Loloyên Adarê
SELAM SADIQ
Di vê hejmarê de, em dixwazin helbesta hevalbend û dostê gelê
kurd Selam Sadiq pêşkêşî xwendevanan bikin.. Selam Sadiqê
ku birêveçûna ezelî ya xwelîreng a Mîdiyan di helbestên wî de
dibişkive. Ku bi dilekî erebî êşa kurdan dinivîsîne.. Bêguman
helbestvanên Ereb ên ku bi vî away danûstendinê bi trajedya
gelê kurd re dikin pir kêm in, eger hat û peyda bûn Jî piştî
demekê (ji bilî helbestvanê mezin Sadî Yûsi, nema li helbestên xwe
xwedî derdikevin.
Selam Sadiq ji bajarê Bexdayê ye.. Li çiyayên Kurdistanê jiyaye û ji,
wan çiyayan hezkiriye. Anuha romansê ku bi qirkirin û wêrankirina gelê
kurd rapêçayîye têt bîra wî. Li Spanyayê, çend salan sergerdan û
bêwarjiyaye, ji çend salan û vir de li Swêdê nexweş... bêzar ligel kul û derdên xwe ù bîranînên Kurdan dijî.. Sê pirtûkên wî yên helbestan
hatine çapkirin û anuha li ser nivîsandina romanekê dixebite û di
romanê de li ser kulîkên Kurdistanê û hevalên xwe yên Kurd dipeyive.
Li ser kulîlka Loloyê ya rojekê ji rojan radestî jineke Kurd kiribû
dipeyive.
Loloyên Adarê
Di daran de şehîna adarê ye
Dengji gupîtkên çiyê dibare
Di dilovaniyê de qamçiyên sosretê birûskan vedidin
Hespên wê, li geliyan, zikreşiyeke kesk diçînin
siwarên wê Kurd in, pêxwasên gulan
di gumanên şîlanan de û di belkoyên xwîneke
şahîk de ku stêran kedî dike, winda dibin
Adar nayê, bi xwarî têt
Ji bili milete ku pya
Ji bilî miletê ku aso a bilind bi oxirkirine
miriyên xwe li ser asîtankên
û di taya serdeman de, di dojeha hêviyê de bi cî bûye, di angoya axînê de
kûrtir dibe;
i xwîna ku ji milên (pîremegrûn) diherike jî
ûd
Miletê ku xwîna
Qulingên revend li wan vedi erîne û li dilê çiyan, tundiyë û
nazikbûna arezûyan, vedigerîne
Adar bi gavên piçûk î çelmisî dizîvire
bi kolanan re dilsoj bû
Henasa Newrozê ew xapandibû
vegeriya, da ku li ser gupîtka çiyan bîna mirinê, û li deştê şîniyê, di dilên
Kurdan de; tarûmar bike.