Ez dîn im dîn!
Taha Xelîl
"Ez dîn im dîn!" Min kulîlka te
bi dû xwe de ji bîr kir Kulîlka ku tu tanî bîra min...
û birînên di tenişta çiyan de tanîn bîra min...
Hevalekji bejna êvarê diket kulîlkjê diherikîn
li ser berfê dibûn gol!
"Ez dîn im dîn!"
Tu çi dixwazî ji toza serê min
Cil û bergên xwe bi rûpelekê didim
Jiyana xwe bi pênûsekê didim
Rût û tazî ji te re dibêjim:
Eger vê carê tu xuya nekî
Ez dê rûnêm... Wek kevirekî li bin darekê û
herdû çavên xwe birijînim!
"Ez dîn im dîn!"
Bi sirûdan haş nabim
Nejî bi birûskên şevê Axa jiyanê
çavê min têr nake!
Keçê ez dîn im dîn
Lê, berfa laşê te
di bîra min de ye
Berfa ku tiliyên min diweşandin çawan ez dê ji bîr bikim
Ma ne şilêrên ku li pey te diman hişk nabin lê lê!
Çawan tu dikarî xew bikî?
Ma ne dema ku tu zemîneke teng î ez dibim lihêfa te
Darek hezar salî me
Min rehên xwe berdane nava te
Xelasiya me ji hevûdû tune ye lêêêê!
"Ez dîn im dîn!"
De bila hemî tiştên min bimirin
Ku carekê tu hatî
Li kolanê ez û dergeh
Em dê bên pêşwaziya te Pencere jî dê xwe çem ke himbêza te
Helbestên bi dîwêr ve dê bibin ristika gerdena te
Ji xwe, tirs, gazin, av, nan, xuya malê pirtûkên bêzar,
Navên li serdîwêrçarçewekirî ên Xwedê û pêximber
Serê hişkirî yê Xezalê
Hemî... Hemî
wek rêzek leşker
Dêji te re silavê amade bikin
Dê li ber destên te herin û bên lê!
"Ez dîn im dîn!"
Te serê min xwarê
Ez dê çi bikim ji gulên te
Ma ne ewjî wekî çavên min diçelmisin
Ez dê çi bikimji gulên ter
Ma ne her û her
Ez zuha û hişk im lêê! Destên min ji te nabin ma gelo bi min re ne yan bi te re ne
û çavên min çavê Yaqûb in
Tujî Yûsiv îji bîrê dernaçî Lêlê
Yaqûbim Yaqûbê kor û dîn im lê!
Bern 10/10/1993