Dehbelorê

 

ÇEXOV

Ji rûsî wergerandina Bêkesê Têlo

 

Berî kêlîkekê, min bakire cêriya me Yûlya  Vasîlovnayê, da were odeya xwe ya kar, da ko ez kiriya wê bidêmê. Min jê re got:

- Fermo Yûlya Vasîlovna, rûne! Bêguman pere ji te re divin, tu ewqasî fêhtokî yî, tu bixwe ji min naxwazî. De ka em bi hev re bihejmêrin. Baş e! Peymana me ew bû, ko ez her mehê sîh rûbilî bidime te..

- Çel rûbil!

 Na. Sîh rûbil in, ev li ba min nivîsandiye û min timî ewqas dida cêriyan. Baş e! Tu bixwe du mehan li ba me xebitiyî...

- Du meh û pênc rojan...

- Li nik min tenê du meh hatine nivîsandin. Nexwe tu xwediya xwe û şêst rûbilî yî. Emê neh rojên yekşemê ji wan bibirin, çinkî di van neh rojan de te Kolyayî hînî xwendinê nekiriye, tenê te ew derxistiye seyranê, û sê rojan jî cejin bûn.

Rûyê Yûlya Vasîlovnayê sor bû û tiliyên xwe di kirasê xwe de diçikandin. Lê... Bêdeng ma.

- Eger em hersê rojên cejnan jî bibirin ko dikin diwanzdeh rûbil... Jixwe dema ko Kolya nexweş bû te tenê Faryayê hînî xwendinê dikir.

 hersê rojên ko diranên te diêşiyan kebaniya min piştî firavînê tu serbest

dikirî. Îca diwanzdeh û heft dibin nozdeh. Eger em ji şêstî nozdehan hilînin, dê çel û yek rûbil bimînin. Rast e?

Çavê Yûlya Vasîlovnayê yê çepê tije rondik bûn, çena wê dijenî û bi bîntengî kuxiya, girêza xwe paqij kir, lê tu deng jê derneket.

- Berî sersalê jî te perdaxek û laliyek şikandibûn, em dê li vir jî du rûbilan ji wan kêm bikin. Perdax ji wilo buhatir e, hê! Diyariya dapîra min bû, lê ez çi bikim, bila xwedê ji te razî be. Erê...

Û çinkî te baş guh nedabû Kolya, lewra derketibû ser darê û çakêtê xwe çirandibû, ji bo vê sersariya te emê deh rûbilên din ji wan kêm bikin. Herwisa emê pênc rûbilên dîtir jî bibirin, çinkî dîsa sersariya te wa kir ko jina gavanî potîna Farya bidize. Gerek e tu guhn xwe bidî her tiştî. Ev kar karê te ye û tu pereyan li ser disitînî!!

Û di 10ê çileya paşîn de te bi destê xwe deh rûbil ji min stendibûn.

Yûlya Vasîlovna bi kurtepistî got:

- Na min tu tişt ji te nestendiye.

- Temaşe bike! Wisa li ba min nivîsandiye.

- Baş e.. De bila wisa bit!

- Emê bîst û heftan ji çel û yekê bibirin... çardeh dimînin.

Herdû çavên wê tijî hêsir bûn, li ser bêvila wê ya dirêj û spehî jî çend dilopên xwêdanê xuyanî bûn. Heywax li vê keça belengaz! Û bi dengekî nizim got:

- Careke tenê min sê rûbil ji xanima we stendine, ji bilî wan min nebirine.

- Ne wisa! Binêre min ev ne nivîsandibû, nexwe emê sê rûbilên dîtir jî ji çardehan bibirin, dê yanzdeh rûbilên te li ba min bimînin. Hê te çi got? Fermo xanima min a pir hêja. Sê...Sê...Sê, yek...Yek. Fermo. Min her yanzdeh rûbil dane wê kirin. Bi destine lerzokî rehişte pereyan û xistine bêrîka xwe û got:

- Spas.

- Pêrepêre ji hêrsan ez rabûm ser piyan û li odeyê çûm û hatim, hêdî hêdî hêrsê ez digirtim, min jê pirsî:

- Spas ji bo çi?

- Ji boyî pereyan..

- Lanet li şeytên be, min tu wêran û talan kirî, û bi ser de jî tu spasiya min dikî?

- Li gelek deverên dîtir tu tişt nedidan min...

- Nedidan te? Dikare wisa be. Min henek bi te re dikir, lê bila ji te re bibe ders. Ez dê hemû pereyên te bidime te, hemûyan, her heştê rûbilan, va min ew ji te re amade kirine, di vî qewlikî de ne. Lê çima wisa tu bêhêz î? Bo çi berxwedanê nakî? Bo çi tu bêdeng dimînî? Ma dibe, tu di vê cîhanê de ne xwedan quloçên tûj bî? Ma dibe, ko wisa tu kawik bî?

Bi kotekî bişirî û min di rûyê wê de 'DIBE' xwend. Ji bo vê dersdana req min lêbûrîna xwe jê xwest, û min her heştê rûbilên wê xistine destê wê.

Bi rûyekî şermokî spasiya min kir û ji malê derket.

Min li şopa wê temaşe kir û ramiyam: 'Ko di vê cîhanê de tu xwedan hêz bî, çendîn hêsantir e'.