Evro, dihî, evro

 

BEROJ AKREY

 

Qasid hat û kaxezek îna

Me kaxez nexwend, qasidî got:

Dihî kuştin

Hemî kuştin

Pişta me çemya

Wek wê kaxeza me nexwendî

û li ser mêzê ketibû

û pişt lê çemyabû.

Parzînkek bi pişta çavên me ve

Pişt li çiyayan

sîng li hetavê.

Dinya pîr bû

çiya pîr nebûn

Belgêt destên me weriyan

Tiryê rezê van çavêt me

bûne mewîj

Destek nehat me perjan bike?

Ser bû şikefta

per û dirêşînkêt mêş û zirkêtkan

Berî Xwedê bibîte Xwedê

Heta evro tên û dicing

Hindek carjî

di pencera çavêt me re

sehdikin vê dinyayê      

berê xwe didete kelehata serê

                        wendabûyî

ku evroke yêt bûyne DIMDIM

Çiya pîr bûn

Dimdim pîr nebû

 

 

Dest sefer û

ser sefer û

pê sefer û

diljî sefer.

Ziman koçer û

çav koçer û

guh koçer û

difin koçer.

 

Dimdim raza

Em ranezan

Her mirîn û şîn bûyneve

her şînbûyn û zivrîneve

her bezîn û ber bi meytê

xwe yê dihî zivrîneve.

 

Gund mezin bûn

bûne bajar

bajar mezin bûn

bûne tenûr

Tenûr pîr bûn

Bûne kavil

Kavil bûne dîwanxane se û rûviyan

Xwezî gundo

Ne ez çi car mezin bibam

Ne tu bibaye bajê seyan  

 

bûne kavil

kavil bûne dîwanxana se û rûviyan

Xwezî gundo

Ne ez çi car mezin bibam

ne tu bibaye bajarê seyan.

 

Parzînk li ber piyan

Hetav li esmana

Zirkêtk di kolanêt vî serî de

çiyayê çoxik pirî saçme

Li ber sîngê min.

Hemî şeva

di xewnêt kevn û bîrêt min da

hespek têtin .

hevsarê wî

kezî û biskêt dayika min in

ku hind ya çûy

şevê daqûrtand.

Goga gerdûn hildigrim wek hêkekê

didanime di nav paxla te de

ku hêlîna destêt min bû û siwar dibim

hemû dinya peya dibît

Ez ji vî hespî peya nabim Xwedê pîr bû

Ez jî pîr bûm

Xwîn pîr nebû.

 

Kaxezek hat qasidek îna

Me li gel qasidî çi gotin nekirin di kaxezê de nivîsîbû:

Dihî kuştin Hemî kuştin Pişt li me çemya

Wek wî qasidê me çi gotin

digel nekirin

û pişt lê çemya bû.