Di nav çirava genî ya vê serdema bébext ü mirovkuj de, li bin perên cîhana yekemîn û serdest a ku li gor berjewendiyên xwe danûstendinê bi çarenûsa gelan re dike, li beramberî pêlên kovandar ên nûçeyên kurdên vê serdemê û yên - Habîl û Qabîlistana - yan jî Kurdistana surdarî û matmayîna reha (mutled), ma gelo rewşenbîrê kurd dikare ji xwc re ko,seyeke rewan û h.êmin bo vehesîna giyanê xwe û ji bo bikaranîna xewna xwe, peyda bike?
Ma gelo li beramberî pêjna bi gurmîn a lingên bûyer û rûdanên dramatîkî û malkambax, li ber dengê sîmfoniya giryanê û xu,sîna pêldar a xwînê; çûna bê xatirxwëstin û bê veger a xoşewîstan û di bêdengiya zîz a goristanên bê kêl û bê wesiyetname û tarûmar de, rew,senbîrê kurd dikare guncînekê di navbera xewnê û rastiya jiyana nejiyayî de durust bike?
Her subeh, di dojeha vê tarawgehê(surgungehê) de, bi çavine qerimî, berya ku xewna ebedî bi dawî bibe, em ji xewê çeng dibin. Ne xewn derew û nerastiyên xwe radiwestînin û ne jî bêyî xewnan em dikarin bijîn.
Li ser duryan û rêçên bêkutayî yên vê xewna gawirane; hemî asoyên ,sikestî pencereyên xwe ji bo ronîkirina nasnameyeke gemkirî û zimanekî serjêkirî, vedikin. Wexta ku tîrêjên azadiyê dihingivin keviyên zuhabûyî yên giyan, ziman jî; wek gulaberbero, ber bi kûrahiya birînên xwe ve dizîvire. Wexta ku xewnên aradiyê di bişkojên berbangê de dest bi qolincan dikin; ziman jî, wek Sîmerxekî (finîks) ji xweliya serê çiyan ji dayik dibe.
Ziman li gel desthilatdarî û zorbaziya xwe, bi hêminî, ji hinav û ji ,saneyên kêlîkên tawanbar, ji angoyên çelmisî yên angoya bingehîn a hebûnê dipijiqe û re,sgirêdana xewnê bi naveroka xwe dixemilîne.
Ziman dibe gerzel; em dibin dîlên cih û demê!
Ziman dibe agir; em dibin ardû!
Ziman dibe nifir; em dibin qurban!
Ziman dibe dahênan û afirandin; em dibin xelat û diyarî!
Ziman dibe alav; em dibin mebest û armanc!
Ziman dibe nivîsandin û emjî dibin prosesa azadiya nivîsandinê!
Nivîsandina di xewnê de prosesa azadiyê berztir û kûrtir dike. Li wir, di nav
pencên dilovan de, mirov, bêyî pût û pûtperestiyê, bêyî Xwedanên êl û malben-
dan, bêyî serkêş û binkêş û qiral û qiralkan, dikare li xwe û li şiyana hestên xwe
ewle bibe, dikare alavên derbirînê ji bêrûmetiya sextekar û cambaz û bazirganan
rizgar bike, û bi dilsojî, bi kêlîka xwë re ku pîroz û sava ye, bijî.
Di vê jiyandinê de, ziman jî, wek afirîdeyekî jîndar, dikare ber bi asoyên teze
de difire.
Welatekî dagîrkirî, nexşeyeke çar perçe, talaneke rojane, wêraA neke gi,stî, koçbarkirineke efsanewî, ku,stineke bê sînor, zindan û girtîxa
ne û qamçîbazên hovane, leşker û tang û top û cibibcane, sînor û mayin û pasvanên çavsor, serbaz û serle,skerên psîkopat. Û xewna azadiyê ya ku xwe li gerdena Cûdî û Qendîl û ,Saho û Dugirê rapêçandiye.
Xewneke bêcir; req, dilkevir û bê nan û xwê.
Ji cergê Mezopotamyayê û ji toza ber lingê hespên kihêl ên siwar û xwe,smêrên Medyayê diherike, li bin guhê sûr û kelehên Nînewayê dikeve, û ber bi dastan û sirûdên dîroka rûre,s de radiki,se, diherike, û li ser eniya zinar û latan, li ser hinarkên de,st û dol û pesaran tovên xwe belav dike, di birînên berfireh ên zimanê kew û qulingan de dihêwire, tîna kulîlkan di,sikîne û serê xwe li ser balgeha ,sevistana mi,sext û penaberan datîne.
Ziman di maka xewnê de geş dibe!
Xewn di dergûşa çavên bendemanê de dixilxile!
Ziman, bi nan û ava xewnê, bi nermebarana azadiyê, bi jena nasnameyê, ji nû ve, asoyekî dil,sad ji keskesora çiyan re diafirîne. Di wê keskesorê de, dîmenên ronak ên kesayetî û têramandina rew,senbîrên kurd dixuyin.
Zimanê ku serkê,siya karwanê şehîdan dikir û dike, zimanê ku xwîna xwe ji bo bidestxistina azadiyê û nasnameya netewî rijandiye, zimanê ku di ,serê nasnemeyê de bûye şehîdê şehîdan, dê çawan, bêyî xewneke mezin, bikaribe careke dî ji dayik bibe?
DUGIR ji, di çarçewa bikaranîna peyva kurdî ya resen de, peyva ku bi kotekî em ji wê bêpar hi,stine, wek ezmûne, dê sefera xwe ya xewnamêz berdewam bike, dê bi dilpakî û bi dilovaniyeke dayikane ji bo avdana peyva kurdî bixebite. Di xebata xwe de dê hewl bide ku naverokekê bo kesayetiya zimên biafirîne.
Ne wek dibistan, ne jî wek dezgeh û rêberî, tenê wek pirojeya hilbijartina deqên wêjeyî ên ku di serencama dawîn de bikaribin çêja ra.stîn ya nivîsandinê bighînin xwendevanan, dê Dugir sefera xwe berdewam bike.
Sawa dîrokî û serekane ya ku Dugira piroje pêkaniye ziman e. Ji sawa zimên cm dest bi we,sana xwe dikin û di sawa zimên de jî, semageriya bêdawî ya pênûsê dest pê dike.
Di navbera herdîi destpêkan de afirandina rastîn û mercên nivîsandina spehî destnîşan dibin.
DUGIR