Birano… bese!

 

Rezo Osê

                        1.

Birano!

Raste…em kurê

Adam

û

Êva ne

lê…îro ji hev

başqe

û

cida ne…

ji beroşekê

naxwin…

weke hev li xwe

nakin…

çavên me bi hev bar

nabin…

êşa me

kêşa me

jan

û

xweşiyên me

silavên li hev

nakun…

zîna me

livîna me

sir û

germiya me

nahingivin hev

û

bi hev şa

nabin…

çima

em

xwe nas

nakin…!

                        2.

Birano!

Ez

talîşka berûyên xwe

bi

mizbûna Manga we

nadim…

Ez

gezwa darên xwe

bi

şêraniya xuşava we

nadim

Ez

ava çal

û

kehniyên xwe

bi ava qotîk

û şûşên we

nadim…

Ez

sîka darên Welatê xwe

bi sîwanên ser ”pilajên” we

nadim…

Ez

bihna gul

û

geyayên xwe

bi

misk

û

emberên we

nadim…

çima

em

xwe nas

nakin…!

Li hev

nakin…!

 

                        3.

Birano!

Devê şkenikan

ne

girin…

darên gezogirtî

ne

birin…

çalên min jehir

nekin…

kehnîkên min mismit

nekin…

devî

û

daristanên min

bi agir

nekin…

pîkolê li ser gul

û

geyayên min

nekin…

çima

em

xwe nas

nakin…!

 

                        4.

Birano!

Bilûra min

ne

şikînin…

perda

azmanê  min

bi

dengê top

û

balefiran

ne

çirînin…

zarokên min

razane,

wan

ne

tirsînin…

çima

em

xwe nas

nakin…!

Li nakin…!

 

                        5.

Bese…Birano!

Em

birane

li

hev

nakin

bila

du

camêr,

bê serêş,

me

ji

hev

cidakin…

me

ji

hev

cidakin…

me

ji

hev

cidakin…

                                    17.12.93


 

Çîrokên ”Pîrê”

Rezo Osê

 

                        1.

Law!

Me

rextên çarta

ji

fîşekên berûyî

dagirtin,

lê…

Me

bi

şilfikên zingargirtî

êrîşên xwe

birin serî.

 

                        2.

Gaca miha me

xwe

di ser cokê re

qevast,

tena wê xwiya kir..

Bizin pê kenî,

lê…

ji bîr kir

ku tirîka wê

tim zîçe

û

tena wê

tim berçave.

 

                        3.

Mijê

çiya girt

û

xwe

berda ser kumikên

sipî,

lê…

”gunehên navnasan

tenê

veşartin,

yên nenasan,

weku

hêkên qitikan

li rastê

dimînin”.

 

                        4.

Me

heftê salî

ne

gote kerkê xwe:

Hooo…ooş!,

lê…

dawî

kerkê heriyê

felişî.

 

                        5.

Bi

salan

Me

çîroka şûjinê

ji

hev re

got,

lê…

dawî

Me

bîr, di latê de,

bi derziyê,

kola.

 

                        6.

Law!

Xiltê-kor

tim

di

zikê zemînê de

dixebite,

lê…

axa

aza derdixe

ser

rûyê zemînê.

 

                        7.

Zêr

di perçîçeqa qazê de

winda

dibe

lê…

” rim

di

xêşan de

winda

nabin”.

 

                        8.

Ber^tehle…

Neyar

naxwe,

lê…

halet

û

hêlanên zeviyên me

pir

hêjane.

 

                        9.

Qir

bi

ser

deşta me de

hat,

lê…

me

li

ber agirê serê

çiyê,

ji

duranê ve,

xwe germ dikir.

 

                        10.

Deviyên me

dibin kûmkir

û

hilma germ

da Neyar

xwe

germ bike,

lê…

qurmikên xwernûfê

besî

kozîkên me ne.

 

                        11.

”Mirrêniya şeran

li

çiyê

tê,

lê…

li

deştê

gur

mihê

diberde”.

 

                        12.

De

razin!

Ra…zin!

Lê…

jiyan

şiyarî

nabe.

                        22.12.93


 

1. Çîroka mih û bizinê çîrokeke folklorî ye. Herdu dost û hogir bûn, bi hev re diçûne çêriye. Rojeke mihê xwe di ser cokeke re qevast, dûvê wê hate hildan, bizin kenî. Mihê pirsî, çima dikene. Bizinê got:” Min bin dûvê te dît”. Mihê lê vegerand:” tirîka te tim li baniye, dawiya te tim taziye, em pê nakenin!”.

2. Zargotina Kurdî bi vî rengî ye:” Gunehên mezinan weku çiyane, mij wan diveşêre. Yên biçûkan weku hêkên qitkan li rastêne, mij magihe wan”.

3. Kerkê heriyê: çîrokeke folklorî ye, ji çîrokên zaroka ye. Gava dolabrêsk diçine şikeftê, û her yekê bi serê kesekî xwe sûnd dixwe ku ne wê tir kiriye, keça pîrê bi serê dêya xwe sûnd dixwe. Wilo, guneh dikeve sukra keça ”Pîrê” de, û keçik qerfên xwe pê dikin. Hevaleke wê dibêje:” Porkurê, ma ne heft birayê te weku heft qerasa hene, tu bi serê pîra dêya xwe sund dixwî…!”. Û rê pêş dike, çawa bihêle pîra dêya wê rêya wan pêş wê bike.

Piştî ”Pîrê” li keça xwe mukur tê, kerikê heriyê jê re çêdike, û jê re dibêje, ku çi bi rê de bibîne, nabe lê bisekine û ji kerkê xwe re ”hoş” bibêje,lê wê kerik bifelişe û ew nagihe birayên xwe.

4. Çîroka şûjinê: Mijûliyek ji mijûliyên zarokanî ye. Yek pirsê dike, yê din bersivê dide, û tim bersiv dibe pirs. Mijûliyeke pûçe, bê sûde û gotinvegerîne, tenha zarok wextê xwe pê dikujin.

5. Ev zargotin ji serpêhatîkê hatiye der. Dibêjin, pêrebîk ji Zozanan dakete deşta Cizîrê, çend kulek (pez) ji xwe re peyde kirin, û bizava xwe bi wan dikir. Û gava siwarên desthilatê herêma ew lê hatin bac û bêşan jê bistînin, ne da wan û bi wan da zanîn, ku ji êla Ferhoyê Izêr Axa ye, û ew bac û bêşan nadin. Di vê dema giftûgoyê de, gundiyan bi serekê siwaran dabê zanîn ku pîrebiyeke bê kes û bê kûsê. Wilo, siwaran dev ji pîrebiyê berdan, lê ji wê weye ku ji ber navê F.I.Axa dev jê berdan, loma got: ”Ez qurbano, şêr li Zozên dike mirênî, gur li deştê mihê diberde”.


 

Xam

Rexo Osê

                        1.

Me

kabên xwe

hildan

xam

ne

hat…

Me

kabên xwe

avêtin

xam

ne

hat…

Me

kabên xwe

werandin

xam

ne

hat…

Hembervanê me

hildan

xam

anî…

avêtin

xam

anî…

werandin

xam

anî…

 

                        2.

Guhê me

kete

destê wî…

Guhê me

girt:

sê mîr

û

çikek

ji

me

xwestin.

 

                        3.

Em

kabên xwe

hîna

tavêjin…

ne

mîe,tên

ne

çik,tên…

tenha

ker

û

pik,tên.

                        01.01.94