Heyva dihimbêza gulberoya jûreya min de

HENDRÊN

“Ez im, bi tenha xwe, xewnên xwe

li ber çavên subeha ji qûmê gem dikim"

Na: Me bi xwe rêçên xweji destên xwe berdan û em rawestiyan. Me bajarên xwe xeniqandî bi cî hiştin

Li wir bû,

Li vir na: Dizanim!

Me tîna xwe bi guvaştina (mè neya) felsefeyan dişikand û me dîroka xwe ya pêxwas bi sergermiya bîranînên bîr talan kirî û me temenê xwe y revyayî dixapand, me pêlavên lingên bê numre yên mirinê pêşkêşî dîrokê dikirin, da ku di nav toza dengvedana bêrîkirinê de rêberiya lêgeran û henasbirrîna sîmayên me yên bişaftî bike; da ku rêberiya bejna rêzkirina me bike.

Hawarên zeviyên wek gunehbarên bê guneh li ser oqyanosa kerr û li ser qafên şevpestiyê dizingiyan.

Bayê ku bi izrê diket, û sazişkarên çenebaz û çiyayên te, li jêr tozebarana ku kuxuka çiyan bi ser dolan de digindirand, bi pifkirina ingirî û bi hilma giyanê te xwe hênik dikirin.

Pîrêjî; bi awirên weryayî, stêrên ku bendewariya şiyarbûna şevê dikin, sîmayên kal ên destanbêjên lal û bi dastanên xwe yên nîvçe, li ser sîberên çarenûsa nenasî matmayî ku mirin hatiye dehfdan, konkê xwe dirêse.

Di nav qamçiyan de sergêjahiya hespên şikestî berz dibû.

Li bin esmanekî birîndar xirtexirta piyên gornepaşan ji gewriya zarokên sêwî yên jiyanê bi ser wê wêranê de ku jiyan bi hebûnê ve girêdayî bû, belavdibû.

Sînorvan û pasvanên wirr û bê ezmûneyên dîrokî, fêlbazan jî, bi arezûyên dawîn ên şikestî û jibîrkirî, li xwe xweş tanîn.

Na: Me bi xwe rêçên xweji destên xwe berdan û em rawestiyan Me bajarên xwe xeniqandî bi cî hiştin

Li wir bû

Li vir na: Dizanim!

Ez û 'edema aramkêş jî, wek cêwiyan ligel qonaxên kor bi hev re hatin,

min xwe di koşeya tarawgehê de veart, tarawgeha bi ebrûyên girêdayî û pîrîtî bi tinazan dabeşbûye, zencîra

segê şahzade di tûnela tenhatiya wek qûma kombûyî de, tarawgehê

dikişkişîne.

Dem jî li tenişta min wek jinekê bi destên hesinî û bi eniya qermîçekî dî

roka ku ciwanîtî li ser ciwaniya xwe dibêje, gem dike.

Ma gelo dê ev sefer bi serpêhatiyên min kuta bibe yan dê bi dawiyeke nedibîrê de bi dawî bibe..?

Fortên wan bi agahdariyên nebihîstî ku ji devên wan derdiçin valahiyê di bin lingên wan de diherifïne.

Çima bi tembiya pêximberên xem

bar rastiya bi baweriyê rapêçayî poşman nebû?

Xwedê ligel çira gumanê ya di destan de di nava ebediyeta xwe de ber bi ku ve diçe?

Xuşkên me jî, bi kirasên xwe yî ku bîna evînê ji wan difûre, ji dîrokê re serpêhatiyên sergerdaniya me dineqişandin.

Cîgehên bê xew û lerza min î mijînî; nalîna xewna minî xewrevînî digotin, û bîranînên bê bîr sirûdên zaroktiya jibîrkirî bikartanîn.

Wexta ku tavsork û sîbera demê dibin wek hev ez li ku me?

Dem ber bi ewran de difire û seferjî ber bi roavahiyê de radikişe,

Tu li ser milên van kolanan dibî darbestek, dengên ku li şûnewaran hatibûn hiştin berhevdibin û wek derengiyê şûnewaran winda dikin.

Ey dudilo!

Tu di nav veşartina termêjimaran û salnameyan de dudil î!

Ey sergerdano!

Tu di nav demsalên nameyên kombûyî de sergerdan î!

Tu li têramandina di wêneyên cîgehên qîzane de ewle nabî!

Ewr keçên esman bûn û elend jî di keçan de diramiya, wexta ku bi ser laşê ewran de dibariya, elend şiyar dibû û bi xunava gulgeniman destnimêj digirt, û keskesora vê êvarêjî wek keçên min ên ciwan, wek ku di cejnê de

bin, dawên kirasên xwe yên rengîn bilind dikin û di ser laşê minî zer û deryayî re derbas dibin.

Heyv jî bi hinarkên xwe yên sor li paş bejna perjanan hildiperike

Qurnefelën xav bi bîna axê dihatin diqdiqandin,

Û tîrêjên şûştî yên subehê bi çarpiyan diçûn û xêzên çerxa gerdûn dikenandin.

Gelawêj jî di hêlîna kakêşê de diraza.

Bêagah me li hevûdû temaşe dikir, me awirji hev vedidan,

Û şev diramiya, dipûnijî, mû bi mû, keziyên şevê di neynika demê de sipî

dibûn.

Û pencên bayî, li wî alî dîwarê bêdengiyê newaya perîşanan distira.

Na:

Me bi xwe rêçên xweji destên xwe berdan û em rawestiyan.

Me bajarên xwe xeniqandî bi cî hiştin

Li wir bû

Li vir na: Dizanimş

Eyji xwe derçûyo!

Bax ne dostên te ne, di wir re nebuhur!

Awirvedana xwe ji ser rûyê tenhatiya hênijî rake!

De pencereyên xwêdangirtî bi ser qiralkan de bihejîn; qiralkên ku li ser bên ji bendewariyê qerimîne, ku dayika te ji ber xwe ve le ' net li qiralkan tanî û bextê te wek bextê wan didît.

Seqema ku ji xweşiyê ji dest xwe diçû ji te didexisî, qonaxên ku hizir di

nav wan de bê şarezay bi rê dikeve, xafilbûn wan gêj dike.

Rondikên guliyên berfê, li ser tayên tîrêjên nexweş ên rojê ku li ser baskên darên çongdayî ne, dimeyin.

Xirecira kilîta peywendiyên me, û bawişkên katên pîroz bi destvalahiyeke bînteng,

di gewriya kinişt de, di çermê tenhatiya te de radiperin lo!

Kevok li ser baskên zîvînî yên bagerê bi bîna esman mest dibûn, bêdengiya dilsoj ya hingivê bîranînan bi ser şaneyan de belav dike.

Guman ji ewran dibare, û sefera xwînê ji damarên bêhêviyê dipijiqe,

Destên te jî; bi nehênî, mûmên bêfedî yên vî bajarî û tenhatiya ku li vê.odeyê belav bûye, diçinin.

Li vir bû

Li wir na: Dizanim lo!