhkê şeytên vekişiyan.
9
Ji gumlekên xwe direvin
Û xwe di nameyan de vedişêrin..
10
Du hesp
şevbuhêrka xwe
Li ber serê êşa min diqedînin..
11
Eva rawestyayî kî ye?
Ew sêrkên çelmisî yên li ser rûyê te
çi ne?
12
Ma dê çi bi serê van pileyên pir bê
Eger berbi destê dayika min ve hilkişin?
Ma dê çi bi serê van pileyên pir bê
Eger berbi birayê min ve bièin
Ez dê wî himbêz bikim
Min bêriya kurtepeyvên me kiriye
Min bêriya nepoxên zaroktiyê
û piran kiriye.
13
Ho qiralê çînê!
Wek şervanekî
Ji leşkeriya bakur tên.
Hêdî hêdî, serçavka Amûdê hiltînim
û derbasî demsala defteran dibim.
Û piço piço derbasî dergeh dibim..
14
Mîna peravan min ji te re distira
Min li dergehê şîn dixist
Sîbera te dihat
Hîzar û masiyek bi ser min de avêt
û çû..
15
Ma gelo ez stêrkekê
deynim ser birîna xwe
û razêm?!!