Taha Xelîl, helbestvanê giyanên mişext û dengê dengvedana bêdeng

û dereng a axînan

 

Ehmedê Huseynî

 

Taha Xelîl, Luqman Dêrkî, M. Efif Huseynî û hinin din nex,seya helbestvanên kurdên erebînivîs ên nif,sê salên hey,stêyî nîgar dikin. Di cîhana gi,stî ya helbesta

Erebî de û bi taybetî li Sûryayê, di kovar û rojnameyan de, û li ser depre,sa helbestê wek helbestvanine nûjen tên naskirin.

Bêguman e'cmûneya van helbestvanên Kurd rengekî taybetmend werdigire û helbesta erebî jî bi rengê wê ezmûneyê têt xemilandin ango ,sûn,sopa xwe, çêja xwe, li ser dîmenên gi,stî yên helbesta erebî li Sûryayê dihêle.

Yek ji wan ezmûneyên balkê,s ezmûneya dahênane ya Taha Xelîl e.

Di helbestên T. Xelîl de ti,stên ve,sartî û qedexe nîn in, lixwemikurhatineke reha û herikîneke bê sînor û bê raz, bê çiv û bê xapandin e, mirovê xwendevan dikare kûrahiya helbestan zeft bike. Lê zeftkirina hinavên helbestê yan jî çameyê (qesîdê) ,siyanekê, aramekê, û bînfirehiyekê dixwaze, çunkî T. Xelîl bi hûrbînî li ser alavên derbirîna helbestî radiweste û di avakiri

 

na helbestên xwe de wek peykerta,sekî dixebite, bi ,sarezayîyeke bêdudilî yê xwendevan radiki,sîne taybetmendiya xwe, bêje, wêne, ritm û newa û mebesta xwe:

Do, min berçavka xwe li firoşgeha cilûbergan jibîrkir..

Îro, wexta ku ez vegeriyam wê firoşgehê bi xwe, Wê koşeyê bi xwe..

Li paş camên berçavkê.. Du çavên xemgîn digiriyan!

Wisa T. Xelîl hewldide ku dengê xwe, ku tevna xwe, ku awayên derbirîna dilsojane û rasteqîn bo helbesta xwe, damezirîne. Herûher helbesta xwe ji bend û merbend û çeperan rizgar dike, da ku me bigihîne tixûbê surdarî û matmayînê, ne ku tenê teknîk û form û huneriya helbestê; lê di naverok û ango û avahiya dirûnî ya çameyê de, da ku ji me re herdû aliyên realîteya jiyana me berbiçav û destnî,san bike. Di jiyana me de spehîtî û kirêtî , têkçûn û serkeftin, re,s û sipî, xwe,sbînî û re,sbînî hene, lê T. Xelî hewldide

ku bi taybetmendiya xwe yî hunerî van hevkê,sên (Mûadeleyên) nakokane berhev bike:

Te zersosinekji me re nehişt.. Te şaxekji me re nehişt..

Da ku em bavêjin ser gorên xwe.. Da ku di tenhatiya axê

Û taristanê de

piçekî... Sebra me bînin!

 

Taha Xelîl hergav di helbestên xwe de wek Kurdekî xemgîn û dil,sikestî danûstendinê bi cîhanê re dike. Armanca wî ronîkirin û çesipandina mirovatiya mirovê Kurd e. Evîna wî hergav evîneke çiyayî ye, werista wî werista çiya û barûdê ye, jinên wî bi dîmen û hinarkên çiyane û koçerane bi ,sermezarî û bi bi,şirînên tir

samêz amade dibin, dar û çûk û bager, mirin û e,şq û zindan û gritîxane û le,şker û gaza xerdelê û dagîrkerên hovane ku la,sê nerm û ,şahîk û step ê welatekî dilovan û dayikane bi pêlavên serbazên xwe ji destnimêj dixînin. Di vî warî de T. Xelîl bêcir e; bê rêz û bêrû ye, her ti,stî ron, e,şkere û zelal dibêje, bêyî ku helbesta xwe raki,şîne meydana silogan û duri,sman û pesindana bêkêr; bêyî xwepê,sandan û badana simbêlan tiliyên xwe datîne ser koka birînê û bi berfirehî hestên mirovane yên kurdên sedsala bîstan derdibire, da ku di serencama dawîn de bi alavên xwe yên hunerî be,sekî ji trajedya gelê kurd berceste bike; bigewde bike; trajedya ku ji bo wî, wek helbestvan û wek rew,şenbîr, xala bingehîn ya derbirîn û afirandinê ye:

"Erê keça min..

Zilamekji hesinê xwe rabû..

ba zeft kir, bi dû xwe de kişkişand..

Bi xencera xwe zikê esmên çirand.. Esman bariya.. Kurdek bi dirêjahiya dûmana xwe rabû:

Me navê wî kir KAWA em ên ji kevokên xwe serjêkirî, zilamek hat û em dadan, zaroktî û sirûd avêtin nav êgir, çiya bi êgir pîroz bûn, wê rojê Hemrîn, Agirî, şêrîn, Piştko, şengal... Hejîrên xwe dadiweşandin, zilamên zuha hildiweşiyan, zemîn hildiweşiya, hendeseya peyivînê, giranî û hilperikîna Lavlavê hildiweşiyan"

Di pirtûka xwe yî dawîn Koreqiral de, T. Xelîl dixwaze sînorên hilwe,syayî yên di navbera qonaxên kul û ,şîniyê de, ji me re, hem pê,skê,s bike, û hem jî, kilîtên belkoyên guherandina cîhana rûre,s bi alî piçek azadî de, wek sîberine req, ji me re destnî,san dike, dixwaze pa,seroj û pê,seroja ti,stan û bûneweran ji me re wek arezû û têramandin û amaje bilêv bike, da ku em bikaribin cudahiyê têxînin navbera mirin û jiyanê, da ku em bi xwe jî bikaribin wan nakokiyan ron bikin; ziman û jiyanê, xewnê û têkçûnê, ken û girî, evîn û zikre,siyê li hevûdû biguncînin, û em ji xwe re; di pêvajoya zuhabûna sext de, wek palpi,stan , ji bo têgihi,stina helbcsta pir ango, damezirînin.

Di vê pirtûkê de helbesta Helebçe mîna sirûdeke bê kutayî diherike, di navbera dastan û îstgehên dîroka bêbext de, di navbera pîrozmendiya kulîlkên çiyayî û barîna toza jehrewî de, di wê kêlîka lal û bêziman de, helbest dibe

 

raman, huner, sosret, çarenûs, roman, çîrok û socdari, tawan û rûvedaneke gawirane, hemî sinc û prînsîp û idyolojî û rêberî û bend û teorî di xirecira gaza xerdelê de rût dibin; bêrûmet û riswa li ber dergehên mirovatiya bêmirovahî gemkirî û radest li wêne û dîmenên ku,stin û helalkirina xwîna Kurdan tema,se dikin. Di renckê,sanê de pirsên T. Xelîl pirtir dibin û ji mirina xwe dîsa vedigere, da ku bi bêdengiyeke serhi,sk danûstendina xwe bi cîhanê re, bi gerdûn re, bi çiyan re, bi jinan re, bi ,sîniyê re, bi Gola Simoqiya re, bi Ey,sana Elî re, berdewam bike. Bi dengê xwe yî birîndar hildiperike aso~ yên bêreng ên xewna xwelîrengî, lê di nav pêlên sosreta bêmînak de, dengvedana deng dereng û lawaz digihêje kenarên birîna pîrozmend. Lewra T. Xelîl bi tenha xwe li gel têramandin û pûnijandina xwe digunce û dîsa bi tenha xwe di tengerêyên xewnê de pêrgî sawa helbestê dibe. ((

• Taha Xelîl di sala 1961 ê de li dorhêla Qamişlokê li gundê Xeznayêji dayikê bûye.

• Di navbera salên 1981- 1987 an li zankoya şamê zimanê arebî xwendiye.

• Dîwana xwe ya pêşîn bi navê '8erya derbasbûna şîniyan" di sala 1988-an de çap kiriye.

• Di dawiya sala 1994 an de pirtûka xwe ya diwemîn bi navê 'Koreqiral" (i Beyrûtê we;andiye.

• Helbestan bi zimanê kurdî û bi zimanê erebî dinivîsîne. • Gelek helbestên Taha Xelîl ji

alî sazbend û dengbêjên Kurdistana Sûryayê bûne stiran; wek dengbêj Selah Osê, Koma Armanc û Koma Narîn.

• Helbesta Taha Xelîl'Meke girî û melorîne"bi deng û saza hunermendê nemir Mihemed şêxo hatiye stirandin.

• Dîwana Taha Xelîl a bi kurdî bi navê'şilêr"ji çapê re amade ye.